Melevanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 70: Rêz 70:


===Rêyên paqijkirinê ===
===Rêyên paqijkirinê ===
Ew rêyên dikarin ava melevangehan bihêlin paqij evene: Fîlterên avê da ku pisatiyan ji avê biderêxe, dijemîkrob da ku mîkroban bikoje, hayjînê melevanan, herwisa taqîkirina ava melevangehê û zêde kirina kilorî û rêja pHî.


== Girêdanên deve ==
== Girêdanên deve ==

Guhartoya 09:23, 3 tîrmeh 2017

Melevanîkirin li melevangehekê.

Melevanî, ajnî an jî avjenî, corek e ji corên werzişê ku di avê de tê kirin, mirov dest û lingê xwe bikar tînin ji bo encamdana vî corê werzişê.

  • Ji kesê ku melevaniyê zanî re dibêjine melevan.
  • Dibêjine cihê ku melevaniya lê dikin, melevangeh an jî mesbeh.

Dîrok

Dîroka melevaniyê li Kurdistanê vedigere beriya çendîn salan, li dema ku pirraniya xelkê li gundan dijiyan. Xelkê, li wan serdeman, di ava kanî, rûbar û birikan de melevanî dikirin. Herwisa beriya ku kanî, rûbar û birik ji bo melevanan bên bikaranîn, xelkê wan deveran ji bo mebestên serşûştin û balavkirinê (cil şûştin) bi kar dianîn. Lê piştî ku hin xelkê gundên xwe bi cih hêlan û hatin li bajaran jiyana xwe bibin ser, melevaniyê û melevangehan jî pêşkeftin. Û niha em dikarin bibînin ku bi sedeha cihên melevanan li Kurdistanê hene, ji bilî avên vekirî (avên di nava siriştî de) û kanî û rûbaran.

Kerestên ku di melevaniyê de tê bikaranîn

  • Cilên melevanan. (Ji bo kiç û koran)
  • Çavkên melevanan.
  • Kulavê melevanan.
  • Pêlavên melevanan.
  • Çupên parastina jiyanê (nehêlan mirov niqûm bûn/bin av bûn). Ji bo wan kesên ku melevaniyê nizanin.

Corên Melevaniyan

  • (Butterfly Stroke) Pelatînk
  • (Backstroke) Li ser piştê
  • (Breaststroke) Beq
  • (Crawl or Freestyle) Baz

Paqijiya melevangehê

Hin rê hene ji bo paqijkirina melevangehê

Rêyên paqijkirinê

Ew rêyên dikarin ava melevangehan bihêlin paqij evene: Fîlterên avê da ku pisatiyan ji avê biderêxe, dijemîkrob da ku mîkroban bikoje, hayjînê melevanan, herwisa taqîkirina ava melevangehê û zêde kirina kilorî û rêja pHî.

Girêdanên deve

Wîkîferheng Wîkîferheng: melevanî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir