Pezmijoka çol û deştan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 38: | Rêz 38: | ||
Afganistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê. |
Afganistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê. |
||
== |
== Pirbûna zayînî == |
||
Pezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e. |
Pezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e. |
||
Guhartoya 22:08, 6 tîrmeh 2013
Pezmijoka çol û deştan | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Sauropsida |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Lacertilia |
Famîle: | Varanidae |
Cins: | Varanus |
Binecins: | Psammosaurus |
Cure: | V. griseus |
Navê zanistî yê latînî | |
Varanus griseus (Daudin, 1803) |
Pezmijoka çolê û deştan an Varana deştan (Varanus griseus), cureyek e pezmijokan (Varanus) ji famîleya pezmijokan (Varanidae) û ji xijendeyên pelikdaran ku li bakura Afrîka û başûra Asya yê dijî ye.
Binecure
Sê binecureyên pezmijoka çolê hatine nasîn.
- Varanus griseus griseus (pezmijoka çolê boz)
- Varanus griseus caspius (pezmijoka çola Kaspiyanî)
- Varanus griseus koniecznyi (pezmijoka çola Hindî).[1]
Şayîs
Dirêjiya pezmijoka çolê an varan deştan dighêje 1,5 metreyan e. Ev xijende yê taybet ji aliyê gel ve weke cinawir dihatin binavkirin.
Belavbûn
Destpêka belavbûna pezmijoka çolê ji Urdun, Tirkiye bi taybetî deştên Kurdistanê (ji Riha) [Eiselt (1970), Böhme (1973)],Mexrib, Ceziyar, Tûnis, Libya, Misr, Felestîn, Îsraîl, Sûrî, Libnan, Îraq, Erebistanê Siyûdî, Oman, Turkmenistan, Qazaxistan, Uzbekistan, Tajikistan, Kyrgyzstan, Çola Rojava, Mauritania, Malî, Niger, Çad, Sudan, Afganistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê.
Pirbûna zayînî
Pezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e.
Xwarin
Varanus griseus, pezmijokek e goştxwer e ku polek e berfireh ji movikdar û nemovikdaran weke mişk, mar, qirtîş , guhandarên biçûk, balinde, masî, kêzan û beqan dixwe.[2] Di rojên germ ên Rihayê de, ji cihê xwe derdikeve derve û bi hêkên cûkan û bi gumgumokên din ên biçûk xwe xwedî dike. Dîtina van ajalan gelek bi zehmet e. Dema ku ew xwe di tehlûkê de hîs dikin, karin hiskî birevin. Li gorî lêkolinên herî dawî ev ajal li derdorên sînora Riha û Suriyê dijî.
Rewşa parastinê
Pezmijoka çolê an varana deştan, ku ji cinsê xwe herî kêm e û rewşa wê parastinê ne baş e. Ji ber mezinahiya wan mixabin ev ajalan heta neha ji aliyê gundiyan ve pir caran dihatin kuştin. Lê piştî perwerdeyeke bingehî,ev pezmijok ji aliyê heman gundiyan ve tê parastin.
Çavkanî
- ^ Mertens, R, "Über die Rassen des Wüstenwarans (Varanus griseus)", Senckenb. Biol. 1954, 35, 353-357
- ^ Bennett, D. ‘’Desert Monitor, Grey Monitor’’, A Little Book of Monitor Lizards, Viper Press, 1995