Şerefxanê Bidlîsî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Tirkmen? çavkanî?
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Çima bi erebî??
Rêz 17: Rêz 17:
| pirtuka ewil = Şerefname
| pirtuka ewil = Şerefname
}}
}}
'''Şerefxanê Bedlîsî''' ({{bi-ar|شرف‌خان بدلیسی}}) (z. [[25'ê reşemiyê]], [[1543]] − m. [[1603]]) [[nivîskar]] û [[dîrok]]zanekî [[kurd]] e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng [[Şerefname]] ye. Mijara Şerefnameyê dîroka [[Kurd]] û [[Kurdistan]]ê ye.<ref>http://www.kurdishglobe.net/article/7D57C802BABD5B11EBBD8D66F5FF32BC/Sharafnama-the-book.html</ref>
'''Şerefxanê Bedlîsî''' (z. [[25'ê reşemiyê]], [[1543]] − m. [[1603]]) [[nivîskar]] û [[dîrok]]zanekî [[kurd]] e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng [[Şerefname]] ye. Mijara Şerefnameyê dîroka [[Kurd]] û [[Kurdistan]]ê ye.<ref>http://www.kurdishglobe.net/article/7D57C802BABD5B11EBBD8D66F5FF32BC/Sharafnama-the-book.html</ref>


== Şerefxan, li gorî Celadet Bedirxan ==
== Şerefxan, li gorî Celadet Bedirxan ==

Guhartoya 23:56, 7 adar 2015

Şerefxanê Bedlîsî
PîşeDîrokzan, Siyasetmedar
biguhêreBelge

Şerefxanê Bedlîsî (z. 25'ê reşemiyê, 1543 − m. 1603) nivîskar û dîrokzanekî kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.[1]

Şerefxan, li gorî Celadet Bedirxan

Perçeyek ji gotarê Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan: "Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e.

Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefname Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine."

Peykerê Şerefxan li Silêmaniyê

Jiyana Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî (Mîr Şeref Xanê Bedlîsî, Şerefedîn Xan al-Bidlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bûye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê osmaniyan bû, reviyan cem safewiyan. Dema Şerefxan neh salî bû li gel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajarinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan walîtiyê dike. Sala 1576'an ew ji ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hewqasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578'an de. Waliyê herêmê Xusrev Paşa ji sulatanê wê demê Siltan Mûradê III (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne ser mîrîtiya wî li ocaqliqa Bedlîsê. Ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana tarîxa kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597'an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an yan jî 1604'an de çûye ser dilovaniya xwe.

Çavkanî

  • Bedlîsî, Şerefxan; Şerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998
  • Strohmeier, M. & Yalçin-Heckmann, L.; Die Kurden: Geschichte Politik Kultur, München 2000

Girêdanên derve