Dema gerdûnî ya bisazûmankirî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
B Bot: + {{Interwiki conflict}}
Sayit25 (gotûbêj | beşdarî)
B Sayit25 navê UTC weke Dema Gerdûnî ya Bisazûmankirî guherand
(Cudahî nîne)

Guhartoya 18:30, 17 kanûna pêşîn 2016

UTC (Universal Time Coordinated - Dema Gerdûnî ya Bisazûmankirî yan Dema Navneteweyî ya Koordînekirî) kurtenavê koordînasyona demê ya navneteweyî ye.

Mirovahiyê ji zû ve ye li standardkirina demê digeriya. Wekî tê zanîn di kozmozê bi serê xwe dem nîne. Herwekî di valahiyê de cih, jor jêr hwd jî nîne. Hemî ji şîrovekirinên, ji ceribandinên û ji nirxandinên mirovan tê. Zanîstan ji bo ku di jiyana nûjen a bilez de alozî dernekevin Greenwich wekî xêzeke bingehîn pejirandine û pergaleke demê avakirine.

Kurdistan nakeve yek komeke demê. Bakurê Kurdistanê û Başûrê piçûk ê Kurdistanê dikeve koma dema rojhilatê Ewropa, ango EET, GMT+2. Herêmên din ên Kurdistanê dikeve dema Bexdayê (BT), GMT+3. Hin welat bi fermî yekkirina demê di nava tixûbê xwe de pejirandine. Hinan jî wekî Rûsya gorî herêmî dem pejirandiye. Li Kurdistanê hêj pergala demê nehatiye nîqaşkirin.