Mistefa Gazî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
mustafa gazî
mustafa gazî
Rêz 5: Rêz 5:
==Berhem==
==Berhem==
Pirtûkên wî yên çapkirî
Pirtûkên wî yên çapkirî
*Diyarbakır Türkçesi (Çapa Yekemîn: Elma Yayınları [[2004]], Çapa Duwemîn: Weşanên Do 2006)
*Diyarbakır Türkçesi (Çapa Yekemîn: Elma Yayınları [[Îstenbol 2004]], Çapa Duwemîn: Weşanên Do - Îstenbol 2006)
*Pırpırım (Elma Yayınları [[2005]])
*Pırpırım (Elma Yayınları [[Îstenbol 2005]])
*[[Ferhenga Mustafa Gazî|Ferheng]] (Weşanên [[Enstîtuya Kurdî ya Amedê]] [[2006]])
*[[Ferhenga Mustafa Gazî|Ferheng]] (Weşanên [[Enstîtuya Kurdî ya Amedê]] [[2006]])
*Gurzek Ji Zargotina Zarokan/Dîsko Dîsko Danîno (Weşanên Enstîtuya Kelepora Kurdî - Silêmanî 2006)
*Gurzek Ji Zargotina Zarokan/Dîsko Dîsko Danîno (Weşanên Enstîtuya Kelepora Kurdî - Silêmanî 2006)

Guhartoya 12:27, 30 kanûna paşîn 2007

Mustafa Gazî nivîskar, lêkolîner û bestekarekî Kurd e.

Mustafa Gazî di sala 1958'an de li gundê Şêxuliya Jêrîn ya bi ser Siwêregê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê ziman, zargotin û muzîka Kurdî de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û stranan çêdike. Di nav salên 1991-2003'an de li Amedê dersên zimanê Kurdî daye. Di rojname û kovarên Kurdî de xebatên wî hatine weşandin. Kilam û stranên ku wî çêkirine ji hêla kom û hunermendan ve gelek sal in têne xwendin. Strana wî ya yekemîn car afirandiye "Evîndar im" e. Strana wî ya herî navdar "Xerîb im" e. Strana wî ya bi Tirkiya Diyarbekirê û di terza blusê de hatiye çêkirin "Fîsqaya" jî gelek navdar e. Kilam û stranên wî ji hêla kom û hunermendên wek Koma DDKD, Koma Pêşeng, Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Şîlan, S. Metîn, Siyabend, Zinar Sozdar, Oruç, Şoreş, Selinay, Sabahattîn Xoce, Azad Bîlen û hwd. ve hatine xwendin.

Berhem

Pirtûkên wî yên çapkirî

  • Diyarbakır Türkçesi (Çapa Yekemîn: Elma Yayınları Îstenbol 2004, Çapa Duwemîn: Weşanên Do - Îstenbol 2006)
  • Pırpırım (Elma Yayınları Îstenbol 2005)
  • Ferheng (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê 2006)
  • Gurzek Ji Zargotina Zarokan/Dîsko Dîsko Danîno (Weşanên Enstîtuya Kelepora Kurdî - Silêmanî 2006)
  • Nifir û Duayên Kurdî/Nan Tajî be Tu Kîroşk bî (Weşanên Enstîtuya Kelepora Kurdî - Silêmanî 2006)
  • Baweriyên Batil ên Kurdan (bi Ahmed Bengîn re. Weşanên Enstîtuya Kelepora Kurdî - Silêmanî 2006)