Fistîk: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 3: | Rêz 3: | ||
| status = VU | status_system = IUCN3.1 |
| status = VU | status_system = IUCN3.1 |
||
| status_text = #Conservation_status |
| status_text = #Conservation_status |
||
| image_width = 299px |
|||
| image = Marbled_polecat.jpg |
| image = Marbled_polecat.jpg |
||
| image_caption = Fistîkê mest (''Vormela peregusna'') |
|||
| image_caption = |
| image_caption = |
||
| regnum = [[Animal]]ia |
| regnum = [[Animal]]ia |
Guhartoya 21:23, 28 tîrmeh 2016
Fistîk | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Mustelidae |
Binefamîle: | Mustelinae |
Cins: | Vormela |
Cure: | V. peregusna |
Navê zanistî yê latînî | |
Vormela peregusna (Güldenstädt, 1770) | |
belavbûna Fistîkan |
Fistîk[1], bûkinkê xar[2], mişkexore[3]an fisos[4] (Vormela peregusna) , cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e.
Şayes
Dirêjiya fistîk di navbera 29-35 cm û giraniya mê di navbera 295-600 g, lê giraniya nêr di navbera 320-715 g..[1][2][3] Bêvila fistîkê kin e û guhên wê pir mezin in. Piyên fistîk kurt in û kulabên wê dirêj û xurt in. Dûvikê fistîk bi pirç û dirêj e. Nîşana reş û spî ser rûyê fistîk heye û bi xêzekê spî di nav çavan re derbas dibe û nîşanên spî ser devê wê xuya dikin. Rengê kurkê fistîk zer e bi xarên sor an qehweyî xemilandî ne.
Belavbûn
Destpêka belavbûna fistîkan ji:Bulgaristan, Gurcistan, Kurdistan, Tirkiyê, Romanya, , Libnan, Sûrî, Urdun, Israîl, Felestîn, Ermenistan, Azerbaycan, Îran, Afganistan, bakur-rojavayê Pakistan, Sirbistan, Mongolya, Çîn, Qazaxistan û ta çolên Altay in Siberya li Rûsyayê diqede.[4]Lê di 1998 an de, fistîkek e li Sînay li Misrê hate dîtin.[5]
Jîngeh
Fistîk li daristanan dijî ye.
Reftar
Pirbûn
Parêzî
Xwarina fistîkê ji sihorê erdê, cirdê Libyayê (Meriones libycus), hameserê Ermenistanê (Cricetulus migratorius), mişkê zevî, mişkê kosnîg (Spalax lecocon ehrenbergi), mişkê malan (Mus musculus), kerguhê kovî, çûk, qirtîş, masî, beq, qepûşk,mêş û mûr (kêz û çirçirk) çêdibe, lê pir caran mêwe û giha dixwe.Heye ku mirîşk û koterîyan direvîne û dixwe. Fistîk bi diziyê goştê dûman kirî û penîr navdar e.
Rewşa parastinê
Di sala 2008an de, Fistîk (V. peregusna) wek cureyê bê-parastin hate dabeşandin. Gelheyê fistîkan di 10 salên berê kêm bûn bi qas %30 gor lîsteya IUCN ya sor û sedema vê tiştê ew e, ku warên sirûştî bi gelek hatine hilweşandin û kêmasiya xwarina fistkê ji kojeran bi bikaranîna jehrê cirdon û mişkan.[6]Di sala 1996an de, fistîk ji cureyên kêmtirîn metirsî bû.
Binecure
Şeş binecureyên fistîkan (Vormela peregusna) hatine danasîn
- V. p. alpherakyi
- V. p. euxina
- V. p. negans
- V. p. pallidor
- V. p. peregusna
- V. p. syriaca
Çavkanî
Girêdanên derve
- http://www.arkive.org/european-marbled-polecat/vormela-peregusna/
- http://www.science.smith.edu/msi/pdf/i1545-1410-779-1-1.pdf