Meletî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 90: Rêz 90:
* [[Arabkîr]] an [[Erebgir]] (''Arapkir''), 11.041
* [[Arabkîr]] an [[Erebgir]] (''Arapkir''), 11.041
* [[Erxewan]] (''Arguvan''), 9.038
* [[Erxewan]] (''Arguvan''), 9.038
* [[Melediya kevn]] (''Battalgazi''), (Navçe Navend Nû), 297.806
* [[Meledî Kevn]] (''Battalgazi''), (Navçe Navend Nû), 297.806
* [[Darende]], 28.978
* [[Darende]], 28.978
* [[Wêranşar, Meletî|Wêranşar]] (''Doğanşehir''), 41.006
* [[Wêranşar, Meletî|Wêranşar]] (''Doğanşehir''), 41.006
* [[Keferdîz]] (''Doğanyol''), 4.720
* [[Keferdîz]] (''Doğanyol''), 4.720
* [[Hekîm Xan]], [[Hekimxan]]. (''Hekimhan''), 22.181
* [[Hekimxan]]. (''Hekimhan''), 22.181
* [[Qale]] yan [[Îzolî (navçe)|Îzolî]] (''Kale''), 5.975
* [[Qale]] yan [[Îzolî (navçe)|Îzolî]] (''Kale''), 5.975
* [[Aywalî]] yan [[Tirsekan]] (''Kuluncak''), 8.885
* [[Aywalî]] yan [[Tirsekan]] (''Kuluncak''), 8.885

Guhartoya 12:57, 2 tebax 2014

Navçeya Meletiyê
Malatya
Bajarê Melediyê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Meletî
Serbajar Meletî

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 10 bajarok
Hejmara gundan 44 gund

Gelhe (2009) 456.813[1] kes
Rûerd 922 km2
Berbelavî 495,46 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 388.590 kes
Koordînat 38°21′6″Bk 38°18′53″Rh / 38.35167°Bk 38.31472°Rh / 38.35167; 38.31472
Bilindayî 960 m
Koda postayê 44 xxx
Koda telefonê (+90) 422
Meletî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Meletî
Meletî
Meletî (Tirkiye)

Meletî yan jî Meledî[2] (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.

Nav

Navê bajar di çavkaniyên asurî û urartiyan de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema romayiyan de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.

Kronolojiya bajêr

Berî zayînê

  • 1650-1200, dema hîtîtiyan
  • 1100-824, dema asûriyan
  • 804-743, dema urartiyan
  • 743-612, dema asûriyan (II)
  • 612-550, dema medan
  • 550-331, dema persan (farisan)
  • 66, dema romayiyan

Piştî zayînê

  • 385, dema bîzansiyan
  • 656, dema ereban
  • 740-1095, bajar di navbera ereb û bizansiyan pir caran dest diguhere.
  • 1095, dema selçûkiyan
  • 1399, dema osmaniyan

Erdnîgarî

Avûhewa

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Zivistanan sar, havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hila deşta Melediyê seqayeke wek Behra Spî (zivistanan hênik) jî hukum dike.

Çiyayên herêmê

Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbendê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )

Deşt, zozan û gelî

  • Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.
  • Deştên Îzoliyan: ji deshtên ku li dora çemên Feradê kom bûne pêk tên.
  • Geliya Firatê (li dora çemê Firatê) ye, geliya Toxma jî li dora çemê Toxma yê ye.

Çem û Gol

Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav hudûdên herêmê de diherêkin.

  • Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye. Di nav sê welatan de diherêke û dikeve behra Basrayê.
  • Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.

Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.

Babetên heywanan

Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.

Sermijarî û Navçeyên Bajêr (2013)

Tevahî sermijarî herêmê (tevlî gundan) 504.965 e.

Aborî

Serwetên bin erdê

Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê

Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û huner

Ol û Civak

Nifûs musluman in û ji elewî û suniyan pêk tê. Di nav gel de li cem suniyan şêxîtî û li cem elewiyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.

Xwarênên herêmê

Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.

Kincên herêmê

Jinên herêmê li hinek deveran çarşefa resh li xwe dikin. Carna jî pêştemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji şarpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarşefê de kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî şalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigan de hene.

Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.

Navdarên bajar

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Dr. Ebdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.