Îslam: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Eva çi rezalete MikaelF ? Tu admini ji tere eybe tişte waha.!
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Xwedêda Ozyilmaz hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya MikaelF
Rêz 173: Rêz 173:


Bi taybetî ev pirs li Kurdistana azad îdî hatiye qonaxeka gelek hesas; tevgerên îslamî yên îdeolojîk ên siyasî yên ereb, tirk û faris dixwazin di riya îdeolojiyên xwe yên îslamî re civaka kurd a îslam têxin bin hegemoniya xwe, wê li hember tevgera kurd a modern, li hember xiristiyanî û rojava (Ewropa, Amerîkayê û cihûyan) bikarbînin, heta li hember dîn, mezheb û terîqetên li Kurdistanê bikin aletê êrîşkariyê.
Bi taybetî ev pirs li Kurdistana azad îdî hatiye qonaxeka gelek hesas; tevgerên îslamî yên îdeolojîk ên siyasî yên ereb, tirk û faris dixwazin di riya îdeolojiyên xwe yên îslamî re civaka kurd a îslam têxin bin hegemoniya xwe, wê li hember tevgera kurd a modern, li hember xiristiyanî û rojava (Ewropa, Amerîkayê û cihûyan) bikarbînin, heta li hember dîn, mezheb û terîqetên li Kurdistanê bikin aletê êrîşkariyê.

==Pendên kurdî li ser dînê îslamê==
*''Roja kurd bûn misilman, windabûn li cîhan.''


== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 22:38, 24 çiriya paşîn 2015

Kabe li Îslamê ew lazime ku her misilman biçe mala Xwedê bo hecê

Îslam, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام‎‎, îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin[1]. Sune yanê kirin û gotinên pêxember Mihemed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tirmizî û Bûharî de hatine komkirin.

Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1.62 milyar kes e.[2][3]

Wateya bêjeya Îslam

Rehê bêjeya Îslam xwediyê du wateyan e;

Destpêka Îslamê

Mihemed Pêxember di sala 570'an de li bajarê Meke li Erebistana Siyûdî ya îro hatiye dinê. Di 40 saliya xwe ango di sala 610'an de Cebraîl ayetên yekem yên Quranê ji wî re anî. Ji wê rojê şûn de di navbera 23 salan de ji Pêxember Mihemed re hemû Quran ayet bi ayet tê. Îslam ola Xwedê ya dawî û neguhertî ye û ji ber vê yekê misilman xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Mihemed Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû pêxemberên li berî xwe ye. Misilman hemû pêxemberên ku di Încîl û Tewrat ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin.

Bingehiyên ola Îslamê

Pênc mercên Îslamê

Bêjeya şehadetê

  • Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahekî din tune û Mihemed resûlê Xwedê ye.
  • Erebîya wî : لا اله الا الله محمد رسول الله

Di gora Îslam ê, gava ku mirovek bixwezî bibe Misliman, bese tenê vî şehadetê ji dil û can yanê bi niyetekî rast li ba du Misilmanan bibêje. Herweha va hevoka şehadetê di guhên zarokên, ku yên nu hatine dinê, û di guhên mirovên ku êdî dimirin de jî tê gotin. Bêjeya şehadetê di jiyana Mislimanan de cîhekî bilind digirî. Her Misliman roj bi roj di nimêj û banga nimêj de şehadetê tinîn. Lêbelê divê rind bê zanîn, meriv hema devkî vê gotinê bêje, wateya wê nizanibe û jiyana xwe li gor emir û fermanê Xwedayê Mezin rêvenebe nabe misliman. Belkî xwe dixapîne. Hezar heyf îro li ser rûyê cîhanê pirê merivan yên dibêjin em misliman in di vî halî de ne. Tenê La îlahe Îlahe Îllallah dibêjin û di aliyê din de kar û şixûlê vê peyvê betaldikin dikin û dîsa dibêjin em misliman in.

Di serî deberya her tiştî seba merivek bibe misliman gotî birêk û pêk wateya La îlahe Îlahe Îllallahê baş hîn be. Peyre bi dil û can vê gotinê bêje û pêwîstiyê wê pêk bîne. Seba em vê rin hîn bin emê neçar vê mijarê hinekî dirêj bikin.

Nimêjkirin

  • Nimêj ji bona Misilmanan ferd e.

Misilman di rokî de pênc caran nimêja ferd dikin. Her nimêj demekî xwe heye û bangevan di wan deman de mirovan bangê nimêj dike: nimêja sibêh, nimêja nîvro, nimêja berê êvarê, nimêja êvarê û nimêja şevê. Li gori ve sise nimej bi şev u dido bi rone. Di berê nimêjê de bi avê destnimêj tê girtin. Lê gava ku av nebe an newe dîtin, mirov dikare bi ax û xaliyê jî destnimêj bigirî. Mirovên rêwî yan jî nexweş dikanin wekî rehetiyekek çend nimêjên xwe bi hevra yan jî dûra dû tengasiyê an bi kurtî bikin. Li roja îniyan, nimêja îniyê di mizgeftan de bi cemaetê tê kirin û xutbe tê xwendin. Di cejnên olî de jî, wekî cejna Remezanê û Qurbanê, nimêja cejnê tê kirin û piştî nimêjê mirov cejnên hevûdin bimbarek u pîroz dikin. Her weha wek mînak çend nimêjên din jî hene: nimêja li ser miriyan, nimeja diyariya mizgefte, nimêja teraviha, nimeja piştî rojhelat, nimeja tezbîha, sineten ratibe nimêjên ferd, sinnete nimêja witir û nimêja sinneta destnimêj.

Dana Zekatê

Zekat salê de carekî di hêla mirovên bawermend de ji bona belengazan, nexweşan, bêkesan û mirovên din yên hêwceyî tê dayin. Dayina zekatê girêdayiya dewlemendiya mirovan e.

Rojiya Remezanê

Li gora Îslamê rojî di meha Remezanê de tê girtin. Ji ber ku mehên erebî di gora hîvê tên hesaw kirin, dema meha Remezan ê her sal cuda ye. Di vî meha de mirov her roj ji berbangê hettanî roj çû ava yanê êvarê ne tiştekî dixun ne jî vedixun. Ji bona ku di rojanê birçî nebin, pirraniya mirovan şev re dibin paşîvê û zikê xwe têr dikin. Rojiya Remezan ê bi cejnekî mezin tê dawîkirin.

Çûna Hecê

Di gora Îslam ê gerê her Misilman di jiyana xwe de carekî here hec. Hec bi ziyaret kirina Kabe yê li bajarê Meke yê li welatê Erebistana Siyûdî ê tê şindê. Lêbelê hec girêdayiya dewlemendî û tenduristi ya mirovan e. Ji bona mirovên belengaz û nexweş hec ne mecbûr e. Ji mirovên ku çûne hec hecî tê gotin. Di hec de bawermend li dor Kabê digerin, rojekî li ser tipikê Arafat ê disekinin, di navbera herdû tipikên bi nav Safa û Merve baz didin, qurbanan dikin û wekî sembolekî Şeytan kevir dikin.

Her şeş şertên baweriyê

Di Quran a Pîroz de ji bona van şertan baweriyê re aha tê gotin: "Gellê bawermend! Hûn bi Xwedê û Pêxemberê wî re û bi vê pirtûka re, ku wî ji Pêxemberê xwe re şandiye û bi wî pirtûka re ku wî hina berê şandî bû, bawer bikin. Û kîjan mirov bi Xwedê re û bi feriştên wî re û bi pirtûkên wî re û bi Pêxemberên wî re û bi roja dawiyê bawerî neke, ew di wundabûnekî dûr de wunda buye." Sûre ya Nîsa 4/136

Û di hadîsa Mihemed de jî aha tê gotin: "Bawerî ji van mercan pêk tê: Bi Xwedê û feriştên wî, bi pirtûk û Pêxemberên wî, bi roja dawî û qederê bawer bike."

  • Bawerî bi Xwedê re

Xwedê afirandêr, reb û xwediyê hemû tiştan e. Hemû tişt girêdayî Wî ne, lê Ew girêdayî tu tiştî nînê. Bawerî ji mezintiya Xwedê re. Tenê ji Wî re perestî tê kirin û tenê ji Wî alîkarî tê xwestin. Ji yêkbûna Xwedê re bawerî. Ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahên din tunin. Ew ne hatiye dinê ne jî yekik aniye dinê.

  • Bi feriştên (milyaket) wî re

Ferişte yek ji qûl/bendên Xwedê ne û ji nûrê hatine afirandin. Mirov wan nikarin bi çavan bibînin, lêbelê ew me dibînin. Vatiniya feriştan perestina û cîh anîna fermanên Xwedê ye. Wekî hemû olên semîtîk di Îslamê de jî çar feriştên mezin hene: Cebraîl ji hêla Xwedê de wahiyê ji pêxemberan re tîne, Mîkaîl gerdûnê birêve dibe, Îsrafîl di roja heşir û meşirê pifê sûrê dike û feriştê mirinê bi nav Azraîl rihê mirovan digirî.

Xweda yê Dilovan li her demê ji pêxemberên xwe re pirtûk û rûpelên pîroz şandiye. Bi van pirtûk û rûpelan Xwedê ji mirovan re fermanên xwe agahdar kiriye. Pirtûk û rûpelên ku em dizanin vana ne:

a) Tewrat, ji Mûsa re hatiye şandin û pirtûka pîroz yê Zarokên Îsraîlê.

b) Încîl, ji Îsa re hatiye wahiy kirin û pirtûka pîroz yê îsewîyan.

c) Zebûr a Davût

d) Rûpelên Îbrahîm

e) û pirtûka pîroz yê herî dawî bi nav Qurana Pîroz e ku ji pêxemberê dawî Mihemed re hatiye şandin. Êdî li gora Îslam ê li hettanî roja qiyametê qet pêxember û pirtûk jî nayên şandin.

  • Bi hemû Pêxemberên wî re

Xwedê li her demê ji mirovan re pêxember şandine. Pêxember ê yekemîn Adem e û yê herî dawî Mihemed Pêxember e. Di Îslam ê de pêxember jî tenê mirovin, lê hinek pêxember bi destûra Xwedê ji bona mirovan re mucize hene. Îsa Pêxember nexweş pak dikirin û mirî sax dikirin. Xwedê bi hezkirina xwe şiv/çoyê di destê Mûsa Pêxember kiriye mar û behra mirî kiriye du parçe. Li gora zanayên Misilmanan Xwedê hemû bi hevra 120 hezar pêxember şandine û pirraniya van pêxemberan di hêla gellê xwe de hatine kuştin.

  • Bi roja dawiyê (Roja Axretê) re

Roja Exerê roja dawî yê cîhanê ye. Di wî rojê Xwedê hemû mirovan ji gorê dîsa bi zindî derdixinî û wan li derekî kom dike. Ew Xwedê yê ku cara yêkemin mîrov ji tune bûne afirand, di cara duyemin de jî dikanî wan zindî bike. Roja Exerê Xwedê li ser buyeroja mirovan biryar dide û bihûşt (Cennet) û dojeh (Cehnime)tên eşqere kirin. Herweha pejirandina ji roja dawiyê re yêk ji şeş şertên baweriyê yên Îslam ê ye.

  • Bi [qederê] re

Bawerî ji zanayina bêdawî û hîkmeta Xwedê re. Gerdûn bi daxwaza Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê Xwedê hemû tiştên di gerdûnê de dizane û hemû tişt li ba Wî hatiye nivisîn. Bê daxwaz û ferman û afirandina Wî qet tiştek çê nabe û nayê holê.

Çend aliyên ola îslamê

Mezheb di Îslamê

Sunî

Di dirokê de ola îslam ê di çend aliyan va ji hev cihê buye. Di roja îro de 90% ji hemû misilmanan sunî ne. Lêbelê sunî bi xwe ji di hêla çend mezheban de belav bûne. Navê mezhebên sunî henefî, malikî, henbelî û şafî ne. Di nav vana de jî mezheba henefî ya herî mezin e. Pirraniya kurdan xwe wekî şafî dihesibinin, lê yên henefî jî hene. Wehabî bi xwe ji aliyekî henbeliyan re tê gotin, ji ber ku ewna mezheba henbelî hinekî cûda şîrove dikin.

Şiî

Şiî bi pirraniya piştvanên xwe di îslamê de yên duyem in. Mîna suniyan çend aliyên şiiyan jî hene: îmamî bi piranî li welatê Îran, Iraq, Bahreyn û Libnan ê dijin. Dûra îsmaîlî jî hene û li dewleta Hindistan, Pakistan, Afxanistan û Tacîkistanê dijin. Zaîdî jî yek ji komala şiiyan in û tenê li welatê Yemenê tên ditin.

Xaricî

Xaricî di roja îro de komala yê herî piçûk yê ola îslam ê ne. Tenê aliyekî xariciyan bi nav îbadî hetanî roja îro hatiye. Xaricî tenê li başûrê Cezayêr ê, Omanê û Cerbayê hene.

Elewîtî

Wateya ola Îslamê

Gerdûna ku em tê de dijîn bi sazûmaniyekî hatiye çêkirin. Di navbera hemû tiştên, ku di vê gerdûnê de cîh digrin de, nizamek heye. Hemû tişt bi avayekî bêkêmasî şinda xwe di vî pilana mezin de digirin. Roj, heyv, stêrk û tiştên ku em dibînin yan jî hina nabinin ji vî destûra Xwedê re teslîm bûne.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me asîman û zemîn û tiştên ku di nav wan herduyan de ne bi dadvanî û ji bo demekî navdayî afirandiye" (Qurana Pîroz, Sûreya Ehqaf: 46/3)

Ji xêncî mirovan, hemû gerdûn ji destûra Xwedê re bi dil an jî bê dil îte'et dikin. Bê şik ev bêkêmasiya gerdûnê ji radestiyê pêk tê. Bi vî avayî Îslam ji mirovê yekemin Hz. Adem heta Pêxemberê dawî Hz. Mihemed navê hemû olên rast e.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Di roja îro de min ji we re, ola we pêk aniye û min qenciyên xwe ji we re paşî anî û min ji bo we ola bi navê Îslam hilbijartiye" (Quran a Pîroz, Sûreya Maîde: 5/3)

"Me ji her Pêxemberî berî te şandiye re herdem wiha wahiy kiriye: Qet xudayekî din ji pêştirê min tunin, êdî hûn ji min re perestî bikin." (Sûreya Enbiya: 21/25)

Lêbelê di piştî derketina rastiyê, teslîm bûn dîsa di destê mirovan de ye. Di dirokê de gellek komal ji bo înkariya xwe hatine tunekirin.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me qet welatek bê hişyardarekî tune nekiriye. Ew hatine hişyar kirin. Bi rastî em ne sîtemkar in." (Sûreya Şûera: 26:208-209)

Li gor Ola Îslamê an mirov wekî ku Xwedê ji wan dixwaze radest dibin, bawer dikin an jî rik dikin, li dû hewesên xwe diçin û dijî Xwedê derkevin. Lê her çendî mirovahî teral û bedbîn be jî ev banga Yezdanî heya roja dawiyê wê berdewam bike. Wê hinek bawerbikin û hinek jî înkar bikin. Lewra Xwedê Teala jî azadiya bawerkirin û înkarkirinê daye eşrefê mexluqan.

Kurd û îslamiyet

 Gotara bingehîn: Îslamiyet li Kurdistanê

Van demên dawiyê hin minaqeşe li ser rola îslamiyetê ya di civaka kurd de tên kirin. Pirtir jî li ser rêgiriya wê ya di têkoşîna rizgarîxwazî ya civaka kurd de tê rawestiyan.

Minaqeşe ji bal hin organên ragihandina tirk, ji devê kesayetiyên kurd ên populer, tenê di çarçeweyeka populeriya medyatîk de tên kirin. Tê gotin ku xwedêgiravî ”kurdan piştî ku bûn misilman wenda kir, kurd bi şaşî, bi darê zorê bûn misilman, îslamiyetê rê li ber pêşveçûna kurdan girt” û hwd.

Ev îdîa di nav tevgera neteweperestiya kurd de ne îdîanî nû in. Di seranserê mêjûya qonaxa netewebûna kurdan de meriv rastî wan tê.

Diyar e ragihandina tirk a nasyonalîst vê minaqeşeyê ji bo wê yekê popularîze dike ku tevgera siyasî ya kurd ji cemawerê kurd ê bawermend ê misilman dûr bixe. Bi taybetî ragihandina derûdora AKP'ê dixwaze vêya ji bo kêmkirina dengên DTP'ê û partiyên siyasî yên din ên kurd û bilindkirina dengên AKP'ê li Kurdistana bakur di hilbijartinên parlamentoyê yên payizê de bikar bîne. Armanc ew e ku di nav xelkê kurd ê misilman de qenaetekê belav bikin goya kurdên siyasî ji îslamiyetê dûr in, heta li dijî îslamiyetê ne.

Du sal berê gava anketek di nav gerîllayên PKK'ê de hat kirin û di anketê de sempatiyên ji bo zerdeştiyê hatin diyarkirin, hejmareka zêde ji bersivderan zerdeştî wek dînê kurdan nîşan da, ragihandina tirk a derûdorên îslamiyên siyasî cardin ev anket di nav kurdan de li hemberî kurdên siyasî bikaranî.

Em rastiyê bêjin, di nav tevgera nasyonalîst a kurd de jî hergav yên ku gotine îslamiyet ne dînê kurdan ê eslî ye, zerdeştî dînê eslî yê kurdan e (bê îdî qesd ji dînê eslî û yê ne eslî çi ye) hebûne, niha jî hene. Yên ku dibêjin îslamiyet rêgir bûye li ber pêşveçûna civaka kurd jî ne hindik in.

Lê gava meriv bala xwe bidiyê, ev minaqeşeyên di derbareyê rola îslamê ya di civaka kurd de, tim li ser esasekî îdeolojîk û di çarçeveyeka populîst de hatine kirin. Ji bo ku tirkan, ereban û farisan îdîa kiriye ku kurd bi nîjadên xwe parçeyek ji wan in, kurd, ne kurd in, ereb, tirk yan faris in û îslamtiya kurdan kiriye nimûneyeka mişterekiya xwe û kurdan, nasyonalîstên kurd jî bi her wesîleyê xwestiye vê mişterekiyê ji kurdan dûr bixe. Wan dîtiye ku ji ber vê mişterekiya han, dijminên kurdan dikarin bi rehetî kurdan bixapînin, civakê ji tevgera rizgarîxwaziyê dûr bixin û bikêşin aliyê xwe, beşek ji nasyonalîstên kurd jî êrîşî îslamiyetê kiriye, wan ew, dînê ne eslî ê kurdan dîtiye û xwestiye kurdan ji wê dûr bixin.

Lê meriv dibîne ku li ser esasên zanistî lêkolîn li ser rola dînan, ya îslamiyetê, ya mezheb û terîqetan a di civaka kurd de nehatine kirin. Taybetmendiyên îslama di nav civaka kurd de, homojenî û heterojeniya wê, peywendî û rolên mezheb û terîqetên wê di nav civakê de, peywendî û tesîrên du alî yên navbera îslamê û dîn û mezhebên ne-îslamî li ser esasên zanistî nehatine zelalkirin.

Lazim e rola îslamê, rola hemû dîn, mezheb û terîqetên ku li Kurdistanê hene bi awayekî ilmî bibin armancên lêkolîn û lêgerînan, ji bo van behsan pêwist e li unîversîteyan beşên taybetî bên vekirin, akademî û enstîtu bên danîn û ew bi piralîtiya xwe ya ji populîzmê, ji endîşeyên îdeolojîk û siyasî dûr bên lêkolan.

Gava meriv bala xwe bide tarîxa avabûna neteweya kurd û rola dîn, mezheb û terîqetan di peydabûna civaka kurdewarî de, meriv ê bibîne ku ew dîn, mezheb û terîqetên îslamî yên ku di civaka kurd de rengvedane ji îslamiyeta ereb, tirk û farisan biferqtir e.

Ji bo îslamiyet mişterkiyeka me û serdestên me yên ereb, tirk û faris e, erê, îslamiyetê roleka têkoşeriya li hemberî wan bi wê dereceya ku em dixwazin nelîstiye. Heta gelek caran wan îslamiyet di nav miletê me de li hemberî me xurttir bikar aniye û civakên me ji şerê rizgariyê bidûr xistine.

Ev ne taybetmendiyeka suruştî ya îslmiyetê ye. Di seranserî dîrokê de di hemû dîn û mezheban de ev taybetmendî hebuye. Xiristaniyet jî, dînên din jî wiha bûne. Geva civak û hêzên ku hatine hemberî hev, eger dîn û mezhebên wan mişterek bûye, çi bi awayekî baş yan xerab rola wan kêm buye, lê gava ew civak û hêz ji dîn an mezhebên cuda bûne, wan rehettir karibuye dîn û mezheban bikin argumentên têkoşîna li hemberî hev.

Ji bo ku efendiyên kurdan jî misilman bûne, wan nikaribûye misilmantiyê di têkoşîna rizgarîxwaziyê de ew qas bikarbînin, lê pakistanî û bengladeşiyan ew bikaraniye û dîn buye komponentek ji rengdana netewetiya wan civakan. Heta di kurdan de jî, mesela, li Kurdistana Îranê ji bo ku kurd sunne û faris şîe ne, îslama kurd li wê derê rola parastina kurdewariyê lîstiye. Şafiîtiya kurdan û bi taybetî terîqeta neqşîbendiyê di prosesa avabûna netewî ya kurd de bûne komponentên xurt.

Ji alî din, ji bo ku ereb, tirk û faris misilman bûne, îslamiyet li hemberî wan nebûye alaya têkoşînê ya îdeolojîk a siyasî û rengekî paradîgmaya siyasî nedayê xwe, tenê bi rola xwe ya dînî ya di nav civakê de maye. Mesela îslamtiya ereb, tirk û farisan a li hemberî Amerîka û Ewropaya xiristiyan, a li hemberî Îsraîla yahûdî bûye îslamiyeteka milîtan, tevgera nesyonalîst yan jî em bêjin a dunyewî ya van milletan bi komponentên hişk ên fundamentalîst ên îslamî hatine hûnan, îslamiyeteka ji ya kurdan cudatir di nav wan de heye.

Lê îslamiyeta kurdan ji eyyubiyan bigire heta barzaniyan, îslamiyeteka nerm a tolerant a bi civakê re lihevhatî ya heterojen e ku hem li hember dîn û mezhebên din xweşdivê û danûstên e, hem li ber nirxên dunyewî yên wek pozîtîvîzmê, pişt re modernîzmê û bi taybetî sekularîzmê, azadî û wekheviya nevbera çîn, tebeqe, dîn, mezheb, terîqet, jin û mêrên civakê de tolerant e, bikêmasî li wekhevîxwaziyê ne girtî ye.

Van salên dawîn, hin diyardeyên dînî yên radîkal ên fundamentalîst ketine nav civaka kurd, ew tevgerên siyasî yên îslamî ên kurd ên radîkal ên ji neteweperweriyê dûr, ew bîrûbaweriyên li hember nirxên modern, ji îslamiya ”tredîsyonel” a kurd nayên, ji wehabîtiya sîûdiyê, ji îslama mîlitan a ereban, tirkan û farisan, ji bizava el-Qaîdeyê tên û em dibînin ku îslamiyeta ”tradîsyonî” ya kurd bi wan re dikeve nav nakokiyan, wan red dike.

Îslamiya kurdan hê ji dewra Selahedînê Eyûbî de ji ya qewmên din cuda bû. Îslamiyeta Selahedînê Eyûbî ne li hemberî xiristiyanan bû, tifaq bi xiristiyanên ortodoks ên Rojhilata Navîn re kiribû, berê xwe dabû xiristiyaniya katolîkiya frenkan a ku ji Ewropayê hatibû û herêm dagir kiribû, yanî ne li hember xiristaniyetê, lê li hember dagirkeriya biyanî bû. Îro ereb dixwazin Selaheddîn ji xwe re di têkoşîna li hemberî Rojava ya nemisilman û Îsraela cihû bikin ala. Lê Selahedîn bi tu awayî ne li hember yahûdîtiyê bû. Gava piştî têkçûnê xiristiyanên Ewropayê Qudus terk kirin û ber bi welatên xwe ve çûn, Selahedîn bankir cihûyên qewirandî da bên li wan taxên Qudusê yên ji xiristiyanan valabûyî bicî bibin. Yanî yê ku pêşiyê yahûdî vegerandin Qudusê Selahedînê Eyûbî bû.

Selahedîn bi xwe kurdê şafiî bû, lê heta mirina wezîrê herî dawîn ê xelifeyê fatimiyan (awayekî şiîtî) wî li Qahîrê wezîriya xelîfe kir. Gelek caran Nuredîn Zengî tirk ê sultanê dewleta zengiyan ji Şamê xeber ji Selaheddîn re rêkir ku ew textê xelîfeyê fatimiyan wergerîne û xutbê li ser navê xelîfeyê sunneyan ê ebessî yê li Bexdayê bixwîne, wî qebûl nekir, got ez îxanetê bi xelîfê fatimiyan re nakim. Heta xelîfeyê herî dawîn ji ber nexweşiya xwe bi xwe mir û dewleta fatimî belav bû, jî ew pê re ma.

Selahedîn li hember mezheb û terîqetên wê demê ê îslamiyetê jî xweşbîn bû. Tarîx behsa xwesbîniya wi ya li hember xaşxaşîyînên serhişk ên sekter ên sûîqastçî dikin tevî ku xaşxaşiyînan gelek caran xwest bi sûîqasdan wî bikujin.

Gava meriv li tarîxa avabûna netewetiya kurd û îslamiyeta ku rola xwe di vê netewetiyê de lîstiye binêre, tê dîtin ku ji eyyubiyan heta Ehmedê Xanî ji wir jî heta barzaniyan ev taybetmendî xwedan xeteka dîrokî ya berdewam a bênavbirr in. Em bibîrbînin, baweriyên şêxên barzan ên neqşîbendî yên li ser civakê; mesela wekhevîxwaziya navbera tebeqe û cinsiyetan, pirsa zewacê, parvekirina malê dinyayê, nêrîna li hember dîn û mezhebên xiristiyaniyê û yahûdîtiyê, li hember êzîdîtiyê û mezhebên îslamî yên cuda di bingehên xwe de wek ên Selaheddîn in û belkî jê pirtir şaxvedayî, zelaltir û piralî ne.

Belkî jî bi vî awayî ye ku homojeniyeka encama asîmîlasyonîstiyê neketiye nav îslamiyeta kurdan; ew şafiî, henîfî, şîa û elewî mane, ew îslam û êzîdî mane, neqsebendîtî, qadirî, nûrcîtî û terîqet û qenaetên din bê pevçûn li gel hev jiyane, ew bi xiristiyan û yahûdiyên deverê re lihevhatî, di nav hevaltiyê de mane. Û hemû van habûn, pêywendî û bihevrejiyanan kiriye ku îslam bi awayekî îdeolojîk û siyasî nekeve nav tevgera netewetiya kurdan, îslam nebe yek ji alayên wê, netewetiya kurd karakterekî sekuler (laîk) bigire.

Gelek tiştên din di vî warî de dikarin bên gotin, lê helbet mexseda nivîsareka wek vêya ne lêkolîn û zelalkirina van fenomenan e. Mexsed ew e ku balê bikêşe ser wê yekê ku ji ber bi awayekî zanistî rola îslamê û taybetmendiyên îslama civaka kurdewariyê nayê lêkolan, hem dijîslamiya populîst a nav kurdan, hem jî dezînformasyonîstên dijminên kurdan pirsê şaş datînin ku zerarê dide tevgera modern a kurdewariyê.

Bi taybetî ev pirs li Kurdistana azad îdî hatiye qonaxeka gelek hesas; tevgerên îslamî yên îdeolojîk ên siyasî yên ereb, tirk û faris dixwazin di riya îdeolojiyên xwe yên îslamî re civaka kurd a îslam têxin bin hegemoniya xwe, wê li hember tevgera kurd a modern, li hember xiristiyanî û rojava (Ewropa, Amerîkayê û cihûyan) bikarbînin, heta li hember dîn, mezheb û terîqetên li Kurdistanê bikin aletê êrîşkariyê.

Pendên kurdî li ser dînê îslamê

  • Roja kurd bûn misilman, windabûn li cîhan.

Çavkanî

Girêdanên derve