Cîhangîr Axa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 3 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 152: Rêz 152:
[[Kategorî:Serhildêrên kurd]]
[[Kategorî:Serhildêrên kurd]]
[[Kategorî:Kurdên Êzîdî]]
[[Kategorî:Kurdên Êzîdî]]
[[Kategorî:Şehîd]]
[[Kategorî:Kuştiyên cengê]]
[[Kategorî:Bêgirî]]
[[Kategorî:Bêgirî]]

Guhartoya 12:23, 27 adar 2013

Cangîr Axa û malbata wî

Cîhangîr Axa, Cangîr Axa, Changîr Axa (* 1874 - 1943) yek ji serhildêrên navdar ên Kurdên Êzîdî ye.

Li gundê Çibûxlîyê, navçeya Bêgirîyê ya parêzgeha Wanê jidayîkbûye. Wekî malbat axa bûne û him ji aliyê Kurdên Êzîdî, him jî ji yên Misilman gelek rêzgirtina wan hebûye. Cîhangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî û ramanên nûjen tê naskirin.

Di pêvajoya Komkujiya Ermeniyan de bi hest û ramanên Kurdewarî li yekîtiya gelên Kurd û Ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma Tirkan biparêzin. Mixabin bisernakeve. Yekîtiya gelê Kurd û Ermenî bi xurtî çênabe û bi bikaranîna hin peyayê ji hêzên cerdevan (Alayên Hemîdiye) dewleta Tirkan a ku hatibû belavkirin, Komkujiya Ermeniyan tê kirin. Di heman demê de komkujiya Kurdên Êzîdî jî destpêdike.

Cîhangîr Axa wekî serokê Êzîdiyan li dijî Tirkan têkoşîneke navdar lidardixe. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên Tirk. Piştî dawîhatina komkujiyê û sazûmaniya nû ya YKSSê Kurdên Êzîdî yên ji ber komkujiyê reviyane xwe digihînin Ermenistanê. Li ser wesiyeta Lenin li wan xwedî tê derketin.

Bi destpêka desthilatiya Josef Stalin tunekirina Kurdan li wir jî destpêdike. Stalîn Cîhangîr Axa dîl digire û dişîne Sîbîryayê û li wir li ser daxwaza Komara Tirkiyê tê kuştin û ji ber ku goristana wî kivşe nebe laşê wî tê şewitandin. Hin kes dibêjin Stalîn ew teslîmê dewleta Tirk kiriye.

Li ser wî bi dehan stran ên dengbêjiyê hene.

Dengbêj Reso wiha distrê di strana xwe de

  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şere xweyo şere şer girane,
  • Cîhangîr axa kela mêrane,
  • Dîsa mêrê hewar û gaziyane.
  • De lêxe kekê Fetila, de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şerekê qewimiye Tewrêzê,
  • Di devê vê Deleman, bonya rê da,
  • De Xweyo qanekê me qewimiye
  • Tewrêzê, Delîmanê binya rê da
  • Andiranîk paşa xweş mêrane aza
  • Qayîşa mawzerê tev girêda,
  • Got: “Ezê di bextê we da me,
  • Hûnê rabin, cawekê bidine Cîhangîr axa,
  • Bêjinê em ê di bextê tedane,
  • Tu di bextê Xwedê da,
  • De rabe,nesekine,were,
  • Hêsîrê me mane kela Wanê
  • Bin berfê da.”
  • De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo,dibê Fêrîk paşa hate Wanê,
  • Têlekê da bo Mûşê, Erzîcnê, Erzinganê
  • Digot: “Mişîro, bextê te û Xwedê me,
  • De rabe çend topekan bişîne Wanê,
  • De dibê hezar çarsid mêrê canfîda derketiye Rewanê,
  • De tu werê lêxe biqelîne koka me temamiyê.
  • De lêxê kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şere,lo xweyo şere, şer girane,
  • Şer girane,
  • Cîhangîr axa kela mêrane,
  • Dîsa mêrê hewar û gaziyane,
  • De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe


Dengbêj Şibiliyê Çaçan jî wiha distirê

  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Lo navo dilêm kobana sibêye,
  • Lo xweyo dilêm kobana sibêye,
  • Minê bala xwe dayê Changîr axa,
  • Axayê êlê,kekê Fetla,
  • De rênga Remequlyana wêran da
  • Kafir Hirçoki sîyare,de kefeye bi ber baye
  • Dewê da ketye berbi baye…
  • De tu berdê,kekê Fetla de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê hemîdyê de,
  • Derbaske gelîkêê Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • De derbaske ava Alîkendê,


  • De bira bêbextê Romê
  • Sere talanê Dêrcemedê
  • Xulam û xizmetkare neşîne şêrda…
  • Lo lo bavo,lo lo bavo.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Bejna kekê Fetla zirave
  • Mianî sipindara dev gelya,
  • Lo xweyo,bejna mîrê min zirave,
  • Mînanî sipindara dev gelya,
  • De dibê bihare,belekya berê xwe da çiya,
  • De bihare belekya berê xwe da serê çiya,
  • Changîr axa kire gazî,go:
  • “Gelî koma xweya û pismama,
  • De rabin destê xwe bidine ser tetkê eynelûya,
  • Hewar me tucar nayê,
  • Hewara me maye Xwedê jorê,
  • Dîsa 5emsê lo me Êzdiya.”
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê,
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de
  • De xarke girê Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Lo bavo sibeye,dilê min kîne-kîne,
  • Lo xweyo sibeye,dilê min kîne-kîne,
  • De dibê hewarekê ketibû nava Romê.
  • Peya xwe peyê ra nagîhîne,
  • De peya xwe peyê ra nagîhîne,
  • Kamil Efendî kire gazî,go :
  • «Kuro,lawo,minê we ra digot,
  • Karê we bi talaê Êzdiya nîne,
  • De karê we bi talanê Êzdiya nîne,
  • De îro kubara sibê da,
  • Ser me da girtîye Changîr axa,
  • Mîrê zirav,Xwedê zane ruhustîne.”
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • Berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
  • De xarke gêdûkaPanosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo
  • Lo bavo meke,xweyo de tu meke,
  • De tu li serê Şemsê xweke,
  • Qasekê xwe di tetka maûzerê da egleke,


  • Hetanî koma pismama,
  • Hersê elekê navtenga hespê veke,
  • Hersê elekê navtenga hespê veke
  • Te go,kuro,lawo em tev bavêjine alyê malê,
  • Gula barûdê fişeka lêkin ?
  • Emê bajon pêşya bîmbaşyê Romê,
  • De bira careke dinê qesta talanê Êzdiya nekin.
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
  • De xarke gêdûka Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê….
  • Ha hî, hî…

Wêje

  • Eskerê BOYÎK, CHANGR AXA, bi zimanê ermenî, GIRAKAN TÊRT (Rojnema Edebî); N 9 (2361); 23-ê Sibatê,1990.

Girêdanên derve