Kercos: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 35: | Rêz 35: | ||
== Dîrok == |
== Dîrok == |
||
Der heqê dîroka wê de agahiyên zelal tam nînin. Lê belê li gundê [[Selhê]] yê li ser Midyadê ve |
Der heqê dîroka wê de agahiyên zelal tam nînin. Lê belê li gundê [[Selhê]] yê li ser Midyadê ve pirtûkek ku ji avabûna Kercewsê behs dike heye. Li gora vê pirtûkê ev bajarok ji wî gelê ku ji zordarîya zoranê bi navê [[Kefergevson]] rewîyên ve hat avakirî bû û ji ber wê yekê jî navê Kercews lê hat kirî bû. Ev bûyera navborî berî Îsa bi 400 salî qewimiye. Ango cîhekî gelekî kevn e. Lê belê tevahî vê kevnbûna xwe jî zêde afirandên dîrokî lê nîn in. Her wiha li hin gundên wê li şikeftînên nivîsine kevin hene. Her çiqasî cîhekî cihwarbûnê ê kevin jî be sermijara wê pir kêm e. Sedema vê jî destnedana derfetên daringî û zilma li ser gel e. Dîsa li gorî melûmata ku gelê bajêr dide, navê wê ji "devera ku gûz lê hene" hatiye. Kercews di dîroka [[10'ê gulanê]] [[1926]]'an ji [[Midyad]]ê veqetîyaye û ketiye statûya navçetiyê. Di 18ê temûza 1987'an de jî bi ser Êlihê ve hatiye girêdan. Li gundên [[Hesar]]ê, Arica, Kirkat û Yamanlar cîhên cihwariyê yên ku dîroka wan digihe berîya Mîladê jî hene. Lê belê li ser dîroka wê agahiyên berfereh nîn in. |
||
Gelê wê bi giştî halekî |
Gelê wê bi giştî halekî kevneparêz şanî dide. Dibe ku ev kevneparêziya ha ji ber biçûkbûn û pêşveneçûna wê be. |
||
== Gelhenasî == |
== Gelhenasî == |
Guhartoya 17:50, 1 sibat 2015
Navçeya Kercosê Gercüş | |
Kercewsê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Serbajar | Kercews |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 56 gund |
Gelhe (2008) | 26.111[1] kes |
Rûerd | 1.070[2] km2 |
Berbelavî | 24,4 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 5.880 kes |
Koordînat | 37°33′57″Bk 41°23′6″Rh / 37.56583°Bk 41.38500°Rh |
Bilindayî | 980 m |
Koda postayê | 72300 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
Kercews an jî Kercos (bi tirkî, Gercüş) bajarok û navçeyeke Batmanê (Bakurê Kurdistanê) ye. Li başûrê wê Midyad, li başûrê rojhilat Kerboran, li rojava bi navçeyên Bismil û Stewrê li bakûr bi Heskîfê re cîran e. Kercos jî wekî piraniya qezayên cîran di nav mintiqaya torê de cih digire. 59 km'yî dûrî navenda wîlayetê ye.
Dîrok
Der heqê dîroka wê de agahiyên zelal tam nînin. Lê belê li gundê Selhê yê li ser Midyadê ve pirtûkek ku ji avabûna Kercewsê behs dike heye. Li gora vê pirtûkê ev bajarok ji wî gelê ku ji zordarîya zoranê bi navê Kefergevson rewîyên ve hat avakirî bû û ji ber wê yekê jî navê Kercews lê hat kirî bû. Ev bûyera navborî berî Îsa bi 400 salî qewimiye. Ango cîhekî gelekî kevn e. Lê belê tevahî vê kevnbûna xwe jî zêde afirandên dîrokî lê nîn in. Her wiha li hin gundên wê li şikeftînên nivîsine kevin hene. Her çiqasî cîhekî cihwarbûnê ê kevin jî be sermijara wê pir kêm e. Sedema vê jî destnedana derfetên daringî û zilma li ser gel e. Dîsa li gorî melûmata ku gelê bajêr dide, navê wê ji "devera ku gûz lê hene" hatiye. Kercews di dîroka 10'ê gulanê 1926'an ji Midyadê veqetîyaye û ketiye statûya navçetiyê. Di 18ê temûza 1987'an de jî bi ser Êlihê ve hatiye girêdan. Li gundên Hesarê, Arica, Kirkat û Yamanlar cîhên cihwariyê yên ku dîroka wan digihe berîya Mîladê jî hene. Lê belê li ser dîroka wê agahiyên berfereh nîn in.
Gelê wê bi giştî halekî kevneparêz şanî dide. Dibe ku ev kevneparêziya ha ji ber biçûkbûn û pêşveneçûna wê be.
Gelhenasî
Ji ber zilm û zordariya dewletê sermijara wê piştî salên 90 î bi lezgînî kêm bûye. Pêkutî tu carî ji vî bajarî kêm nebûye. Bi li ser de belengazî û tuneyî yekcar pişta gel şikandiye û divê mane ku warê bav û kalên xwe berdan bikin. Îro ji navenda parêzgehê Êlih pê de li qezaya Misircê (bi tirkî: Kurtalan) ya li ser Sêrtê sermijareke baş a Kercewsîyên heye. Jê pê de li Nisêbîna Mêrdînê jî Kercewsîyên bi cîh bûyî hene. Gelê ku ji ber belengazî û rewşa nebaş a aborîyê barkirin jî li herêma Behra Spî, mintiqaya Ege û ya Marmarayê bi cîh û war bûne. Aborîya bajêr bi giştî li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Pişesazî bi pêş ve neçûye.
Sermijara bajarok bi gelemperî Kurdên Sunî ne. Ji xeynî vê kêm Ereb jî lê dijîn. Di salên 90'an de şerê qirêjî ê ku li kurdistanê dihat meşandin Kercos jî xistiye bin bandora xwe û gelek gundên wê hatine şewitandin. Ev sermijara ku hatî koçber kirin li navenda parêzgehê a Êlihê û li Makebajarên (Metropolên) Tirkiyeyê bi cih bûne. Niha sermijara navenda qezayê ji 9 hezari zêdetir e. Sermijara qezayê her sal kêmzêde %16 kêm dibe. Rêjeya xwendewariyê wek %90 xuya dike. Ev jî li gor Êlih û herêma başûrê rojhilat rêjeye gelekî bilind e.
Tevî gundên wê kêmzêde 28-30 hezar sermijar lê dijî. Di serê navdarên vê bajarokê de jî helbestkarê bi nav û deng Seydayê Cegerxwin bi cîh digirê ku bi eslê xwe ji gundê kercewsê yê bi navê hesarê ye. Ji wê pê de gundê Bêcirman (Vergili) ku di nav Sînorê vê navçeyê de bi cîh digire tirbeya Seyîd Bilal lê heye û ziyaretgeh e. Her sal bi hezaran ziyaretkar têne serdana tirbê.
Galerî
-
Deşta Kercosê
Çavkanî