Tûşêmî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
JarrahTree (gotûbêj | beşdarî) B (GR) Duplicate: File:Raspberry (black).jpg → File:Pomological Watercolor POM00007255.jpg Exact or scaled-down duplicate: c::File:Pomological Watercolor POM00007255.jpg |
B (GR) Duplicate: File:Raspberry (red).jpg → File:Pomological Watercolor POM00007246.jpg Exact or scaled-down duplicate: c::File:Pomological Watercolor POM00007246.jpg |
||
Rêz 36: | Rêz 36: | ||
<gallery> |
<gallery> |
||
Wêne: |
Wêne:Pomological Watercolor POM00007246.jpg|Tûşêmiya gizirî - boyaxa avî, 1892 |
||
Wêne:Pomological Watercolor POM00007255.jpg|Tûşêmiya reş - boyaxa avî, 1893 |
Wêne:Pomological Watercolor POM00007255.jpg|Tûşêmiya reş - boyaxa avî, 1893 |
||
Wêne:Raspberries_Yellowjacket.jpg|Tûşêmî û mozeqirtik |
Wêne:Raspberries_Yellowjacket.jpg|Tûşêmî û mozeqirtik |
Guhartoya 18:48, 24 nîsan 2017
Tûşêmî | |
---|---|
Tûşêmî gelek dişibe tûreşkê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Eudicots |
Kom: | Rosales |
Famîle: | Rosaceae |
Cins: | Rubus |
Binecins: | Idaeobatus |
Cure: | R. idaeus |
Navê zanistî yê latînî | |
Rubus idaeus L. |
Tûşêmî (Rubus idaeus) riwekek ji malbata rosaceae ye. Bi kurtî jê re şêmî jî dibêjin. Li perên daristanan, di axa ne pirr avî, ne jî hişk de digihê. Moza yan mêşa hingivê hez ji kulîlkên wê dike. Heger neyê birrîn, her sal li ser rehê xwe aj dide. Gelek kes viya û tûreşkê tevlîhev dikin. Bi rastî jî dijwar e mirov ji hev veqetîne.
Pêlên wê wekî çayê tê bikaranîn. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de sûd ji tûşêmiyê tê girtin. Tûşêmî li Kurdistanê tê berhevkirin. Ji ber şer, qedexe, şewitandina gundan û xizaniyê, kurdan derfetê çandina tûşêmiyê nedîtine.
Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de
Agahiyên vê gotarê, ne hişyarî yan jî teqeziyên bijîşkan e! Ji bo bêhtir agahiyan Hişyariya bijîşkî (en) bixwînin. |
Di fêkiya wê de glukoz, fruktoz, pentoz, salîsîl, pektîn heye. Vîtamîna C, B û karotînê dihewîne. Fêkiyên wê bi teze werin xwarin baştir e. Çaya fêkiya wê wekî derman bo hin cureyên sermagirtinê tê bikaranîn. Herwiha didin jinên duxeskan (distan).
Çandina wê
Ajên wê bi zivistanê tên ajotin. Divê di nava ajan de bi qasî 1 m navber hebe û axa wê bikêr be. Zibil bê bikaranîn baş dibe. Sala pêşîn kulîlkên wê tên berhevkirin, rûçikandin ku ajên wê hinekê mezin bibin. Bihar û havînê pirr tê avdan lê payîzê divê kêm bê avdan. Zivistanê şitilên wê di tanga axê de tên birrîn. Şitilên hûr û bêkêr ji rehê ve tên derxistin ku yên din baş bigihên. Pirraniya şitilan bi singan ve tên girêdan. Fêkiyên wên tên qerisandin jî. Ji fêkiyên zêde rîçalê çêdikin.
Cureyên sereke
- Tûşêmiya bakurî yan a amerîkayî (Rubus arcticus)
- Tûşêmiya bibêhn (Rubus odoratus)
- Tûşêmiya şerabê (Rubus phoenicolasius)
- Tûşêmiya qalikspî (Rubus leucodermis)
Pêşangeha tûşêmiyê
-
Tûşêmiya gizirî - boyaxa avî, 1892
-
Tûşêmiya reş - boyaxa avî, 1893
-
Tûşêmî û mozeqirtik
-
Tûşêmiya sor a pêncpelî
Çavkanî
- W. Scherer: Schäden an Himbeeren und Brombeeren erkennen, bestimmen – richtig handeln. Scherer, Augsburg 1989.