Şerê Cîhanî yê Yekem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sayit25 (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
(Cudahî nîne)

Guhartoya 16:02, 26 kanûna pêşîn 2016

Şerê cîhanî yê yekem

Şerê cîhanî yê yekem, şerê cîhanî yê yekê, şerê cîhanî yê pêşîn, yekemîn şerê cîhanî an jî Şerê Mezin pevçûneka çekdarane ya mezin bû ko piranî ya welatên Ewrûpayê û cîhanê têda pişikdar bûn. Ew şer ji sala 1914ê heta 1918ê berdewam bû. Pevçûn li çiriya paşîna sala 1918ê dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919ê bi Peymana Versayê bi awayekê firmî dawî bû. Di wî şerî da bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhertin.

Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsya, WYE û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Împeratoriya Almanyayê, Împeratoriya Nemsa-Macaristanê, Bulgaristan û Împeratoriya Osmanî ve pêk hat. Serkevtî yên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Almanyayê liser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê cîhanî yê duyem xweş kir.

Çavkanî

Girêdanên derve