Yekîneyên Parastina Jinê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 228: Rêz 228:




[[Kategorî:Rojavayê Kurdistanê]]
[[Kategorî:Partî (Rojavaya Kurdistanê)‎]]

Guhartoya 17:49, 7 hezîran 2016

Yekîneyên Parastina Jinê
Qada operasyonêKantona Cizîrê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Kobaniyê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Efrînê ya Rojavaya Kurdistanê
Mezinahî10.000 [1] - 20.000

YPJ Yekîneyên Parastina Jinê

  • Navê Rexistinê: YPJ (Yekîneyên Parastina Jinê)
  • Amblema YPJ: Li ser zemîne kesk stêrka sor, bi rengê zer jî li derudora stêrkê navê rêxistinê were nivisandin.
  • Armanç: Di çarcovaya Paradîgmaya Civaka Demokratîk,Ekolojîk û Azadiya Zayendî di xeta parastina Rewa de têkoşînkirin di serî de li hemberî hemû êrişên li ser civak, jin û nîrxen gelê me ji bo derbaskirina pergala 5 hezar sal ya baviksalarî, dewletperestî, ji bo avakirina Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li hemberî pergala serdestiya artêşa zilam, cinsîyetperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestî hêza yekîneyên xweser avadike. Hêza parastina rawa ya jin û têkoşîna azadiya jin digire bin ewlehiyê.

Rexistinkirina YPJ

<1>YPJ xwe weke fermandariya giştî û fermandariyên jêrîn bi rexistin dike li gorî vê yekê, bîryargeha giştî li ser 3 navendan tê bi rexistin kirin. Navenda yekemîn bîryargeha Cizîrê ya duyemîn bîryargeha Kobanê û ya sêyemîn bîryargeha Efrînê.

<2>Merciya bîryaran ya herî jor(karar merci) konferansa YPJ ye. Di rewşên awarte de meclîsa leşkerî kom dibe. Xebata YPJ ya salekî dinirxîne û pilansaziya salê derdixinê.

<3>Meclîsa Leşkerî ya YPJ ji 31 kesan pêk tê, 6 mehan carekî civîna xwe ya asayî çêdike û ji hemû xebatên YPJ berpirsiyare.

<4>Her herêm di nav xwe de rêveberiya xwe ya leşkerî derdixe.

<5>Meclîsa leşkerî ya YPJ hemû xebatan dişopîne û sazîbûna xwe pektînê, tayîn û terfî dike.

<6>Meclîsa herêmî ya YPJ karê xwe bi bîryargehêre dimeşîne, hemû bîryargeh bi bîryargeha navendî ve girêdayî û karûbarê xwe bi rêve dibe. Li gorî mezinbûna navçeyan ji hejmarek pêwîst a endamên YPJ pektê. 3 mehan carekî civînên xwe li dardixe û bîryarên bîyargeha herêmî bi cih tînê.

<7>YPJ ji 3 beşên esasî pektê. Ev beş jî ev in:

a-Hêzên pispor

b-Yekîneyên berxwedanê

c-Hêzên herêmî

<8>YPJ li gorî sistema navendîtiya demokratîk rapor, emir û talîmatê kar dike. Pêşniyarên fermandariya jêrîn yên paye (tayîn) û diyarkirinê (terfî) bi êrêkirina fermandariya YPJ'ê pêktê.

<9>Tayîn û diyarkirin (erk-terfi) her şervanekî YPJ li gorî ferman û rayê tê kirin. Di bin agahdariya fermandariyê de bi rêkûpêkkirina hêzê li gorî qadan tê çêkirin.

<10>Fermandariya YPJ ji 3, an jî 5 kesan pêktê.

Endamtiya YPJ

•Her endameka YPJ di heman demê de endama YPG ye û rêziknameya YPG dipejirîne.

•Endamên YPJ'ê di çarcoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gel û jina kurd li ser bingeha welatparêziyê bi awayekî exlaqî û polîtîk ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibe.

Endamtî

Her hemwelatiyek jin a Suriye ku 18 saliya xwe temam kiribe (lê belê ji ber kevneşopiyên civakî ku hîna li ser jinê berdawam dike û di temenek biçûk de tê zevicandin divê ew keçên ciwan bigire nava xwe û biparêze) û pîvanên endamên YPJ û YPG pejiran dibe û piştî serlêdana cihê pêwistî û îtîna perwerdeya leşkerî û bîrdozî her wiha piştî sond dayînê dikare bibe endama YPJ.

Derketina ji endamtiyê

Di reziknameya YPG de pîvanên derketina ji endamtiyê YPJ jî, ji bo xwe esas digire.

Kesên ku pirsgirêkên xwe yên tenduristî heye û nêrzîkbûnên ku zanista cinsî û heskirina wê qazanç neke, bi zanabûn têkiliyên ji derveyî exlaqê civakê di nava me de ferz dike, jiyana leşkeri û disiplînê bi zanabûn xerab dike tevî ku perwerde û nêzîkbûnên qazançkirinê hene, lê belê yên ku di paşverûtî de israr dike ji nava YPJ tê derxistin. Li gorî vê yekê bi êrêkirina bîryargeha navendî ya YPJ ji endamtî tê derxistin.

Sonda endamtiya YPJ

Di bingeha paradigmaya civaka demokratîk,ekolojîk û azadiya zayendî de ji bo Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li ser vê esasê, ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim bê ku cudahiya ol, ziman, netew, mezheb, zayend û partiyan bikim li dijî hemû êrişên derve û hundir parastina rewa esas bigirim, di felsefeya azadiya jin de, ezê xwe avabikim, li ser bingeha rêziknameya YPJ bê ku li peyî berjewendiyên takekesî bigerim ezê bi cesaret, disiplîn û bi bîryar tevlî bibim. Li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzekê mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarcoveyê de li ser hemû nirxên xwe yên netewî xeta azadiya jin, li hemberî şehîdên Kurdistanê, gelên Kurdistanê û hemû hevalên xwe yên têkoşînê sond dixwum, sond dixwum, sond dixwum.

Peywir û wesifeyên endamên YPJ

1. Di rêziknameya YPG'ê de beşa erkên endamên YPG ku hatiye diyarkirin pêktîne.

2. Li hemberî her cureyên êrişên ku li ser jinê pêşdikevin û li hemberî paşverûtiyan jin têkoşînê bi zanistiya xwe ya parastina rewa pêşdixe û di her astê de têkoşîn dide.

3. Di jiyanê de xwedî seknek azadîxwaz bi regez, dilnizm, kedkar, parvekirin, samîmî û durustiyê, hemû xweşikbûna di dilê xwe de dicivîne ji bo hevalên xwe dibe cavkaniya hêvî, moral û kêyfxweşî ye.

4. Di xeta azadiya jinê de hêzên parastina jin a pispor pêşdixîne û taxtîkên demê bi awayekî xuluxkar diafîrine û hevparbûnê esas digire.Li hemberi zêhniyeta zilam a serdest têkoşîna zayendî dike.

5. Bi hêz li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derdikeve û pîlanên YPJ û YPG derbasî jiyanê dike.

Rêkxistinkirina YPJ

YPJ hêza pêşeng a YPG ye.

–Di nava hêza YPG de jin bi rêxistinkirina xwe bi awayekî xweser çedike.

–Di nava YPG de kota cins herî kêm ji %40 xwe bi rêxistin dike.

–YPJ hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistan û Suriyê ye.

–Hêzên YPJ li hemberî hemû destavêtina li ser jin û civakê (cinsi, fizîkî, çandî û exlaqî) mafê xwe yê parastinê pêktîne.

–Tayîn û terfî ji aliyê fermandariya YPJ'ê ve tê pêkanîn.

Fermandariya Akademiyê

–Di bunya hemû bîryargehan de akademiyên parastinê yên jin weke akademiyên Şehîd Şîlan bi nav dibin.

–Fermandariya akademiyan girêdayî bîryargehên YPJ bi rêya şaxên jêrîn xwe bi rêxistin dike.

–Di perwerdeyan de bi rêya bernameyên bîrdozî û leşkerî avakirina hişmendiya demokratîk ekolojîk û azadiya zayendî, netewî, jiyana azad û zanistiya zayendî, qazançkirina tarz û pîvanan esas tê girtin.

–Di akademiyan de di xeta parastina rewa de bi perwerdeyên taxtîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêktîne.

–Akademiyên parastinê yên Şehîd Şîlan, bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPJ perwerde dike hem ji bo hêzên YPJ pispor bibin dewreyên pisporiyê vedike. Di heman demê de ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên fermandaran dewreyan vedike.

–Akademiyên paratinê yên Şehîd Şîlan wekî fermandariya akademiyên leşkerî ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe bi rêxistin dike û şaxên xwe vedike.

–Di bin banê akademiyan de ji bo endamên YPJ bigehin asta pisporbûnê dewreyên pisporbên û branşbûnê (Çekên giran, Sabotaj, Suîkast, lêdana nêz û hwd.) têne vekirin.

Sîstema YPJ'ê

Di rêxistinkirina YPJ'ê de sîstema li ser 3 lingan tê avakirin esas e. Li gorî vê yekê

1.Sîstema YPJ'ê ji tîm,taxim, yekîne, tabur û bîryargeh tê avakirin.

2.Tîmek ji 3 an jî 5 kesan tê avakirin.

3.Taximek ji 2 tîman tê avakirin.

4.Yekîneyek ji 2 taximan tê avakirin.

5.Tabur ji 2 yekîneyan tê avakirin.


Yekîneyên YPJ'ê

Xalên di rêziknameya YPG de, yên ji bo yekîneyên pispor, yekîneyên berxwedanê, hêzên herêmî hatiye diyar kirin dipejirîne. Li gora vê yekê:

Di çarcoveya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî de bi armanca rakirina hemû cureyên êrişên li ser jin û civakê yekîneyên profesiyonel tên avakirin. Ev yekîne jî ji yekîneyên pispor yên YPJ pêk tê. Ji kesên ku 24 saetan tevlî xebatên YPJ dibin di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibin û di stratejiya parastina rewa de pisporbûne pêktên.

Taybetmendiyên Endamên Profesiyonel

a. Welatparêz û civakparêz e

b. Xwedî hişmendî, bi cesaret û çalak e

c. Afîriner, fedakar, kedkar û bi înîsiyatîf e

ç. Di warê taxtîk û teknîka leşkerî de têgehiştî ye

d. Ji cinsê xwe hesdike û diparêz e

e. Xwedî disiplîna cewheriye û xwe perwerde dike

ê. Ji ber ku bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî tevdigere, zayendîperestiya civakî red dike.

f. Ji rexne û rexnedayinê re vekiriye û guherîn û veguherinê esas digire.


Yekîneyên Berxwedanê

1. Ji kadroyên YPJ, eyalet û qadan tên avakirin. Her kadroyek girêdayî xwe yek an jî du yekîneyan avadike. Ji bo li dijî dagirkirina dijminan derbikeve, yekîneyên berxwedanê xwe gelekî baş amade dikin.

2. Yên di van yekîneyan de cih digirin gelekî bi baldarî têne hilbijartin bi her awayî kesên bi bawer in.

3. Her kadroyek YPJ yekîneya xwe di perwerdeya taybet re derbas dikin.

4. Di yekîneyan de veşartîbûn esas tê girtin. Endamên yekîneyan hevudu nas nakin.

5. Endamên van yekîneyan xwedî disiplîn û tarzê xebatê ne.

6. Di her şert û mercan de qabîliyeta xwe ya şerkirinê diparezin.

Yekîneyên Herêmî

1. Yekîneyên herêmî kesên welatparêz û girêdayî axa xwe ne.

2. Yekîneyên herêmî kesên ku girêdayî mala xwe ne. Û jiyana wan ya şaqsî heye ku nikarin 24 saetan di nava xebatê de cihê xwe bigirin, lê belê berbirsiyartîyên xwe yên welatparêzî û parastina herêma xwe pêktînin.

3. Bê ku pêvîstiyên mala xwe îhmal bike tevlî nava xebatên parastinê dibe.

4. Tevlîbûna wê ne li ser esasê berjewendiyên maddî û malbatî ye.

Karên hundirîn

Pergala ferman û talîmatê

Di xebatê de navendîtiya demokratîk esas e. Pêkanîna navendîtiyê bi ferman û talîmatê çêdibe. Şêwazê pêkanîna aliyê wê yê demokratîk jî bi civîn, danûstandin û bi tevlîbûna hemû endaman a ji bo biryaran û pêşkêşkirina her cureyên pêşniyaran çêdibe.

Pergala Raporê

a. Di derbarê xebatên têne meşandin de ji jêr ber bi jor ve agahdarkirina qedemeyên fermandariyê esas digirin. Endamên yekîneyên YPJ piştî ku fermana jêre hatiyedayîn bi cih anîn, tekmîla encamê didin fermandarê ku talîmat danê. Di nava dema hatiye danîn de her yekîneyek û fermandariyek di derbarê xebatên xwe de tekmîla devkî û nivîskî dide rêveberiya jor. Di nava dema hatiye diyar kirin de civînên xwe çêdikin, tekmîl û raporên xwe amade dikin. Rêxistinên jêrîn yên bi awayekî rêkûpêk tekmîl û raporên xwe amade nekirine wekî ku pêywîra xwe bi cih ne anîne têne hesibandin.

b. Mafê her endameki YPJ heye ku fermandariya xwe bişopînê, rexne bike û rêbaza civînan, heger ev rexne derbas neke mafê xwe yê her cure pêşnîyar bike jî heye.

c. Her endamek YPJ 6 mehan carekî rapora xwe dinivîsîne.

d. Her endameke YPJ dema pêwîst bibîne dikare ji bo rêxistina xwe rapor binivîsîne.

Civîn

a. Her yekîneyên YPJ li gorî pêwîstiyan civînên xwe lidar dixin.

b. Rojane tekmîlên tîman têne girtin û 3 rojan carekê encamên van tekmîlan têne nirxandin û parvekirin.

c. Yekîneyên YPJ heftê carekî tekmîl û 15 rojan carekî civîna xwe çêdikin. Di heman demê de encêmn civînê weke raporekê pêşkêşî fermandariya jor dikin.

ç. Taxim 15 rojan, bolûk jî mehê carekî civînên xwe çêdikin û raporên xwe pêşkêşî jor dikin.

e.Her bîryargeh mehê carekî civîên xwe çêdikin û encamên van weke rapor pêşkêşî civîna bîryargeha YPJ a navendî dikin.

Disiplîn

Di xebatên leşkerî de pêdiviya disiplîneke bi hêz derbikeve pêş heye. Disiplîn bi tevahî qaydeyên leşkerî ve girêdayî îradeya azad û avakirina rizgarkirina demokratîk e. Disiplîn xebat, çalakî û yêkîtiya kar bi hêz dike, lewra serkeftinê jî bi xwe re tîne. Meşandina têkoşînê ya bi awayekiî serkeftî ancax bi qebulkirina hemû qaydeyan û disiplîna cewherî gengaze.Di hemû cihan de bi disiplînekê cewherî tevdigere, dibin her şert û mercî de xwe di warê leşkerî û fizikî de xwe perwerde dike.

Qaydeyen ku divê li ber çavan bêne girtin û li gorî van tevbigerin.

a. Li gorî qaydeyên veşartîbûnê tevdigerin.

b. Li dijî hemû êrîşan bê tawîzbûyîn.

c. Desturnedayîna zarara li dijî nirxên têkoşînê û gelê me.

ç. Parastina nirxên madî yên hatine teslîm kirin û li gorî pêdiviyan bikaranîna wan.

d. Bi pergal tevgerîn. Di her şert û mercan de li dijî zehmetiyan derketin û bi înîsiyatîfbûyîn.

Rexne û Rexnedayîn

Ji bo ku endamên rêxistinê ji kemasî û şaşitiyên xwe xelas bibin û nirxên azadiyê û zêhniyeta demokratîk derxîne hole rexne û rexnedayîn girînge. Her endamekê YPJ'ê li dijî her şaşitî û nebesiyan, bi hesta berpirsiyariyê di civînan de rexne û rexnedayînê pêşdixîne. Çeka rexne û rexnedayînê ji bo têkbirin û biçûkxistina kesan nayê bikaranîn berovajî vê yekê weke amûreke nûbûn û pêşvebirinê tê bikaranîn. Endamên YPJ ji rexne û rexnedayînê re vekirî ye. Li hember pergala kapîtalîst xwedî têkoşînek radîkal e û li hember hemû paşverûtiyan şer dike û ji bo rexnedayînê dilnimz e, xwe bi felsefeya azadiyê avadike.

Suc û Ceza

a. Di rêziknameya YPG de madeyên ku derbas dibin YPJ dipejirîne.

b. Jina ku îradeya jin esas nagire, xweseriya xwe naparêze, pirsgirêkên di nava jin de bi zilam re parve kirin suc tê hesibandin.

Çavkanî

  1. ^ "Kurdish Women Turning Kobani into a Living 'Hell' for Islamic State". Telesurtv.net. 14 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2014.