Îgor Stravînskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
{{Infobox muzîkjen
[[Wêne:Igor Stravinsky LOC 32392u.jpg|thumb|Îgor Strawînsky]]
| nav = Îgor Strawinsky
[[Wêne:Stravinsky Signature.svg|right|220px|Îmzeya Stravînsky]]
| navê rastî = Игорь Фёдорович Стравинский
| bernavk =
| wêne = [[Wêne:Igor Stravinsky LOC 32392u.jpg|240px]]
| wêne sernav = Portreyeke Îgor Strawînsky
| şanenav = [[Wêne:Stravinsky Signature.svg|right|220px|Îmzeya Stravînsky]]
| roja jidayikbûnê = [[17'ê pûşperê]], [[1882]]
| cihê jidayikbûnê = Oranienbaum, [[Rûsya]]
| roja mirinê = [[6'ê avrêlê]] [[1971]]
| cihê mirinê = [[New York]], defnkirin: li Venezia'yê
| cureyê muzikê = [[Muzîka nû]] (Nouvelle musique)
| karûbar = [[bestekar]], [[piyanîst]], d^rîjent, dîrektorê bale û orkestrayê
| enstrumanên =
| malper =
}}

'''Îgor Strawinsky''' ({{bi-ru|Игорь Фёдорович Стравинский}}) (z. [[17'ê pûşperê]], [[1882]], Oranienbaum, [[Rûsya]] − m. [[6'ê avrêlê]] [[1971]], [[New York]]), bestekarekî amerîkî yê bi eslê rusî ye. Besteyên wî wek yên girîngtirîn ên sedsala 20'mîn têne dîtin ji ber ku  ew di muzîka klasîk de bûbûn sedema şoreşê.
'''Îgor Strawinsky''' ({{bi-ru|Игорь Фёдорович Стравинский}}) (z. [[17'ê pûşperê]], [[1882]], Oranienbaum, [[Rûsya]] − m. [[6'ê avrêlê]] [[1971]], [[New York]]), bestekarekî amerîkî yê bi eslê rusî ye. Besteyên wî wek yên girîngtirîn ên sedsala 20'mîn têne dîtin ji ber ku  ew di muzîka klasîk de bûbûn sedema şoreşê.



Guhartoya 11:50, 17 tîrmeh 2013

Îgor Strawinsky
Jiyan
biguhêreBelge

Îgor Strawinsky (bi rûsî: Игорь Фёдорович Стравинский) (z. 17'ê pûşperê, 1882, Oranienbaum, Rûsya − m. 6'ê avrêlê 1971, New York), bestekarekî amerîkî yê bi eslê rusî ye. Besteyên wî wek yên girîngtirîn ên sedsala 20'mîn têne dîtin ji ber ku  ew di muzîka klasîk de bûbûn sedema şoreşê.

Stîla besteyên wî

Ji folklorê bigire heya seryalîzmê, di hunera wî de besteyên xwediyên stîlên cur bi cur hene.

Kurtejiyan

Igor Fjodorowîç Stravînsky di 17'ê hezîranê 1882 li Lomonossov a nêzî St. Petersburgê jidayikbû. Bavê wî wek endameke operaya împaratorî dihat nasîn. Piştî perwerdehiya xwe ya dibistanê Igor Fjodorovîç Strawinsky di sala 1899'an de dest bi xwendina li Zanîngeha Petersburgê kir. Wî zarokatî û ciwantiya xwe di bin tesîra bavê xwe de derbas kir. Ji ber vê yekê, wî jî wek bavê xwe li St. Petersburg'ê beşa hiqûqê xwend û di sala 1905'an de qedand, lê piştre bû şagirtê Nikolai Andreyevîç Rimski-Korsakov. Di sala 1909'an de, Strawinsky li baleya rûsî kar kir.

Li gorî îmkanên sînorkirî yên der û dora ciwantiya wî, wî karibû kesayetiyeke saxlem biparêze. Evya nîşana meraq û hevesa xwe ya keşfdar e ku hemû jiyana wî xiste bin bandora xwe. Bi taybetî huner, lîteratur û hêjayiyên jiyanê bala wî dikişandin.

Ji ber ku di Sovyeta Yekbûyî de jiyana hunerî rastî tengasiyan dihat, wî hewl da cîhana derveyî welêt jî nas bike da ku hunera xwe firehtir be. Lewra ew di sala 1910'an de cara ewil çû Parîs'ê û li wir baleyên wî 'L'oiseau de feu', 'Petruşka' û 'Le sacre du printemps' hatin pêşkêşkirin. Ji sala 1920'an bişunde Stravînsky bêhtir li Fransayê dijî û di sala 1934'an de bû hewelatiyê fransî Lê ji ber şerê wî Fransayê terikand û koçî DYA'yê kir. Stravînsky di sala 1946'an de bûbe hemwelatiyê DYA'yê jî; mal barkirina wî ya bo DYA'yê ji wî re pir ne hêsan bû, ji ber ku êdî hînî jiyana xwe ya li Fransayê bûbû. Lewra bi 'umrê xwe yê 58 salî ti car nekarîbû xwe bi tevahî hînî jiyana xwe ya nu bikira. Hevjîna wî ya dûwem di vî warî de pir alîkariya wî kir da ku ew di xerîbiyê de bigihêje aramiyê, xwe bi tevahî bide hunera xwe û karibe besteyan amade bike.

Heta demekê têkîlî û hevaltiya wî bi koçberên din ên rûsî re hebû.

Demak ku ew digel W. H. Auden kete amadekariyê operayeke hevbeş, wî ferq kir ku divê bêhtir cîhana îngîlîzî nas bike. Lewra jî, bi nasîna bestekar Robert Craft wî hewl da zimanê îngîlîzî hîn bibe. Craft bi xwe heya koça dawî ya Stravînsky bûbû heval, wergêr, kronîst, dîrîjanê asîstant û faktotum ji bo gelek karûbarên hunerî û civakî.

Di sala 1967'an de Îgor Stravînsky doktoraya bi rêz a Zanîngeha Rutgers a New Jersey'ê wergirt.

Îgor Fjodorovîç Stravînsky di 6'ê nîsanê 1971'an li New York'ê çû ser dilovaniya xwe. Merasîma laşê wî bi daxwaza wî li Venedîg'ê pêk hat.

Xebatên hunerî

Di sala 1920'ab de wî baleya bi navê "L'Oiseau de Feu" (Çûka agirî) nivîsî. Ji pêvajoyên hunerî yên ku wî derbas dikir, ev berhem wek ya girîngtirîn a 'pêvajoya rûsî' tê nasîn.

Salekê bişunde wî kompozîsyona bi navê 'Petruska' nivîsî. Herwiha, wî di sala 1910'an de Rûsya terikand û di sala 1914'an de xwe li Swîsrê bi cih kir. Îgor Stravinsky êdî venegeriya welatê xwe û Şoreşa Rûsî wek sedema herî mezin nîşan dida.

Di sala 1913'an de baleya wî 'Le Sacre du Printemps' cara ewil li Parîsê hate pêşkêşkirin. Stîla wî ya taybet ji ber rîtmên xwe yên cuda, melodî û rengê dengê rastî nerazîbûna guhdarvanan hat. Lewra di destpêkê de qet nedihat ecibandin û di dîroka tiyatroyê de bûbû sedema giftûgoyeke bêhempa.

Bi taybetî muzîka Jazz bandoreke taybet li ser Stravinsky da, mînaka vê yekê berhema 'Pribautki' ye. Ji bo vê berhemê, Stravinsky çar kilamên rûsî ji bo dengeke solîst û heyşt enstrumanên solo nivîsand. Li gorî muzîka klasîk a wê demê evya guhertineke mezin bû, ji ber ku cara ewil bestekarekî besteyeke bê orkestraya mezin nivîsandibû.

Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene.

Di sala 1914'an de wî operaya bi navê "Nachtigall" nivîsî. Salekê bişunde Îgor Stravînsky wek dîrîjenê Genfê hate hilbijartin. Lê wî 1920'an de Swîsrê terikand û heya sala 1939'an xwe li Fransayê bi cih kir. Di vê demê de wî besteya xwe ya bi navê "Les Noces" amade kir: tê de çar piyano û bateriyek tên bikaranîn. Bestekar Carl Orff di amadekirina vê besteyê de rolekw taybet leystiye.

Herwiha, Stravînsky di sala 1934'an de hemwelatiya fransî wergirt. Di sala 1920'an de besteya wî ya bi navê "Pulcinella" cara ewil hate pêşkêşkirin. Du salan bişunde li wir cara ewil opera buffa ya "Mavra" hate pêşkêşkirin. Her du berhem xwediyê taybetiyên neoklasîsîst in. Di sala 1926'an de Stravînsky operaya koroyê ya bi navê "Oedipus Rex" qedand. Ji sala 1934'an heya sala 1938'an Stravînsky baleya "Persephone" (1937), leystika dansê "Jeu de Cartes (1937) û konserta "Dumbarton Oaks" (1938) nivîsî.

Di sala 1936'an de pirtûka jiyana wî ya bi navê "Chroniques de ma vie" derket.

1939'an Stravînsky ji bo Zanîngeha Harvard a Boston, DYE, mamostetiyê kir. Bi îşqalkirina Fransayê ji aliyê naziyan ve Stravînsky xwe li DYA'yê bi cih kir, di sala 1946'an de hemwelatiya DYA'yê wergirt û dîsa di sala 1951'an de cara ewil ji bo yekemîn pêşkêşkirina operaya xwe ya "The Take's Peogress" vegeriya Ewropayê. Di sala 1957'an de baleya "Agnon" di çarçoveya Rojên Muzîkê yên Donau'ê de hate pêşkêşkirin.

Bestekar di salên xwe yên dawiyê de bêhtir bi seriyalîzmê mijûl bûn û di sala 1967'an de ji aliyê Zanîngeha Rutgers a New Jersey'ê doktoraya taybet stend.

Mirin

Îgor Stravînsky di 6'ê nîsanê 1971'an de koça dawî kir.

Girêdanên derve