Android: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
B Guherandina 217.87.244.230 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya MikaelF |
||
Rêz 7: | Rêz 7: | ||
| pêşxistin = [[Google Inc]], [[Open Handset Alliance]], [[Android (operating system)#Android Open Source Project|Android Open Source Project]] |
| pêşxistin = [[Google Inc]], [[Open Handset Alliance]], [[Android (operating system)#Android Open Source Project|Android Open Source Project]] |
||
}} |
}} |
||
'''Android''' (ji peyva yewnanî ''androides'' bi wateya ''wek mirovan'') yek ji [[pergala xebitandinê]] ji bo guhêzbar e wek [[smartphone]] û komputera [[tablet]].<ref>[http://www.stern.de/computer-technik/computer/:Android-Windows-Google-Microsoft/655650.html Android vs. Windows: Google greift Microsoft an (''Android û Windows: Google êrîsî Windows'e dike''), dîtin: 23.02.2009]</ref> Ev pergaleke Open |
'''Android''' (ji peyva yewnanî ''androides'' bi wateya ''wek mirovan'') yek ji [[pergala xebitandinê]] ji bo guhêzbar e wek [[smartphone]] û komputera [[tablet]].<ref>[http://www.stern.de/computer-technik/computer/:Android-Windows-Google-Microsoft/655650.html Android vs. Windows: Google greift Microsoft an (''Android û Windows: Google êrîsî Windows'e dike''), dîtin: 23.02.2009]</ref> Ev pergaleke Open Source e, ji aliyê [[Open Handset Alliance]] ve hatiyê pêşvêbirin û bi [[Google]] tê birêkirin. Bingeha xwe Linux-Kernek e. |
||
Larry Page di 13'ê adara 2013'an de aşkere kir ku êdî li hemû cîhanê ji 750 mîlyon pirtir guhêzbar bi rêya Androidê dixebitin û Eric Schmidt di nîsala 2013'an de diyar kir ku ev jimar her roj bi 1,5 mîlyon guhêzbarên nû zêde dibe.<ref>[http://www.computerbase.de/news/2013-04/eric-schmidt-bald-mehr-als-eine-milliarde-android-geraete/ Eric Schmidt: Bald mehr als eine Milliarde Android-Geräte (''Hindik ma ku wê ji mîlyarekê zêdetir guhêzbar hebin''), dîtin: 17.04.2013]</ref> |
Larry Page di 13'ê adara 2013'an de aşkere kir ku êdî li hemû cîhanê ji 750 mîlyon pirtir guhêzbar bi rêya Androidê dixebitin û Eric Schmidt di nîsala 2013'an de diyar kir ku ev jimar her roj bi 1,5 mîlyon guhêzbarên nû zêde dibe.<ref>[http://www.computerbase.de/news/2013-04/eric-schmidt-bald-mehr-als-eine-milliarde-android-geraete/ Eric Schmidt: Bald mehr als eine Milliarde Android-Geräte (''Hindik ma ku wê ji mîlyarekê zêdetir guhêzbar hebin''), dîtin: 17.04.2013]</ref> |
Guhartoya 09:01, 8 gulan 2014
Android | |
---|---|
Wêneya ekranê ji Samsung Galaxy Nexus hatiyê girtin , ev li ser Android 4.0 "Ice Cream Sandwich" dixebite | |
Malper | www |
Pêşxistin | Google Inc, Open Handset Alliance, Android Open Source Project |
biguhêre |
Android (ji peyva yewnanî androides bi wateya wek mirovan) yek ji pergala xebitandinê ji bo guhêzbar e wek smartphone û komputera tablet.[1] Ev pergaleke Open Source e, ji aliyê Open Handset Alliance ve hatiyê pêşvêbirin û bi Google tê birêkirin. Bingeha xwe Linux-Kernek e.
Larry Page di 13'ê adara 2013'an de aşkere kir ku êdî li hemû cîhanê ji 750 mîlyon pirtir guhêzbar bi rêya Androidê dixebitin û Eric Schmidt di nîsala 2013'an de diyar kir ku ev jimar her roj bi 1,5 mîlyon guhêzbarên nû zêde dibe.[2]
Dîrok
Di havîna 2005'an de Google şirketa Android a ku di havîna 2003'an de hatibû damezirandin kirî. Di wê demê de Android hê nedihate nasîn. Tenê dihate zanîn ku evya pergalan ji bo telefonên bêrikê amade dikir.[3]
Di 5'ê mijdarê 2007'an de Google da nasîn ku ewê bi hevkariya 33 endamên Open Headset Alliance ji bo telefonên bêrikê pergaleke xebitandinê ya bi navê 'Android' pês bixe.[4] Ji 11'e cotmehê 2008'an pêve Androîd êdî bi awayeke fermî ji raya gistî re amade ye.[5]
Yekem guhêzbarê ku bi alîkariya pergala xebitandinê ya Android kar dikir smartphone a bi navê HTC Dream bû û ev di 22'ê cotmehê 2008'an de li DYA'yê bi rêya T-Mobile G1 kete piyasê. Yek ji taybetiyên vê smartphone'ê ev bu ku karibû Global Positioning System bikarbîne û xwediyê sensorên hereketê bû jî. Herwiha, ev taybetî heta îro beseke bingeh a Android'ê ye. Ji wir û pê ve gelek guhêzbarên reng bi reng ên sîrketên cuda hene û bi Android'ê kar dikin. Ji sala 2010'an heta îro Google êdî guhêzbarên xwe yên Android'ê jî bi xwe amade dike, wek guhêzbarên Nexusê.
Ekran û bikaranîna wê
Bikarhênerên Androidê wê bi rêya touchscreen (ekrana destdayînê) û çend tûşên software an jî hardware bikartîne. Ji vê bêhtir gelek sepanên cuda hene, yên ku digel birêvebirîna axaftinê karin bên bikaranîn. Rûyê bingeh ê ekranê ji 3 heta 7 ekranên destpêkê pêk tê û her yek ji wan rûyê guhêzbarê tijî dike.
Kenarê jorîn wek 'perpaza agahiyan' kare bê dîtin: Li milê xwe yê rastê agahiyên derheqê saet, rewsa sarjê, girêdana înternetê, bluetooth û WLAN'ê nîsan dide. Li milê xwe yê cepê jî agahiyên derheqê pergalên aktîf û peyamên cûr bi cûr (wek ên pergalê) hene.
Çavkanî
- ^ Android vs. Windows: Google greift Microsoft an (Android û Windows: Google êrîsî Windows'e dike), dîtin: 23.02.2009
- ^ Eric Schmidt: Bald mehr als eine Milliarde Android-Geräte (Hindik ma ku wê ji mîlyarekê zêdetir guhêzbar hebin), dîtin: 17.04.2013
- ^ Google Buys Android for Its Mobile Arsenal (Google Android'ê jo bo guhêzbarên xwe dikire), dîtin: 04.01.2010
- ^ Google unveils cell phone software and alliance, dîtin: 2010-01-12
- ^ Android is now available as open source, dîtin: 07.01.2010