Pezmijoka çol û deştan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
BKurteya guhartinê tine
Ramikurd (gotûbêj | beşdarî)
B Ramikurd navê Varana deştan weke Pezmijoka çol û deştan guherand: Munasîbtire
(Cudahî nîne)

Guhartoya 11:41, 3 tîrmeh 2013

Pezmijoka çolê an varana deştan
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Sauropsida
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Famîle: Varanidae
Cins: Varanus
Binecins: Psammosaurus
Cure: V. griseus
Navê zanistî yê latînî
Varanus griseus
(Daudin, 1803)

Pezmijoka çolê an Varana deştan (Varanus griseus), cureyek e pezmijokan (Varanus) ji famîleya pezmijokan (Varanidae) û ji xijendeyên pelikdaran ku li bakura Afrîka û başûra Asya yê dijî ye.

Binecure

Sê binecureyên pezmijoka çolê hatine nasîn.

  • Varanus griseus griseus (pezmijoka çolê boz)
  • Varanus griseus caspius (pezmijoka Kaspiyanî)
  • Varanus griseus koniecznyi (pezmijoka çola Hindî).[1]

Şayîs

Kiloxa Varanus griseus

Dirêjiya pezmijoka çolê an varan deştan dighêje 1,5 metreyan e. Ev xijende yê taybet ji aliyê gel ve weke cinawir dihatin binavkirin.

Belavbûn

Destpêka belavbûna pezmijoka çolê ji Urdun, Tirkiye bi taybetî deştên Kurdistanê (ji Riha) [Eiselt (1970), Böhme (1973)],Mexrib, Ceziyar, Tûnis, Libya, Misr, Felestîn, Îsraîl, Sûrî, Libnan, Îraq, Erebistanê Siyûdî, Oman, Turkmenistan, Qazaxistan, Uzbekistan, Tajikistan, Kyrgyzstan, Çola Rojava, Mauritania, Malî, Niger, Çad, Sudan, Afganistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê.

Pirbûn û hêkdan

Pezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e.

Xwarin

Varanus griseus, pezmijokek e goştxwer e ku polek e berfireh ji movikdar û nemovikdaran weke mişk, mar, qirtîş , guhandarên biçûk, balinde, masî, kêzan û beqan dixwe.[2] Di rojên germ ên Rihayê de, ji cihê xwe derdikeve derve û bi hêkên cûkan û bi gumgumokên din ên biçûk xwe xwedî dike. Dîtina van ajalan gelek bi zehmet e. Dema ku ew xwe di tehlûkê de hîs dikin, karin hiskî birevin. Li gorî lêkolinên herî dawî ev ajal li derdorên sînora Riha û Suriyê dijî.

Rewşa parastinê

Pezmijoka çolê an varana deştan, ku ji cinsê xwe herî kêm e û rewşa wê parastinê ne baş e. Ji ber mezinahiya wan mixabin ev ajalan heta neha ji aliyê gundiyan ve pir caran dihatin kuştin. Lê piştî perwerdeyeke bingehî,ev pezmijok ji aliyê heman gundiyan ve tê parastin.

Çavkanî

  1. ^ Mertens, R, "Über die Rassen des Wüstenwarans (Varanus griseus)", Senckenb. Biol. 1954, 35, 353-357
  2. ^ Bennett, D. ‘’Desert Monitor, Grey Monitor’’, A Little Book of Monitor Lizards, Viper Press, 1995

Girêdanên derve