Mêdî an jî MadîAriyên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya bar kirine. Di pirtûka pîroz a Avestayê de hatiye ku ew diyar mîna bihuştê ye.
Mêd, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mêdiyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.
Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycanê re Mêda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Mêda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.
Mêdiyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a Dema xwe ya Îraniya damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniya bi têkeliya mediyan û persiyan damezirîtên. Rola Mêdan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya Îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.