Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Înfobox ÇIMA bi tîpên mezin dinivîsin? |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 41: | Rêz 41: | ||
* Giştî (nomînal) |
* Giştî (nomînal) |
||
* Giştî ([[Parîteya Hêza Kirînê|PHK]]) |
* Giştî ([[Parîteya Hêza Kirînê|PHK]]) |
||
* |
* Gelhe (nomînal) |
||
* |
* Gelhe (PHK) |
||
|TBH-GELHE = |
|TBH-GELHE = |
||
|EBM = {{Zêdebûn}} 0,915 (8.) (2014) |
|EBM = {{Zêdebûn}} 0,915 (8.) (2014) |
Guhartoya 11:12, 20 gulan 2016
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America) welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanadayê, Hawaî jî di Okyanûsa Pasîfîk de dimîne.
Hem di kurdî û hem jî di gelek zimanên din de gelek navên vî welatî hene:
- Amerîka, Emrîka
- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
- Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê û hwd.
Dîrok
Axa DYA'yê ya îro berê di bin destê amerîkiyên resen de bû (ji wan re tê gotin çermesor lê ev ne rast e). Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn.
Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye[çavkanî hewce ye]. Di sedsalên 16 û 17'an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî îngilîz û frans (freng, fransiz) li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir.
13 koloniyên Brîtanyayê di 4 tîrmeha 1776'an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787'an de jî DYA'yê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama Emerîkî.
Di sedsala 20'an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê cihanî yê duyem, ji aliyê leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşerî a Cîhanê.
Ol
Derbarê baweriya olî xelkê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de 80,5% xiristiyan (51,3% protestanî, 23,9% katolîk û 1,7% mormon) in. 16,1% ateîst in, 1,7% cihû 0,7% budîst, 0,6% misilman û 2,1% hindû. [1]
Erdnîgarî
Sînor
Dirêjiya sînoran 12 034 km ye :
- 8 893 km bi Kanada re (ji vê 2 477 km bi Alaska re ye)
- 3 326 km bi Meksîk re
- 29 km bi Kuba re (sînorê Guantanamo)
Erdnîgariya fîzîkî
- Çend agahî:
- Bajarê Nifûsa wî herî zêde : New York (19 mîlyon kes)
- Nuxteya herî bilind : Çiyayê McKinley li Alaska (6 194 metre)
- Nuxteya herî nizm : Badwater li Newala mirinê li Kalîforniyayê (- 86 metre)
- Çemê herî mezin : Mîsîsîpî-Mîsûrî
Çiyayên volkanîk
Çiyayên volkan ên aktîf bi piranî li rojava, li Alaska û li ser gravên Hawaî dikevin:
- Çiyayê Rainier (4392 m.), Washington
- Çiyayê Shasta (4322 m.), Kalîforniya
- Çiyayê Loa (4171 m.), Hawaî
- Çiyayê Adams (3743 m.), Washington
- Çiyayê Hood (3429 m.), Oregon
- Çiya-cemed Peak (3213 m.), Washington
- Çiyayê Redoubt (3108 m.), Alaska
- Çiyayê Saint Helens (2549 m.), Washington
Çemên herî mezin û dirêj ên DYA'yê
- Mîsîsîpî-Mîsûrî : 6 270 km
- Rio Mezin : 3 060 km
- Arkansas : 2 348 km
- Kolorado : 2 317 km
- Ohio : 2 102 km
- Columbia : 2 044 km
- Snake River : 1 670 km
Golên DYA'yê
Rûbera Golên Mezin bi timamî 250 000 km² ye.
- Lîsteya golên herî mezin:
- Golên din ên girîng:
Bajarên herî mezin
ji 4'an 3 ê nifûsa DYA'yê li Bakur-rojhilatê welêt dijîn.
- Bajarên herî mezin û jimara wan a nîştecihan[çavkanî hewce ye]:
- New York (New York) : 24 112 176
- Los Angeles (Kalîforniya) : 18 313 809
- Şikago (Illinois) : 11 318 384
- Washington DC - Baltimore : 8 026 607
- San Fransîsko (Kalîforniya) : 7 159 693
- Fîladelfiya (Pensîlvanya) : 5 951 797
- Dallas (Teksas) : 5 931 956
- Detroit (Michigan) : 5 905 754
- Boston (Massachusetts) : 5 809 111
- Miami (Florîda) : 5 726 495
- Hûston (Teksas) : 5 280 752
- Atlanta (Georgia) : 5 034 362
50 Dewletên DYA'yê
Çavkanî
Girêdanên Derve
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |