Roşan Lezgîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9: Rêz 9:
| pîşe =
| pîşe =
| zayîn = [[1964]]
| zayîn = [[1964]]
| cihê zayînê = [[Dingilhewa]], [[Licê]]
| cihê zayînê = [[Dingilhewa]] (mezreke [[Zoxsalan]]ê (''Kıpçak''), [[Licê]])
| mirin =
| mirin =
| cihê mirinê =
| cihê mirinê =

Guhartoya 10:50, 29 îlon 2016

Roşan Lezgîn
Zimanê nivîsinêKirmanckî, kurmancî û tirkî
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Roşan Lezgîn çîroknivîs û helbestvan û wergêrekî kurd e. Zêdetir bi kirmanckî (zazakî) û kurmancî dinivîse. Lê hinde gotarên wî bi tirkî jî weşîyane.

Jiyan û kar

Roşan Lezgîn di sala 1964 de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licêya Diyarbekirê hatiye jiyanê. Di tevayî jiyana xwe de tenê 4 sal çûye xwendegehê. Ji sala 1996 û vir de li gelek kovar û rojnameyan bi kurdî (kirmanckî û kurmancî) û tirkî nivîsên wî hatine weşandin. Roşan Lezgînî bi kitêba xwe ya çîrokan (Binê Dara Valêre de) xelata edebîyatê ya Apec Förlag AB-2002 girtîye. Her wiha, bi çîrokekê jî (Serketina Kewan) di Pêşbaziya Çîrokên bona Zarokan a Yekem ku Şarevaniya Sûrê ya Dîyarbekirê organîze kiribû de xelata duyemîniyê girtîye. Berhemên wî di pirraniya kovar û rojnameyên kurmancî û kirmanckî (zazakî) de derketine.

Yekemîn pirtûka wî ya çîrokan "Binê Dara Valêre de" (Weşanxaneya Apecê, Stockholm) bi kirmanckî û wergera wê "Li Bin Dara Biyê" (Weşanxaneya Elma, Stenbol) bi kurmancî weşîyabû.

Roşan Lezgînî pirtûka Suzan Samanciyê "Siya Bêdengiyê" û kitêba Malmîsanijî, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî ji tirkî, kitêba Sadiqê Hîdayetî "Sê Dilop Xwîn" jî ji farisî bo kurmancî wergerandine. Ew niha li Amedê dijî.

Roşan Lezgîn pirrziman e. Ew ji bilî zaravaya xwe ya kurdiya zazakî, herwiha kurdiya kurmancî baş dizane û soranî jî fêm dike. Wî çendîn lêkolînên girîng ji soranî kirine kurmancî. Ew bi kêmî tirkî û farisî jî dizane. Wî hin çîrokên Sadiq Hîdayet ji farisî bo kurmancî wergerandine.

Berhem

Berhemnên wî yên ku weşîyane, ev in
  • Binê Dara Valêre de, Çapa yewine, Weşanxaneya Apecê, Stockholm 2002. Çapa dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2003
  • Dêsan de Sûretê Ma Nimite, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005
  • Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005
  • Halîn, Weşanxaneya Komalê, Îstanbul 2006
  • Ez Gule ra Hes Kena, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2007
  • Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk, Estîtuya Kelepûra Kurdî, Duhok 2009
  • Gotin Diçe Nivîs Dimîne, Weşanxaneya Pêrî, Stenbol 2009
  • Edebîyatê Kirmanckî ra Nimûneyî, Weşanên Enstîtuya Zimananên ku li Tirkîyê Dijîn ya Unîversîteya Artukluyê, Mêrdîn 2012
  • Tarîyîya Adirî de, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012
  • Dersê Ziwanî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 2012, 128 rîpelî
  • Ferhengê Kurdî (Zazakî)-Tirkî û Tirkî- Kurdî (Zazakî), Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 358 rîpelî
  • Ji bo Kurmancan bi Awayê Muqayeseyî: Gramera Kirdkî (Zazakî), Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir 2013, 224 rûpel
Wergerandinên wî yên ku weşiyane, ev in
  • Suzan Samancı, Siya Bêdengiyê (Wergerandina ji tirkî), Weşanxaneya Aram, Îstanbul 2001
  • Roşan Lezgîn, Li Bin Dara Biyê, (Wergerandina ji kirmanckî), Weşanxaneya Elma, Îstanbul 2003
  • Sadiq Hîdayet, Sê Dilop Xwîn (Wergerandina ji farisî), Weşanxaneya War, Dîyarbekir 2004
  • Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî, Weşanxaneyê Vateyî, Stenbol 2008
  • Îsmaîl Beşîkçî, Ziman - Nasname - Netewe Û Neteweperwerî, Weşanxaneya Pêrî, Stenbol 2008
  • Andranîk, Dêrsim - Raywanî û Cografya, Weşanxaneyê Vateyî, îstanbul 2010
  • Berfîn Zenderlioglu & Mîrza Metîn, Mêrdeyê Şewe Weşanên Avesta, Îstanbul 2011
  • Perwerde de Tetbîqê Ziwanê Dayîke, Weşanên DÎSA, Dîyarbekir 2013
  • Polîtîkayê Zafziwanîye û Plankerdişê Ziwanî, Weşanên DÎSA, Dîyarbekir 2013