Nimêj: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
file+, please check caption |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
[[Wêne:Prayer in Cairo 1865.jpg|thumb|Nimêj]] |
[[Wêne:Prayer in Cairo 1865.jpg|thumb|Nimêj]] |
||
[[File:Muslims praying in a Masque in Bangladesh.jpg|thumb|300px|Muslim men prostrating during prayer in a mosque in [[Bangladesh]]]] |
|||
'''Nimêj''', ('''limêj''', '''mêj''') an jî '''selat''' ({{bi-ar|صلاة الجماعة}} ṣalât-ul-câmiʿa) di [[misilman]]tiyê de cûnek [[dua]]yan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin. |
'''Nimêj''', ('''limêj''', '''mêj''') an jî '''selat''' ({{bi-ar|صلاة الجماعة}} ṣalât-ul-câmiʿa) di [[misilman]]tiyê de cûnek [[dua]]yan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin. |
||
Guhartoya 15:50, 9 nîsan 2015
Nimêj, (limêj, mêj) an jî selat (bi erebî: صلاة الجماعة ṣalât-ul-câmiʿa) di misilmantiyê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.
Nimêja di îslamê de
Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.
Curreyên nimêjê
- Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înî yê.
- Nimêjên ku pêwist in / wacibin: Nimêja witr (sê rikat nimêja ku piştî eşayê tê kirin)û nimêjên cejnan
- Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.
Rekatên nimêjê
Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.
Dema nimêjê | Sunnetên ku berî ferzan tên kirin | Ferz | Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin | Witr | Tevahî |
Sibe | 2 | 2 | - | - | 4 |
Nîvro | 4 | 4 | 2 | - | 10 |
Piştî Nivro/Esir | 4 | 4 | - | - | 8 |
Êvar/Mexreb | - | 3 | 2 | - | 5 |
Şev/Eşa | 4 | 4 | 2 | 3 | 13 |
Ferzên nimêjê
Ferzên nimêjê 12 ne. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.
Li gora mezheba Şafiî û Henefî yan şertên nimêjê:
- bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
- paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
- por kirina bedena xwe
- Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
- gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
- nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî sunnet e yanî kirina Mihemmed Pêxamber e.
Ruknên nimêjê
- Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîr ê dest bi nimêjê kirin
- Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
- Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
- Rukû': Xwe xwar kirin
- Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
- Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
- Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.
Tiştên nimêjê xera dikin
- Qise kirin
- Xwarin yan jî vexwarin
- Bi dengekî bilind kenandin
- Ji yêkî din ra silav dan yan jî silava yêkî din girtin
- Guherandina hêla Qible yê
- Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
- Bi zanebûn kuxandin (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
- Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûyin
- Pifê tiştekî kirin
- Quran a Pîroz xera xwandin
- Xera bûna destnimêjê
- Gava di nimêja sibê da roj hil were
- Bîrva çûn û dîn bûn