Kelb Elîxan Nexşîwan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B removed Category:Leşker using HotCat
Legobot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 38: Rêz 38:
[[Kategorî:Serhildanên Agiriyê]]
[[Kategorî:Serhildanên Agiriyê]]
[[Kategorî:Mirin 1931]]
[[Kategorî:Mirin 1931]]

[[az:Kəlbəli Xan Cəfərqulu Xan oğlu Naxçıvanski]]

Guhartoya 20:06, 2 nîsan 2013

Kelb Elîxan Nexşîwan (z. 1891[çavkanî hewce ye] - m. 1931[çavkanî hewce ye], li rojhilatê Kurdistanê), serfermandarê duyemîn artêşa Îranê ya li di serhildana Agiriyê de li dijî pêşmergeyên kurd têkoşiyaye bû. Fermandarê yekê jî Mihemed Elîxan bûye. Kelb Elîxan Nexşîwan ji aliyê pêşmergeyên kurd ve hatiye kujtin.

Di nava hêzên kurd ên di bin fermandariya Ferzende Beg, Biroyê Heskî Têlî, Îhsan Nûrî Paşa ûêd de şer dikirin û artêşa Îranê de li rojhilatê Kurdistanê sala 1931'ê bihevçûnên mezin lidardikevin.

Di stranên dengbêjiyê de

Ferzende digot Besê,
Bila agirê kulê bi derê te keve
Li pêşiya me leşkerê Kelb[Nîşe 1] kurê dêlan e
Ecem e bê dîn û bê îman e
Li ser serê me gurmîniya topan e
Giregira tomotîkên makîneliyan e
Nade me molet û ti eman e
Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im
Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e
Ne şerê duwanzde bavê eşîran e
Ev şer, şerê tev Kurdan e.
Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im
Destê min tetika Modoliyê nagire
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wî heyfî
Çar zabitê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim standin Modoliyê

— Dengbêj Resoyê Gopalan

Çavkanî

Nîşe

  1. ^ navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexşîwan e