Leyla Zana: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Fixed name
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 673091 ya 31.145.39.215 (gotûbêj) şûnde kir vandalism
Rêz 32: Rêz 32:
<!----------------- Jînenîgarî ----------------------->
<!----------------- Jînenîgarî ----------------------->
| zayîn = 3ê gulana 1961
| zayîn = 3ê gulana 1961
| cih = Diyarbakır, Tirkiye
| cih = Amed, Tirkiye, (Bakurê Kurdistanê)
| mirin =
| mirin =
| cihêmirinê =
| cihêmirinê =

Guhartoya 17:24, 15 îlon 2016

Leyla Zana
Jiyan
NeteweKurd
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Leyla Zana, di 3ê gulana 1961ê de ji dayika xwe bûye, siyasetmedareka kurd e ku piştî sonda qanûnî li parlamena Tirkiyeyê, bi kurdî axivî û ji ber wê û ji ber bizavên wê siyasî ji bo doza kurdî li Tirkiyeyê ket girtîgehê. Ew sembola berxwedana aştîxwaz ya kurdan li Tirkiyeyê ye. Li sala 1995ê, Parlamena Ewropayê xelata navdar a Saxarov da Leylayê, lê heta sala 2004ê ew ji ber zîndanîbûna xwe neşiya wê xelatê werbigirit.

Jînenîgar

Leyla sala 1961ê, li Farqîna li ser bi Amedê ji dayika xwe bûye. Hêşta 14 salî bûkê li Mehdiyê Zana re hat mehîr kirin. Mehdî serokê şaredariya Amedê bû û bîst salan ji Leylayê kaltir bû. Piştî ku Mehdî li sala 1980ê de ji aliyê dewleta Tirkan ve hat zindanî kirin, Leyla bi awayekî çalak tevlî siyasetê bû. Ew li sala 1988ê ji aliyê dewletê ve hat binçav kirin û êşkencedan.

Di hilbijartinên sala 1991ê da, ji lîsta SHPê wekî parlamenter ket Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê. Li dema sondxwarinê da, li civakê, rengê kesk, sor û zêr li pora xwe girê dabûn û bi kurdî got ku: "Dê ji bo bi hev re jiyana demokratîka gelên tirk û kurd bixebitit." Ji ber vê yekê di civaka Tirkiyeyê de tevlîhevî derket û parlementerên neteweperest bi gotinên wekî cudatîxwaz , terorîst , wê bavêjin zindanê êrîş bîrin li ser Leyla Zanayê.

Leyla Zana, Selîm Sadak, Orhan Dogan û Hatip Dicle li sala 1994an Partiya Demokrasiyê, DEP saz kir. Ev partî li 2ê adara 1994ê hat berbend kirin û bêritiya parlementerên DEPê ji ser wan hat rakirin. Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê ev bîryara xwe bi şahiyekê pîroz kir.

Dozger ji ber sondxwarina wê û mafparêziya wê ji bo gelê kurd berdarî jê re xwest. Li dawiya dozê, ji ber îxaneta li welêt, 15 salan cizayê zindanê xwar. Paşê 2 salên dî ciza tevilî vî cizayî hatin kirin.

Li xêve ango hezîrana sala 2002ê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê Tirkiye ji ber doza nedadwer bi 50.000 Euroyan ciza kir.

Li 21ê nîsana 2004ê, DGM ya bi hejmara 1ê ya Ankarayê, di doza jinûve darizandina parlamenterên DEPê yên berê Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak da, cardin 15 salan cezayê giran yê hepsê da parlamenteran. Ango, dadgehê biryara sala 1994'ê careka dî erê kir.

Rêkxistiya Lêbihurîna Navneteweyî anku Amnesty International navê Zindaniya Wîjdanê li wê kir. Li xêve anku hezîrana 2004ê ji hepsê hat berdan, lê doza wê xelas nebû.

Piştî azadbûna ji zindanê

Li sala 2002ê, filmek bi navê Back to the world anko Vegeriyana li Cîhanê li ser rewşa Leyla Zanayê hat çêkirin.

Li kewçêra 2004ê li Brukselê xelata Saxarof wergirt û li parlamentê Ewropayî axaftineka bi zimanê kurdî kir. Xelata ros li Danîmarka sitend. Li 1995ê, Xelata Rafto li Norwêcê wergirt. Li Tirkiyê jî ji aliyê derneka mafen mirova ji xelata aştiye girtiye.

Li sala 2005ê, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, 9.000 Euro li ser hisaba dewleta Tirkan dan Leylayê û her yek ji parlamenterên girtî yên dî. Ev biryar ji ber mandelkirina mafên azadiya axivtinê bû.

Leylayê û hevalên wê Bizava Civaka Demokratîk (DTH) damezrand. Li 17ê tebaxa 2005ê Bizava Civaka Demokratîk (DTH) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) bûn yek û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) damezirand. Anha wî Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7ê hezîrana 2015an parlamentera HDP ya Agirî dema 25. çê bûn

Xelatên wergirtî

Girêdanên derve