Îgor Stravînskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rûpela nû: "Îgor Strawinsky bestekarekî amerîkî yê bi eslê rusî ye. Besteyên wî wek yên girîngtirîn ên sedsala 20'mîn têne dîtin ji ber ku ew di muzîka klasîk de bûbûn se..." |
B HC: Zêdekirina Kategorî:Mêr |
||
Rêz 18: | Rêz 18: | ||
Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene. |
Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene. |
||
[[Kategorî:Mêr]] |
Guhartoya 08:38, 24 hezîran 2013
Îgor Strawinsky bestekarekî amerîkî yê bi eslê rusî ye. Besteyên wî wek yên girîngtirîn ên sedsala 20'mîn têne dîtin ji ber ku ew di muzîka klasîk de bûbûn sedema şoreşê.
Stîla besteyên wî
Ji folklorê bigire heya seryalîzmê, di hunera wî de besteyên xwediyên stîlên cur bi cur hene.
Kurtejiyan
Igor Fjodorowîç Stravînsky di 17'ê hezîranê 1882 li Lomonossov a nêzî St. Petersburgê jidayikbû. Bavê wî endameke operaya împaratorî dihat nasîn. Piştî perwerdehiya xwe ya dibistanê Igor Fjodorovîç Strawinsky di sala 1899'an de dest bi xwendina li Zanîngeha Petersburgê kir. Di sala 1903'an de wî beşa xwe guherand û derbasî beşa muzîkê bû. Şeş sal bişunde, di sala 1909'an de, Strawinsky li baleya rûsî kar kir.
Xebatên hunerî
Di sala 1920'ab de wî baleya bi navê "L'Oiseau de Feu" (Çûka agirî) nivîsî. Ji pêvajoyên hunerî yên ku wî derbas dikir, ev berhem wek ya girîngtirîn a 'pêvajoya rûsî' tê nasîn.
Salekê bişunde wî kompozîsyona bi navê 'Petruska' nivîsî. Herwiha, wî di sala 1910'an de Rûsya terikand û di sala 1914'an de xwe li Swîsrê bi cih kir. Îgor Stravinsky êdî venegeriya welatê xwe û Şoreşa Rûsî wek sedema herî mezin nîşan dida.
Di sala 1913'an de baleya wî 'Le Sacre du Printemps' cara ewil li Parîsê hate pêşkêşkirin. Stîla wî ya taybet ji ber rîtmên xwe yên cuda, melodî û rengê dengê rastî nerazîbûna guhdarvanan hat. Lewra di destpêkê de qet nedihat ecibandin û di dîroka tiyatroyê de bûbû sedema giftûgoyeke bêhempa.
Bi taybetî muzîka Jazz bandoreke taybet li ser Stravinsky da, mînaka vê yekê berhema 'Pribautki' ye. Ji bo vê berhemê, Stravinsky çar kilamên rûsî ji bo dengeke solîst û heyşt enstrumanên solo nivîsand. Li gorî muzîka klasîk a wê demê evya guhertineke mezin bû, ji ber ku cara ewil bestekarekî besteyeke bê orkestraya mezin nivîsandibû.
Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene.