Emîn Alî Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 13: Rêz 13:
{{kurt}}
{{kurt}}


[[Kategorî:Bedirxan]]
[[Kategorî:Malbata Bedirxaniyan]]
[[Kategorî:Mîrên kurd]]
[[Kategorî:Mîrên kurd]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1851]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1851]]

Guhartoya 21:18, 29 çiriya paşîn 2016

Emîn Alî Bedirxan

Emîn Alî Bedirxan (z. 1851 − m. 1926) kurê Bedirxanê Evdalxan û bavê Celadet û Kamûran Bedirxan e.

Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de hate dinyayê. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beşê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hişê wî weke mirovekî rewşenbîr vebû. Ew mirovekî gelekî jêhatî û şehreza bû. Wî karî bû êdî bi zaneyî bikeve meydana xebatê, nemaze piştî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hacî Qadirê Koyî hati bû xwedî kirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewşenbîrî, zanîn û hijkirina Kurdistanê xisti bû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de.

Mîr Emîn Alî Bedirxan berpirsiyariya malbata xwe, weke kurê mezin, êdî girti bû ser milê xwe û di riya welatperweriyê re jî, rêcika bav û kalên xwe girti bû û keti bû xebata rizgarkirina Kurdistanê de. Ji ber vê yekê di sala 1889an de wî û birayê xwe Midhet ji Stembolê berê xwe dane Kurdistanê. Wan li bajarê Trabzunê komcivînek bi beg û axayên Kurdan re li dar xist û kara komcivîneke giştî dikir, da hêrîşeke jinişkave berdine ser Tirkan û Kurdistanê rizgar bikin.

Çavkanî

  • www.xoybun.com