Ker: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
B Bot: Ajal --> Heywan |
||
Rêz 31: | Rêz 31: | ||
[[Kategorî:Perissodactyla]] |
[[Kategorî:Perissodactyla]] |
||
[[Kategorî:Guhandar]] |
[[Kategorî:Guhandar]] |
||
[[Kategorî: |
[[Kategorî:Heywan]] |
Guhartoya 10:52, 15 hezîran 2013
Ker | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Perissodactyla |
Famîle: | Equidae |
Cins: | Equus |
Binecins: | Asinus |
Cure: | E. asinus |
Navê zanistî yê latînî | |
Equus asinus Linnaeus, 1758 |
Ker an her (Equus asinus), ajalek guhandar e ji cinsê Equus ye, ji malbata yan famîleya Equidae ango hespan û ji koma Perissodactyla ye .
Li hin deverên Kurdistanê jê re çarpê jî dibêjin. Yek ji ajalên alîkarê mirovan e. Ji kerên mêr re maker an maher tê gotin. Ji pehîna kerê re zîtok tê gotin. Carinan dema mirovek jî pehîneke paşpaşokî bavêje, jê re zîtok dibêjin. Herwekî ji kerên çêlik re kurrîk tê gotin. Li hin deveran ji keran re, çarpê û guhdirêj jî dibêjin lê evana di axavtinên civakî de bo rêzgirtinê tên bikaranîn.
Cara pêşîn li Mezopotamya hatiye kedîkirin. Kerên îro pirranî ji Afrîkayê belav bûne. Cureyên kerên Asyayê jî hene lê evana bi hesp an hêştiryan ve hatine gandin.
Ker herçendî ajaleke bikêr e, ewçendî jî di çanda devkî ya kurdan de cihdigire. Yek ji elementên bingehîn ên zargotina kurdî ye. Ker di şîretkirina zarokan de sîmbola bêhiştî, derenmayînî, mafdaxwarin û kêm agahdariyê ye. Dîsa di kurdî de bi navê kerê çêr/dijûn jî tên kirin.