Abdullah Öcalan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B Guhertoya 621474 ya Rojava24 (gotûbêj) şûnde kir
Rêz 4: Rêz 4:
| navê rastî =
| navê rastî =
| bernavk =
| bernavk =
| wêne = [[Wêne:اوجلان عبدالله.jpg|200px]]
| wêne = [[Wêne:Abdullah Öcalan.png|200px]]
| wêne sernav = Abdullah Öcalan
| wêne sernav = Abdullah Öcalan
| şanenav =
| şanenav =

Guhartoya 15:48, 13 sibat 2014

Abdullah Öcalan
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Abdullah Öcalan ("Apo", 4'ê nîsana 1949'an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Öcalan damezrênerê PKKê bû. Di 15ê Sibata 1999an de Öcalan ji aliyê DYA ve hat teslîm kirinî dewleta Tirkiyê. Niha li girava Îmrali di nav tecrîtê de girtî ye.

Jînenîgarî

Zarokatiya wî

Abdullah Öcalan, di 1949an de li gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetiyê hat dinê. Dibistana seretayî li Cîbînê xwend û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parvekirinê de pêşengî dikir. Dibistana navîn li Nizipê lîse jî li Enqerê li lîseya Tapu Kadastro qedand. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kir. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sîstema feodal û dewletê ji nêz ve dît. Di 1971ê de tayîna xwe deranî Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade dikir ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li fakulteya hiqûqê çêkir û dev ji karmendiyê berda.

Destpêkê jiyana wî ya siyasî

Di wan salan de Stenbol di bin tesîra bayê 68an de bû. Ocalan jî kete bin tesîra vî bayî û Marksîzim û Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzî xeyalên xwe yên zaroktiyê dîtin. Ocalan biryar dabû ku sosyalîzm û pirsgirêka kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li fakulteya zanîngên siyasî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972yan de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand fikra avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972an pirsgirêka kurd bi gelek derdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerda bilind a demokratîk a enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên îdeolojîk ên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne merhaleya dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avakirina PKK

Di 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên xwe li Diyarbakır (Amed)ê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya ya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk kişand. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê bû, dewleta tirk zextên xwe zêde kirin. Dewletê bi awayekî vekirî li hemberî terza Ocalan şer dida destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan di 1979an de derket derve û çû Libnanê. Bi vî awayî meşa ku wê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pê kir. PKKê li Libanaê di 1982yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û biryara vegera nava axa welêt wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî temam kiribûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984an de li bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de ye.

Girtina wî

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993an û şûn ve PKKê 3 caran agirbest îlan kir. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatin avêtin, rastî kelem û astengiyên derdorên rentxwir hatibûn. Di 9ê dotmeha 1998and e di encama komployeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amadekirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bi dest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi komployeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tena serê xwe di girtîgehê de hat bicihkirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareserkirin.

Parastina Gelekî

Pirtûkên Öcalan ên bi kurdî

Girêdanên derve

Pirtûkên Abdullah Öcalan

Girêdanên din