Îbrahîm Seydo Aydogan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 22: Rêz 22:


== Berhem ==
== Berhem ==
*[[1999]] [[Reş û spî]](Roman, Doz-1999, 288 r.)
*[[1999]] [[Reş û Spî|''Reş û Spî'']], roman,  Weşanên Doz, Stenbol, 288 r.
*[[2003]] [[Leyla Fîgaro]] (Roman, Mîr-2003, 163 r.)
*[[2003]] [[Leyla Fîgaro|''Leyla Fîgaro'']], roman,  Weşanên Mîr, Stenbol, 163 r.
*[[2005]] [[Hezkiriya Xwedê]](Çîrok, Belkî)
*[[2005]] [[Hezkiriya Xwedê|''Hezkiriya Xwedê'']]'', ç''îrok,  Weşanên Belkî, Amed.
*[[2013]] [[Guman: Zimanê kurdî, demsazî, hevoksazî, watesazî û gotar]] (Lêkolîn, Lîs)
*[[2013]] ''[[Guman 1: Zimanê Kurdî]],'' lêkolîn,  Weşanên Lîs, Amed.
*[[2014]] ''[[Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî]]'', Weşanên Rûpel, Stenbol.


== Binêre ==
== Binêre ==

Guhartoya 20:37, 17 gulan 2015

Îbrahîm Seydo Aydogan (*1976 Qoser) nivîskarekî kurd e.

Jinenîgarî

Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993'an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001'ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003'an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006'an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir.

Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996'an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999'an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket.

Pirtûka wî ya sêyem Hezkiriya Xwedê ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005'an de çap bû.

Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir.

Ji sala 2007'an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye.

Îbrahîm Seydo herweha pirtûka Orhan Pamuk ya bi navê Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci) jî wergerandiye kurdî.

Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013'an hate çapkirin.

Berhem

Binêre

Girêdanên derve

Hevpeyvîna Muhsin Seyda ligel Îbrahîm Seydo Aydogan

Hevpeyvîna Yado Ciwan ligel Îbrahîm Seydo Aydogan

Hevpeyvîna Vedat Cetin li gel Îbrahîm Seydo Aydogan