Abdullah Öcalan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B Ghybu navê Abdullah Ocalan weke Abdullah Öcalan guherand
B kurdistan diye bir yer yok.
Rêz 24: Rêz 24:
| abîde =
| abîde =
| cîwar = [[Îmralî|Girtîgeha Îmralîyê]]
| cîwar = [[Îmralî|Girtîgeha Îmralîyê]]
| niştimanî = {{KUR}}
| niştimanî = {{TUR}}
| navê din =
| navê din =
| cisn =
| cisn =

Guhartoya 18:36, 29 adar 2017

Abdullah Öcalan
CîwarGirtîgeha Îmralîyê
PerwerdeFakulteya Hiquqî ya Zanîngeha Stenbolê(1971)
Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê(1971-1984)
PîşeÎdeolog
Nivîskar
Siyasetmedar
TevgerPartiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
HevjînKesire Yıldırım (24'ê gulanê 1978)
Dê û bav
  • Ömer Öcalan (bav)
  • Öveyş Öcalan (dê)
XizmDîlek Öcalan (xwerzî)
MalbatMehmet Öcalan (bira)
Osman Öcalan (bira)
MalperMalpera fermî
Wêne:A.ocalan.svg
biguhêreBelge

Abdullah Öcalan (bi kurdî: /ɑːbdullɑːh oɑːlɑːn/) ("Apo", 4'ê nîsana 1949'an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Öcalan damezrênerê PKKê bû. Di 15ê Sibata 1999an de Öcalan ji aliyê DYA ve hat teslîm kirinî dewleta Tirkiyê. Niha li girava Îmrali di nav vederê de girtî ye.

Jînenîgarî

Zarokatîya wî

Abdullah Öcalan, di 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetiyê ji dayik bû ye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwend û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parve kirinê de pêşengî dikir. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedand. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kir. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dît. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranî Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade dikir ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çê kir û dev ji karmendiyê berda.

Dest pêk ê jiyana wî ya Ramyarî

Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968'an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar da bû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya Enqerê çê kir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972'an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7'ê nîsanê de di çalakîya şermezar kirina bûyera komkujiyê de hat binçav kirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana wî ava kirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972'an pirsgirêka kurd bi gelek derûdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerdahiye bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyî yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975'an de civînekê li dar dixe û bîryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avakirina PKK

Di 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên xwe li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara ava kirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistin kirinê yên Ocalan û Partiya ya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk kişand. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê bû, dewleta tirk zextên xwe zêde kirin. Dewletê bi awayekî vekirî li hemberî awa Ocalan şer dida dest pêk kirin û ji ber vê yekê Ocalan di 1979'an de derket derve û çû Libnanê. Bi vî awayî meşa ku wê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pêk kir. PKKê li Libanaê di 1982'yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welat wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedand kirî bûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984'an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî dest pêk kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de ye.

Girtina wî

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993'an û şûn ve PKKê 3 caran agirbest danezan kir. Ev gavên ku ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatî bûn. Di 9'ê dotmeha 1998'an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amade kirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bi dest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi hevanîyeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bi cîh kirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareser kirin.

Parastina Gelekî

Pirtûkên Öcalan ên bi kurdî

Girêdanên derve

Pirtûkên Abdullah Öcalan

Girêdanên din