Huseynê Mukriyanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 6: Rêz 6:
| wêne sernav = Damaw Husênê Mukriyanî
| wêne sernav = Damaw Husênê Mukriyanî
| roja jidayikbûnê = 1893
| roja jidayikbûnê = 1893
| roja mirinê = 1948
| pîşe = Dîrokzan
}}
}}
'''Damaw Husênê Mukriyanî''' yan '''Husên Hûznî Mukriyanî''' yan jî '''Damawî Mukriyanî''' (12’ê [[îlon]]a 1893'an, li [[Mehabad]]ê - 20’ê [[îlon]]a [[1948]]'an, li [[Bexda]]dê) [[dîrokzan]] û [[rojnamevan]]ekî [[kurd]] e. Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, ''Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl'' e. Di 12 [[sal]]iya xwe da çû [[Merax]], [[Tewrêz]] û [[Yerewan]]ê. Pişt ra, 12 sala bi [[kinc]]ên [[afxanî]], ji bo komkirin û tomarkirina [[dîrok]]a kurd, li hemû [[Kurdistan]] û welatên derva ([[Misir]], [[Libnan]], [[Hîcaz]], [[Fransa]], hwd) geriya.

Guhartoya 13:15, 7 hezîran 2015

Damaw Husênê Mukriyanî
Damaw Husênê Mukriyanî
PîşeDîrokzan
biguhêreBelge

Damaw Husênê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (12’ê îlona 1893'an, li Mehabadê - 20’ê îlona 1948'an, li Bexdadê) dîrokzan û rojnamevanekî kurd e. Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Pişt ra, 12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva (Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd) geriya.

Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.

Wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.

Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand

Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara "Zarî Kurmancî" derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.

Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.

Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir

Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.

Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdadê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veşartin.

Çavkanî