Nisêbîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 53: | Rêz 53: | ||
Jinên deqandî, bi kiras û xeftenên xwe yên rengîn vî bajerê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in. |
Jinên deqandî, bi kiras û xeftenên xwe yên rengîn vî bajerê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in. |
||
Pira herî navdar ya bajêr [[Pira Eleman]] e, ku li |
Pira herî navdar ya bajêr [[Pira Eleman]] e, ku li sêr [[çemê Nisêbînê]] an ji [[Cexcex]] ({{bi-tr|Çağ-Çağ}}) di dest pêka salên 1900 de ji aliyê [[Elman]]an ve hatiye çêkirin û navê wê maye ''Pîra Eleman ''. |
||
Her wiha meqamê [[Salmanê Farisî]], keleh û |
Her wiha meqamê [[Salmanê Farisî]], keleh û xirbeyen [[Marîn]]ê, keşîşxaneyên Mar Yaqûb, Mar Bobî, Mar Abraham, Qesra Belek, Xerabê Baba, [[Qijleya Nisêbînê]], Tirbeya Pîr Kemal û Zêwiya Noka çendek ji cihên kevnar yên bajêr û derûdorê bajêr in û hêjayî dîtinê ne. |
||
== Gundên Nisêbînê == |
== Gundên Nisêbînê == |
Guhartoya 21:48, 8 tebax 2015
Navçeya Nisêbînê Nusaybin | |
Bajarê Nisêbînê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Nisêbîn |
Hejmara nahiyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 66 gund |
Gelhe (2008) | 113.007[1] kes |
Rûerd | 1.170 km2 |
Berbelavî | 96,6 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 84.372 kes |
Koordînat | 37°4′35″Bk 41°13′3″Rh / 37.07639°Bk 41.21750°Rh |
Bilindayî | 470 m |
Koda postayê | 47300 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Nisêbîn (ji yewnanî: Νίσιβις, Nísivis, Nísibis) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Reya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh, pembo dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye.
Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin.
Di dîrokê de Nisêbîn
Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajerî kirine. Di nav gelê de weke Welatê Şahmaran ji hatiya bi nav kirin. Çanda Şahmaran têde mezin bi cîh e. Sumeriyan gotine Nirbo, Babîliyan gotiye Aramîs-Nîsîbîs, Hûrî-Mîtaniyan jê re gotine Nabila-Kengê an jî Nas û bîna, Aşûriyan gotine Meppîn-Suba, Suryaniyan gotine Nasibîna-Sarbo, Sasaniyan gotine Ahvaz, Ereban nav lê kirine Nasîbeyn û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.
Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek Şêx, Siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimuneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, Girnewas e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermahiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexwêş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji qeda û belayê biparêze.
Gelek gerokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.
Yek ji van aliman Ibn Cubeyr e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: Bajêr ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gûl û kulîlkên xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cîhekî xwêşe ji bo kêf û seyranê.
Dibistana Nisêbînê
Piştî belavbûna ola Xiristiyaniyê li bajêr zanîngeheke ku hemû zanistên wê demê fêr dikirin hate damezirandin (326'an ji aliyê Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Efram ve). Li gor belgeyen dîrokî di dibistana Nisêbînê de 2000 xwendekarî dixwend û destûr û rêziknameyeke dibistanê jî hebû.
Taybetmendiyên bajêr
Jinên deqandî, bi kiras û xeftenên xwe yên rengîn vî bajerê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in.
Pira herî navdar ya bajêr Pira Eleman e, ku li sêr çemê Nisêbînê an ji Cexcex (bi tirkî: Çağ-Çağ) di dest pêka salên 1900 de ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin û navê wê maye Pîra Eleman .
Her wiha meqamê Salmanê Farisî, keleh û xirbeyen Marînê, keşîşxaneyên Mar Yaqûb, Mar Bobî, Mar Abraham, Qesra Belek, Xerabê Baba, Qijleya Nisêbînê, Tirbeya Pîr Kemal û Zêwiya Noka çendek ji cihên kevnar yên bajêr û derûdorê bajêr in û hêjayî dîtinê ne.
Gundên Nisêbînê
- Gotara bingehîn: Lîsteya Gundên Nisêbînê
Gotinên li ser Nisêbînê
- Abdullah Öcalan: « Nisêbin gula welat e ».
Binere jî
Çavkanî