Abdullah Öcalan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 91: Rêz 91:
Di wan salan de [[Stenbol]] di bin bandora bayê 1968'an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û [[Marksîzm - Lenînîzm]] nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar da bû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya [[Enqere|Enqerê]] çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê [[adar]]a 1972'an de pêşengên şoreşê [[Mahir Çayan]] û hevalên wî li [[Kizildere|Qizilderey]]ê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7'ê nîsanê de di çalakîya şermezar kirina bûyera komkujiyê de hat binçav kirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana wî ava kirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972'an [[pirsgirêka kurd]] bi gelek derûdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerdahiye bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975'an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

=== Avakirina PKK ===
=== Avakirina PKK ===

Di [[27'ê mijdara 1978]]'an de jî Ocalan û hevalên wî li [[Amed]]ê li gundê [[Fîs]]ê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara ava kirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya wî PKK yên li [[Kurdistan]]ê di demeke kin de bala [[dewleta tirk]] dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979'an derdikeve derve û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, destpê kir. PKKê li Libanaê di 1982'yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welêt wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya [[îdeolojî]]k û [[leşker]]î jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê [[tebax]]a 1984'an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de bûye.

Guhartoya 09:36, 20 hezîran 2017

Abdullah Öcalan
CîwarGirtîgeha Îmralîyê
PerwerdeFakulteya Hiquqî ya Zanîngeha Stenbolê(1971)
Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê(1971-1984)
PîşeÎdeolog
Nivîskar
Siyasetmedar
TevgerPartiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
HevjînKesire Yıldırım (24'ê gulanê 1978)
Dê û bav
  • Ömer Öcalan (bav)
  • Öveyş Öcalan (dê)
XizmDîlek Öcalan (xwerzî)
MalbatMehmet Öcalan (bira)
Osman Öcalan (bira)
MalperMalpera fermî
Wêne:A.ocalan.svg
biguhêreBelge

Abdullah Öcalan (bi kurdî: /ɑːbdullɑːh oɑːlɑːn/) ("Apo", 4'ê nîsana 1949'an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) siyasetmedarekî kurd e. Öcalan damezrênerê PKKê ye. Di 15ê Sibata 1999an de, sixûrên DYAyê, Ocalan bi komployek revand û radestî dewleta Tirkiyê kir. Niha li girava Îmraliyê girtî ye.

Jînenîgarî

Zarokatîya wî

Abdullah Öcalan, di 1949'an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parve kirinê de pêşengî kiriye. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dîtiye. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranîye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.

Destpêka jiyana wî ya Ramyarî

Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968'an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar da bû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972'an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7'ê nîsanê de di çalakîya şermezar kirina bûyera komkujiyê de hat binçav kirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana wî ava kirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972'an pirsgirêka kurd bi gelek derûdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerdahiye bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975'an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avakirina PKK'ê

Di 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên wî li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara ava kirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979'an derdikeve derve û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, destpê kir. PKKê li Libanaê di 1982'yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welêt wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984'an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de bûye.

Girtina wî

Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993'an û şûn ve PKKê 3 caran agirbest danezan kir. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatî bûn. Di 9'ê dotmeha 1998'an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amade kirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi hevanîyeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bicîh kirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareser kirin.

Parastina Gelekî

Pirtûkên Öcalan ên bi kurdî

Girêdanên derve

Pirtûkên Abdullah Öcalan

Girêdanên din