Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Nave serokvezîr hate guhertin ji "berham salih" bo "neçîrvan barzanî" |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 20: | Rêz 20: | ||
| serok_nav = [[Mesûd Barzanî]] |
| serok_nav = [[Mesûd Barzanî]] |
||
| serok_cure1 = Serekwezîr |
| serok_cure1 = Serekwezîr |
||
| serok_nav1 = [[ |
| serok_nav1 = [[Nêçîrvan Barzanî]] |
||
| serok_cure2 = |
| serok_cure2 = |
||
| serok_nav2 = |
| serok_nav2 = |
Guhartoya 14:59, 5 kanûna paşîn 2014
Hikûmeta Herêma Kurdistanê | |||||
حكومه تى هه ريمى كوردستان | |||||
(Ḧikumetî Herêmî Kurdistan) | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Ey Reqîb | |||||
Cihê hikûmeta herêma Kurdistanê | |||||
Zimanên fermî | Kurdî
| ||||
Paytext | Hewlêr 36°11′Bk 44°00′Rh / 36.183°Bk 44.000°Rh | ||||
Sîstema siyasî | Parlamentarîzma demokratîk | ||||
- Serokkomar - Serekwezîr |
Mesûd Barzanî Nêçîrvan Barzanî | ||||
Rûerd - Giştî |
80.000 km2 | ||||
Gelhe - Giştî (2005) - Berbelavî |
5.500.000 kes 69 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 1970 | ||||
Dirav | Dînar | ||||
Dem | UTC+3 | ||||
Koda telefonê | 964 | ||||
Sînorê fermî ê Hêrêma Kurdistanê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî |
Hikûmeta Herêma Kurdistanê navê fermî ê hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê ye. Mesûd Barzanî serokê Konseya Serokatiya Kurdistanê ye û bi vê minasebetê vê demê 'Serokê Herêma Kurdistanê' ye.
Navê fermî li gorî Qanûna bingehîn a Iraqê Heremê Kurdistanê)[1] be jî, navê wê yê bi timî Herêmî Kurdistanî Eraq (ههرێمى كوردستان) e, an jî bi erebî إقليم كردستان العراق (Iqlĩm Kurdistãn al-‘Irāq). Herwiha, rêeveriya herêmê navê Kurdistan-Iraqê jî bikartîne. Berî sala 2005an navê herêmê bi tenê Herêma kurdî ya serbixwe bû.
Bi ingîlîzî navê wê Kurdistan Regional Government e.
Naveka din jî başûrê Kurdistanê (باشووری کوردستان) e, lê ev nav hemî derên Iraqê ye ku kurd tê de dijîn. Lewra hikûmeta herêma Kurdistanê perçeyeke başûrê Kurdistanê ye.
Rewşa fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikumeta Başûrê Kurdistanê ye û gorî destûra bingehîn a Iraqê û dadmendiya navneteweyî bi fermî tê naskirin. Di qada navneteweyî de wekî federasyona Kurdan a li Kurdistana Îraqê xebatên xwe didomîne. Bingeha xwe ji têkoşîn, mafê xwezayî yê gelan, cografya Kurdistanê û peymanên morkirî yên di navbera Kurd û rejîma Baesê li Îraqê digire. Tê zanîn peyman di adara 1970'î de ji aliyê serokê kurd Mele Mistefa Barzanî û serokdewletê Îraqê yê hemandemî Saddam Huseyîn ve hatibû morkirin.
Mezinahî
Li gorî peymana otonomiyê ya 11ê Adara 1970an mezinahiya herêmê bi 37.000 km² hat sînordar kirin, û li gorî peyamê eyaletên Hewlêr, Dihok î Silêmanî tê de bûn. Lê kurd bajarên Kerkuk û Mûsilê bixwezin jî, daxwazên wan ji aliyê hikumeta merkeziya Iqarê ve (ji ber tirkmen û erebên ku di wan herêman de dijîn) hat redkirin.
Mezinahiya herêmê ya îro qasî 80.000 km² ye. Tê de nêzî 7 mîlyon kes dijîn û ji wan bi tenê 4 mîlyon kurd in. Di qanûna bingehîn a herêmê tê xwestin ku bajarên Xaneqîn, Mandalî (yên ku di eyaleta Diyala de ne), Badra (di eyaleta al-Wasît de) û eyaleta Kêrkûkê jî tevli hikumeta herêmê bibin. Ji ber vê yekê refarandûmek ji bo sala 2007an hatibû amadekirin, lê heta ne ev referandûm ne hat bi cih kirin.
Dîrok
Di sala 2003an de kurdên Iraqê tevli sera Iraqê bûn û karibûn bandora xwe xorttir bikin û herêma xwe meztir bikin. Îro perceyên Diyala, Kêrkûk û Nînawa jî tev li herêmê ne.
Statuya perce-otonomiyê ji salên 1970/74 pê ve
Li gorî peyama otonomiya 11ê Adara 1970an pêwîst bû pênc wezîrên kurd li Bexda di hikumeta Iraqê de cih bigrin, yek ji wan lawê herî mezin ê Barzanî Ubeydullah bû. Di sala 1974an de Taha Muhi ad-Din Maʿruf (bi eslê xwe kurd) bû pîgarê serokê Iraqê. Heta neha dewleta ku tê de zimanê kurdî wek zimanê fermî tê bikaranî Iraq e - lê bi tenê di sê eyaletên herêmê de.
Heta sala 1988an herêm bi perceyî serbixwe bû.
Serxwebûna herêmê
Di roja 19ê Gulana 1992an parlamentoya herêmê ji nu ve hat hilijartin û partiya PUK 51 kursî, ya PdK jî 49 kursî stendin. Wekî din, partiya Asûriyan bi navê "Hereketa Demokratîk" 4 kursî stend û „Yekitiya Xristiyan“ jî kursiyek. ê ji ber dijminatiya PUK û PdK parlamento bas nexebitî. Di roja 4ê Cotmeha 1992an de parlamento serxwebûna Kurdistana Federl îlan kir. Lê ji ber dijminatiya her du partiyan di sala 1994an de ser derket û du sal bi sunde di sala 1996an de bi peyameke li Washington D.C. qediya.
Polîtîka
Destûr
Hikûmeta başûr hîkûmeteke plûral, federal, lîberal, zagonî û laîk e. Bi sîstema parlamentarîzmê tê ser desthilatdariyê. Bi de facto hatiye pejirandin. Destûra Herêma Başûrê Kurdistanê mafê kêmnetewan li Herêmê û mafê xwendina bi zimanê zikmakî û mafê weşana bi zimanê zikmakî diparêzê.
Çend xal ji Destûra Bingehîn a Kurdistana Başûr
- Bend 1: Hikûmeta Kurdistanê parçeyek ji ya Iraqê ye û sîstema plûral, demokratîk, parlamentarî û komargerî dihewîne.
- Bend 2: Hikûmeta Kurdistanê desthilatiyê li ser tixûbên beriya 1970'î, Parêzgeha Silêmanî, Hewlêr, At'Tamîm, Duhok û navçeyên Akrê, Şeyhan, Sincar a Nînivê û Xaneqîn, Mendelî ya Diyala û Badra ya Al Wasîtê dike.
- Bend 3: Desthilatdarî ji gel tê û ya gel e.
- Bend 4: Hemwelatî ji Kurdan û hindikayiyan pêk tê (Tirkmen, Asûrî, Xaldî û Ereb) û destûra bingehîn mafê wan diparêze.
- Bend 5: Kerkûk paytextê herêmê û ya hikûmetê ye.
- Bend 6: Li gel alaya Iraqê li herêmê alaya taybet tê pêşwazîkirin.
- Bend 7: Zimanê fermî Kurdî ye.
Encamên hilbijartinan
Hilbijartinên 19'ê Gulan1992
PDK | 45,3 % |
YNK | 43,8 % |
Bizutnawai Îslamî li Kurdistân (IMK) | 5,1 % |
Partiya Sosyalista Kurdistanê (PASOK) | 2,6 % |
Partiya Komonîsta Îraqê (ICP) | 1,0 % |
Di van hilbijartinên bihurî de benda hilbijartinan 7 % bû û di encamê de PDK'ê 51 û YNK'ê jî 49 kursî bi dest xistin. PDK'ê kursiyek da YNK'ê û herdû partî bûn xwedî 50 kursî. Kursiyên din li aramiya û xirîstiyaniyan hatin parve kirin. Tirkmen tevlî hilbijartinan nebûn.
Hilbijartinên 30'ê Rêbendan 2005
Hevpeymaniya Kurdistanê | 104 Kursî |
Komala Îslamî li Kurdistanê | 6 Kursî |
Partiya Zehmetkeşan | 1 Kursî |
Ol û civak
Piraniya gelê Herêma Başûrê Kurdistanê kurdin. Wêkîdin ereb, tirkmen û aramî jî dijîn. Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bilî misilmana (sunnî û şî) kurdên êzîdî û xirîstiyanî jî dijîn.
Cejn û rojên fermî
Bi qasî 60 roj weke rojên cejn û bîranînê li Herêma başûrê Kurdistanê tê pîroz kirin. Çendek ji wan evin:
- 1'ê adarê: Roja mirina Mela Mistefa yê Barzanî
- 21'ê adarê: Newroz
- 1'ê avrêlê : Sersala aramiyan.
- 22'ê avrêlê : Roja rojnamegeriya kurdî. Di vê rojê de, di sala 1898'a de Rojnameya Kurdistan dest bi weşana xwe kir.
Herêmên derveyî deshilatdariya Hikumeta Herêma Kurdistanê
Herêmên ku hêj neketine bin desthilatdariya hikûmetê jî hene. Tê zanîn di dema desthilatdariya Baesiyan de wargehên Kurdan dihatin rûxandin, valakirin û Kurd ji welatê xwe dihatin derxistin. Rejîma Baes cihên ku ji Kurdan dihatin valakirin, Ereb dianî bicihdikir. Piştî destpêkirina şerê 2003'î rewş hate guhertin. Sazûmaniya Baesiyan têkçû û Iraqeke nîsbeten demokrat û federal hate avakirin. Gorî destûra bingehîn a Iraqê divê Kurdên bi pêkutiyan ji welatê xwe hatine derxistin şûnve werin bicihkirin û herêmên din ên Kurdistanê bi hikûmeta federal a Kurdan ve were girêdan. Lê li dijî viya nerazîbûnên Ereban û welatên Kurdistanê dagirkirine hene. Tirkiye, Îran û Sûrî naxwazin Kurd li Başûrê Kurdistanê sazûmaniyeke birêkûpêk ava bikin û pirsgirêkên xwe çareserbikin. Lewra ew difikirin ku heger Kurdên Başûr biserbikevin wê ji parçeyên din re bibin mînakek.
Perwerde
Li herêma Kurdistanê çend zanîngeh hene, piraniya wan piştî azadkirina herêmê ji deshilatdariya rejîma Baasê hatin damezrandin. Zanîngehên li başûrê Kurdistanê, ligel malperên fermî, dema damezrandin û hejmara xwendekaran evin:
Zanîngeh | Malper | Damezrandin | Hejmara xwendekara |
---|---|---|---|
Zanîngeha Selahedînê | www.salahaddin-ac.com | 1968 | 7,048 (2007) |
Zanîngeha Silêmaniyê | www.univsul.com | 1968 | (3067) (2006) |
Zanîngeha Duhokê | www.uod.ac | 1992 | 1,689 (2007) |
Zanîngeha Koyeyê | www.koyauniversity.org | 2003 | (4000) (2006) |
Zanîngeha Kurdistanê (Hewlêr) | www.ukh.ac | 2006 | 400 (2006) |
Zanîngeha amerîkî li Îraqê (Silêmanî) | www.auis.org | 2007 | 50 (2007) |
Zanîngeha Bijîşkî ya Hewlêrê | www.hawlermu.org | 2006 | (?) (2006) |
Zanîngeha Bazirganî û Îdare (Hewlêr) | www.bmu-me.net | 2007 | (?) (2007) |