Ebdurehmanê Axtepî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xweka (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 3: Rêz 3:
Kitêbeke wî heye bi navê [http://hem.bredband.net/serkay/Doc/Pirtuk/pirtuk-b/Nr-9.htm »Rewzel Neîm«] ku ji aliyé [[Zeynelabidin Zinar]] ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên [[pêxember]] û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî [[Ehmedê Xanî]] kiriye û di şihirekê de qala [[kurmancî]] û kurmancan kiriye.
Kitêbeke wî heye bi navê [http://hem.bredband.net/serkay/Doc/Pirtuk/pirtuk-b/Nr-9.htm »Rewzel Neîm«] ku ji aliyé [[Zeynelabidin Zinar]] ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên [[pêxember]] û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî [[Ehmedê Xanî]] kiriye û di şihirekê de qala [[kurmancî]] û kurmancan kiriye.


Kurdîzan [[Auguste Jaba|Aleksandr Jaba]] jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.
Kurdîzan [[Auguste Jaba|Aleksandr Jaba]] jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi [[zimanê fransî]] nivîsandine.


==Jiyan==
==Jiyan==

Guhartoya 20:07, 9 adar 2015

Şêx Evdirehmanê Axtepî (z.1850 Bismil m.1905) nivîskar û alimekî Kurd e. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« ku ji aliyé Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.

Kurdîzan Aleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine.

Jiyan

Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can li şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê.

Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.

Wefata wî jî Romî 16'ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29'ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine.

Berhem

Şêx Evdirehmanê Axtepî di helbestên xwe de, piranî nasnavê Rûhî ji xwe re bi kar aniye û hin caran jî xwe bi "şemsedîn" navdar kiriye.

Şêxê nemir, li pey xwe çar pirtûk diyarî hiştine:

Rewdneîm

Ev pirtûka bi navé Rewdneîm wî ya herî mezin e û xwerû bi zaravê Kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Mihemed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina mihemed Pêxember a Mî'racê beyan dike. Lê belê di nav wan helbestên olvanî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî.

Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Zeynelabidin Zinar ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wi dîtiye.

Di pirtûkê de 35 beş hene. Babeta her beşekê jî cuda ye û 4531 beyt in. Wek kêşa Mewlûda Melayê Bateyî, malikên Rewdneîmê jî tev bi yazdeh kiteyan dikişin, rewan in, bi kêş û qafiye ne. Her du rêz, bi eyni tîp qafiye ne, bi zarekî şêrîn û bi nikleka pir xweş li pey hev didomînin.

Şêx Evdirehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1302yên (1884) Hicrî de nivîsiye.

Belam helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên erebî û farisî jî hene, lê belê bi kurmanciyeke pir zelal û hêsa, hatine honandin. Herweha tê de gelek peyv û bêjeyên Kurdî yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bilkaranîn. Ew

Ev pirtûka hêja, li Kurdistanê du caran (bi elîfbêtika erebî) çap bûye. Cara pêşî, di sala 1966an de bi destên mele Ehmedê Qoxî li çap bûye. Lê bi derketinê re, dewleta Tirk dest daniye serê û nehiştiye li nava xelkê belav bibe. Cara diduyan jî, di 12.03.1986 an de, bi destê mele Zeynulabidînê kurê mele Remezanê Amedî (Diyarbekir) çap bûye. Herweha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê Erebî şirove kirine. Çapa Qoxî 240 rûpel in û ya Amedî jî 534 rûpel in.

Di sala 1988 an de, Zeynelabidin Zinar piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya M. Emîn Narozî, Rewdneîmê ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e (1).

(1) Şêx Evdirehmanê Axtepî, Rewdneîm, Kurdî, Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

Dîwana Rûhî

Ev pirtûka Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwanv di sala 1293ê hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin pêncok jî tê de hene.

Ev pirtûk jî, cara pêşî, di yazdehê Gulana 1980yî de bi destê mele Zeynulabidînê Amedî, her dîsa bi elîfbêtina erebî hatiye çapkirin. Piştre, Zeynelabidin Zinar jî ew di sala 1988an de, ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di eyni salê de jî, weşanxaneya "Jîna Nû" di meha Êlûnê de li Swêdê, bajarê Uppsalayê çap kiriye

+ Şêx Evdirehmanê Axtepî, Dîwan, Kurdî, Jîna Nu, Sverige/Uppsala, 1988, 140 rûpel, ISBN 91-970927-6-2. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.

Kitabu keşfîz'zelam

Ev pirtûk xwerûbi zimanê Erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye

Kîtab ul-Ebrîz

Şêx Evdirehman, vê pirtûkê jî bi zimanê Erebî nivîsiye. Li ser eyişandin û îsbata Qur'anê ku pirtûkeka asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Mihemed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye.

Sedemê Nivisandinê

Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye:

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner

Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min “aferîn“

Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina bade û meyê û herweha daketina meyxaneyê û li ser evîna xwe jî gotiye:

Were ey qelem ser siyaqa ewil

Tu jî saqiya bîne cama çu gul
Ku seccade û xerqe û sebheyê
Bikim rehnê bade di meyxaneyê

Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana Şêx Evdrihmê Axtepî ne:

Da çêbitin der dil tereb

Turk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb
Ser ah û kovan û keser

Axtepî li ser evîna xwe di Dîwanê de jî weha gotiye:

Ji dil daxwazê yarê

Qewî mexmûrê badê me
Murîdê saz û badê me
Bi îxlasê temennayê
...
Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê
...
Îd e, keyf û şahî ye nêv xas û amê xulxul e
Yek yekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e
...
Turk û Tacik û Qeçer ber milkê dil anîn hucûm
Pey bi pey, saet bi saet xaretê Kurdan dikin

Çavkanî