Narinc: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 60 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
JAnDbot (gotûbêj | beşdarî)
B removing old-formated (incorrect) interwiki
Rêz 72: Rêz 72:
[[Kategorî:Narinc]]
[[Kategorî:Narinc]]
[[Kategorî:Famîleya sipindan]]
[[Kategorî:Famîleya sipindan]]

[[hu:Citrusfélék]]

Guhartoya 04:59, 3 tîrmeh 2013

Portakal an oranj
Çandinî li Brazîlê
Nû hatine berhevkirin
Çandiniya narincê li seranser erdxanê

Narinc, nîmo (latînî: Citrus) çînek ji famîleya sipindan (Rutaceae) e. Li cihên tropîk û subtropîk diçên. Fêkiyên wan tên xwarin. Riwekên dar û devî ne. 5 heya 25 m bilind dibin.

Vîtamînên C, P, B, karotîn, şekir dihewînin. 3 % jî rûn. Welatê wê Çîn û Hindistan e. Li Kurdistanê, li cihên germ dikarin biçên, lê çandinî tenê li Erzîn, Îskenderûn, hin deverên Gurgumê tê kirin. Di parfûmerîyê de herwiha tên bikaranîn.

Rûber û mêjer
Welat Rûber (ha) Mêjera çandinê (t)
Brazîl 915.056 20.682.309
Çîn 2.008.700 19.617.100
Hindistan 690.100 6.286.000
Îran 243.500 3.739.000
Îtalya 173.009 3.579.782
Meksîk 524.000 6.851.000
Nîjerya 732.000 3.325.000
Spanya 313.850 5.703.600
Tirkiye 94.600 3.102.414
DYA 376.050 10.017.000

Hin cureyên narincê yan narincên navdar

Tevahiya wan riwekên ji cinsê Citrus (C.) ne:

Turunc, tirinc (Citrus aurantium amara)
Bergamote (C. aurantium var. bergamia)
Lîmon (C. x limon)
Sindî, Greyfûrt (C. x paradisi)
Mandalîna (C. reticulata)
Portakal (C. x sinensis)
Leymûn (Citrus aurantifolia)
Greyfurt (Citrus paradisi)
Şadok (Pomelo) (Citrus maxima)
Sêva cihûyan, sedrat (Citrus medica)
Portakala hûrik, kamkat]] (Citrus fortunella)

Ev jî tê gotûbejkirin. Hin riweknas li ser narincan dijmêrin, hin jî wekî cinsekî Poncirusê.

Portakala sêpel (Poncirus trifoliata)