Pirikê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Artin66 (gotûbêj | beşdarî)
Pirikê
(Cudahî nîne)

Guhartoya 16:10, 29 kanûna paşîn 2016


Pirik (bi soranî: پّرک‎) lîstikek kevn le nav kurdên xurasanê ye. Pirik je peyva “pir” hatîye girtin ku çaxê birinê le lîstikê tê gotin.

terz lîstikê

Lîstikê pirikê pirtir le royêne newrozê û biharê le nav mêran û cewanan tê le dar xistin. Pirik le ser erdê nerm û zêdetir le ser ûlengê tê lîstin. Çend nefer ku dexwazin bilîzin dewine du kom û her komek çar ya pênc kes in. kesên her du koman pêyên xwa ta ser qupikê hil deden û sole û kurikê xwa jî verdêxinin. Xetek dayîreyî tê kişandin ê nîşanîyek mîna darek ya dîfalek ya kewrek ya tiştek din jî le 100 – 200 mitrîyê bêlî dewi.

Komek dekeve nav dayîrê û komek jî le der desekine . kesên komî der timîşe we dorî dayîrê da degerin û derevin û baz deden. Kesên koma nav dayîrê jî timêşe we dorî xêt da degerin.

Birin û baydan le vî lîstika va ye ku her kesek je komê der bikuyne destê xwa le serî yêkê je kesêne nav dayîrê xine (kumî wî hilîne!) û zûzû bireve û xwa bigîne nîşaneyê (dar ya dîfal ya …). Qe durust wê çaxê ku destê wî le serî yêkê ket û revî kesên koma nav dayîrê jî hevdu xewer deken û zûzû derevin ku xwa bigînine wî û bigirin. Eger wî bigirin koma der deşewite û gerê here nav dayîrê. Çaxî ku kesek wî bigire haka dewêje : pirr!

Eger jî weşe neken wî bigirin û ew xwa bigîne nîşaneyê , koma der birîye û dîsa le der dekekine.

Çaxî ku kesên koma der we dorî xêt da derevin ta kuma kesên nav xêt hilînin eger yêk je kesên nav xêt we lingê xwa lêxine pêqê yên der dîsa jî koma der deşewitin û gerê herin nav xêt (ûrta dayîrê). Çaxî ku kesên nav xêt dexwazin we lingê xwa lêxinin pêqê kesên der gerê lingek wan hetmen le nav xêt wi û destek wan jî le erdê kevê.

Çavkanî