Heywan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7: Rêz 7:
| cîhan = [[Heywan|Animalia]]
| cîhan = [[Heywan|Animalia]]
| pisporên cîhanê = [[Carl von Linné|Linnaeus]], [[Systema Naturae|1758]]
| pisporên cîhanê = [[Carl von Linné|Linnaeus]], [[Systema Naturae|1758]]
| navrefên binebeş = [[Fîlûm]]ên ajalan
| navrefên binebeş = [[Fîlûm]]ên heywalan
| binebeş =
| binebeş =
'''''Binecîhan [[Parazoa]]'''''
'''''Binecîhan [[Parazoa]]'''''
Rêz 77: Rêz 77:
* [[Kûçik|Cureyên segan li Kurdistanê]]
* [[Kûçik|Cureyên segan li Kurdistanê]]


Bi hezaran sal in ku canewer tên kedîkirin. Xelkê ji bo fêda xwe, ajal xwedî kirine. Dibêjin kûçik ajalê herî pêşîn e ku kedî bûye. Kûçik dikarin malê bipên, nêçîrê bikin, kerî û garanan li hev ragirin. Wek nimûne, meriv dikare gerdûman bavêje pey hespan, lê siwar be û pê kar bike. Meriv mange, mîh û bizinan jî ji bo goşt, şîr, çerm û hiriyê xwedî dike. Mirîşk hêkan dikin. Merivan mêşhingiv jî ”kedî” kirine. Hin ajal jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Piştî kedîkirinê hin ajel hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û [[taji]]yan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser [[hesp]]ê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe [[cins]]ekî (celebeke) nû.
Bi hezaran sal in ku canewer tên kedîkirin. Xelkê ji bo fêda xwe, heywan xwedî kirine. Dibêjin kûçik heywanê herî pêşîn e ku kedî bûye. Kûçik dikarin malê bipên, nêçîrê bikin, kerî û garanan li hev ragirin. Wek nimûne, meriv dikare gerdûman bavêje pey hespan, lê siwar be û pê kar bike. Meriv mange, mîh û bizinan jî ji bo goşt, şîr, çerm û hiriyê xwedî dike. Mirîşk hêkan dikin. Merivan mêşhingiv jî ”kedî” kirine. Hin heywan jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Piştî kedîkirinê hin ajel hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û [[taji]]yan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser [[hesp]]ê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe [[cins]]ekî (celebeke) nû.


== Heywanên malovî ==
== Heywanên malovî ==

Guhartoya 18:41, 13 tîrmeh 2016

Heywan[1], (bi latînî: Animalia) heyînên jîndar ên pirşaneyî ne yên ku organîzmayên zindî an mirî dixwin. Bi giştî, lawir masûlke û sîstemeke tûre hene û di laşê de valahiyek e ji bo helandina xwarinê heye.

Heywanên li Kurdistanê

Heywanên kedî li Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Lawirên kedî li Kurdistanê

Bi hezaran sal in ku canewer tên kedîkirin. Xelkê ji bo fêda xwe, heywan xwedî kirine. Dibêjin kûçik heywanê herî pêşîn e ku kedî bûye. Kûçik dikarin malê bipên, nêçîrê bikin, kerî û garanan li hev ragirin. Wek nimûne, meriv dikare gerdûman bavêje pey hespan, lê siwar be û pê kar bike. Meriv mange, mîh û bizinan jî ji bo goşt, şîr, çerm û hiriyê xwedî dike. Mirîşk hêkan dikin. Merivan mêşhingiv jî ”kedî” kirine. Hin heywan jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Piştî kedîkirinê hin ajel hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û tajiyan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser hespê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe cinsekî (celebeke) nû.

Heywanên malovî

 Gotara bingehîn: Lawirên kedî

Hesp, mih, mange, mirîşk, beraz, werdek, gamêş, bizin, qaz, hêştir û ker çend ji ajalên navmalê ne ku li gelek welatan hene. Piraniya wan li welatên germ dijîn.

Gamêş li Hindistanê û li gelek ciyên din hene. Ew ajalên barkêş in, lê meriv wan ji bo şîr jî xwedî dike. Li gelek welatên Asya û bakûrê Afrîkayê hêstir hene. Hêstir ji bo kar û barkêşiyê tên xwedîkirin, lê meriv dikare li wan siwar be jî. Ker, bêtir li derûdora Deryaya Spî û Rojhilata Navîn hene.

Heywanên navmalê

 Gotara bingehîn: Lawirên navmalê

Hin ajelên navmalê bi piranî di hundirê malê de ne. Hin ji wan ne kedî ne, ger meriv wan berde der, diçin û venagerin. Ajalên navmalê, bêtir ji bo hogiriyê tên xwedî kirin. Piraniya wan di qefes û akvaryûman de tên xwedî kirin. Wek nimûne, bi piranî çûkên evînê, mişkê hindî û masiyên akvaryûman in.

Heywanên derveyî malê

 Gotara bingehîn: Ajalên kovî
 Gotara bingehîn: Ajalên derveyî malê

Hin lawirên kedî, normal li derveyî malê dijîn. Wek nimûne, bi qasî ku sebra kêrguh, kûçik û pisîkan li hundirê malê tê, hewqas jî kêfa wan ji derveyî malê re tê. Pisîk li gor kêfa xwe diçe der û tê hundir.

Hin heywanên din

Çavkanî

  1. ^ Prof. Dr. Misûd Mistefa Kitanî (2005). Kûviyêt Kurdistanê. Spîrêz, Dihok.

Girêdanên derve