Mihemed Şêxo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Sayit25 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2: Rêz 2:
| nav = Mihemed Şêxo
| nav = Mihemed Şêxo
| navê rastî = Mihemed Salih Şêxmûs [[mehelmî]]
| navê rastî = Mihemed Salih Şêxmûs [[mehelmî]]
| bernavk =
| wêne = [[Wêne:Mihemed Şêxo.jpg|200px]]
| wêne = [[Wêne:Mihemed Şêxo.jpg|200px]]
| wêne sernav = Mihemed Şêxo
| wêne sernav = Mihemed Şêxo
| şanenav =
| paşbingeh = solo_singer
| roja jidayikbûnê = 1948
| roja bûyînê = 1948
| cihê jidayikbûnê = Gundê Gîrbanîn ([[Qamişlo]])
| cihê bûyînê = [[Gîrbanîn]], [[Qamişlo]]
| roja mirinê = 9 adar 1989
| roja mirinê = {{roja mirinê|1989|03|9}}
| cihê mirinê = [[Qamişlo]]
| cihê mirinê = [[Qamişlo]]
| cureyê muzikê = Muzîka kurdî
| cure = [[Muzîka kurdî]]
| karûbar = [[Stranbêj]]î, [[dengbêj]]î
| pîşe = [[Stranbêj]]î, [[dengbêj]]î
| enstrumanên = [[Tembûr]]
| amûr = [[Tembûr]]
| malper =
| malper =
}}
}}

Guhartoya 16:17, 4 tîrmeh 2016

Mihemed Şêxo
Jiyan
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeStranbêjî, dengbêjî
AmûrTembûr
biguhêreBelge

Mihemed Şêxo (z. 1948 − m. 9 adar 1989) hunermendekî kurd bû.

Jînenîgarî

Hunermendê kurd mehelmî ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs mehelmîe. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

Bandora Mihemed Şêxo li ser Muzîka Kurdî

Mihemed Sêxo mehelmî bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

Berhem

  • Ay Gewrê
  • Cana min/Sînem
  • Koçê Me Barkir
  • Gulîzar
  • Ey Felek/Kewê
  • Ême
  • Dil Perîşanım
  • Nesrîn
  • Ay Lê Gulê
  • Nalinêk

Lîsteya stranên Mihemed Şêxo

Çavkanî

Girêdanên derve