Şerefxanê Bidlîsî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 46: Rêz 46:
== Girêdanên derve ==
== Girêdanên derve ==
* [https://archive.is/20121202093316/web.telia.com/~u63802125/Xaneper/Hemsida/Nivisar/Kurdimak/serefname.html Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê]
* [https://archive.is/20121202093316/web.telia.com/~u63802125/Xaneper/Hemsida/Nivisar/Kurdimak/serefname.html Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê]



[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
Rêz 54: Rêz 53:
[[Kategorî:Fîlozofên kurd]]
[[Kategorî:Fîlozofên kurd]]
[[Kategorî:Kesên ji Bidlîsê]]
[[Kategorî:Kesên ji Bidlîsê]]
[[Kategorî:Dîroknasên kurd]]

Guhartoya 22:46, 4 kanûna pêşîn 2015

Şerefxanê Bedlîsî
PîşeDîrokzan, Siyasetmedar
Dê û bav
  • Şemsedînê Bedlîsî (bav)
biguhêreBelge

Şerefxanê Bedlîsî (z. 25'ê reşemiyê, 1543 − m. 1603) nivîskar û dîrokzanekî kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.[1]

Berhem

Şerefxan, li gorî Celadet Bedirxan

Perçeyek ji gotarê Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan: Melayê Jaba di mafê Şeref-Xan de gotiye: Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di Colemêrgên e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ku cîhê hikûmeta Colemêrge peyda bû ye. Eşhar û ebyat bi zimanê Kurmancî û Farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da çûn li ser mafeya xwe bû ye û di nêv Colemêrgê de medfûn e.

Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefname Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi Kurmancî ne dîtine."

Peykerê Şerefxan li Silêmaniyê

Jiyana wî Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî (Mîr Şeref Xanê Bedlîsî, Şerefedîn Xan al-Bidlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê osmaniyan bû, rêwiyan cem safewiyan. Dema Şerefxan neh salî bû ligel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajerinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan parêzgeritiyê dike. Sala 1576'an ew ji li ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hew qasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578'an de. parêzgerê herêmê Xûsrev Paşa ji sulatanê wê demê 3'emîn Siltan Mûradê (ji sala 1574'an ta sala 1595'an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne li ser mîrîtiya wî li Ocaqliqa Bedlîsê. Li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana dîroka kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597'an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599'an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an yan jî 1604'an de çû ye li ser dilovaniya xwe.

Çavkanî

  • Bedlîsî, Şerefxan; Şerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998
  • Strohmeier, M. & Yalçin-Heckmann, L.; Die Kurden: Geschichte Politik Kultur, München 2000

Girêdanên derve