Cihûtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 14: Rêz 14:
Li [[Kurdistan]]ê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku [[asurî|asuriyan]] Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên [[Adiabene]]yê, ya ku serbajarê wê [[Hewlêr]] bû, cihûyî bû.
Li [[Kurdistan]]ê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku [[asurî|asuriyan]] Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên [[Adiabene]]yê, ya ku serbajarê wê [[Hewlêr]] bû, cihûyî bû.
=== Zaxo ===
=== Zaxo ===
[[Zaxo]] cihek gelek giring bû bo cihuyan, ku di hate naskirin [[Zaxo]] bi ''Orşelîma Aşur''. Navê wan raxet cihu çûynê yêt hatîne diyar kirin di Kitêba pîroza wan ''Bîbil''da. Despêka salên sedê bîstê, pitir ya xelkê [[Zaxo]] cihu bûn, lê hatine derêxistin bo [[Îsraêl]] ê, piştî şerê 1948. Heta noke cihu di hêne Zaxo da berê xo bidene cihêt bab û bapîrêt xo.
[[Zaxo]] cihek gelek giring bû bo cihuyan, ku di hate naskirin [[Zaxo]] bi ''Orşelîma Aşur''. Navê wan raxet cihu çûynê yêt hatîne diyar kirin di Kitêba pîroza wan ''Bîbil'' da. Despêka salên sedê bîstê, pitir ya xelkê [[Zaxo]] cihu bûn, lê hatine derêxistin bo [[Îsraêl]] ê, piştî şerê 1948. Heta noke cihu di hêne Zaxo da berê xo bidene cihêt bab û bapîrêt xo.


=== Elbak û Amêdî ===
=== Elbak û Amêdî ===

Guhartoya 09:05, 23 îlon 2017

Sembolaro [1] herî kevn a cihûtiyê findanka bi heftşax a bi navê Menore ye
Dîmenek ji kinîşta Mela Yaqûb li Îsfehanê (Îran)
Stêrka Dawid semboleke cihûtiyê ye
Dîwarê Rojava li Orşelîmê bingeha perestgeheke kevnar a cihûyî ye

Cihûtî, cihûdîtîyan jî mûsewîtî ola cihûyan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên Peymana Kevin tê avakirin, bi taybetî, Kitêbên Mûsa, yên ku ji pênc kitêbên pêşîn pêk tên: kitêba Destpêkirinê (Genesîs), kitêba Derketina Îsraêl ji Misrê (Eksodus), kitêba Lêwiyan (Levîtîkus), kitêba Hijmartinê (Numerî) û kitêba Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom). Pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat e. Zebûr an Zebûrên Dawid jî wek pirtûkeke pîroz tê qabûlkirin. Di cihûtiyê de Talmûd û şirovekirinên maliman jî giring in.

Cihê ayîna cihûyan kinîşt e.

Cihûyên Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Cihûyên Kurdistanê

Li Kurdistanê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku asuriyan Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên Adiabeneyê, ya ku serbajarê wê Hewlêr bû, cihûyî bû.

Zaxo

Zaxo cihek gelek giring bû bo cihuyan, ku di hate naskirin Zaxo bi Orşelîma Aşur. Navê wan raxet cihu çûynê yêt hatîne diyar kirin di Kitêba pîroza wan Bîbil da. Despêka salên sedê bîstê, pitir ya xelkê Zaxo cihu bûn, lê hatine derêxistin bo Îsraêl ê, piştî şerê 1948. Heta noke cihu di hêne Zaxo da berê xo bidene cihêt bab û bapîrêt xo.

Elbak û Amêdî

Li gorî Vital Cuinet di sala 1891-ê de hijmara rûniştvanên Elbakê (Başqelayê) 7.000 kes bû, ji wan 1.600 cihû bûn. Li bajarê Amêdiyê jî, hijmara akinciyan 5.000 kes bû û ji wan 1.900 cihû bûn. Kinîşta Amêdiyê yek ji kevintirîn kinîştên Kurdistanê bû, di sala 1228-an de hatibû avakirin.

Alliance Israélite Universelle

Rêxistina Alliance Israélite Universelle di salên 1900 û 1906-an de li Mûsilê dibistan vekirin, pişt re di sala 1912-an de li Kerkûkê jî xwendegehek sazbû.

Cihûyên bajarî

Li gorî Encyclopaedia Judaica, di sala 1947-an de hijmara cihûyên ku li bajarên mezin dijiya wisa bû:

Cihûyên gundî

Li gelek bajarên biçûk jî rûniştvanên cihûyî hebûn, bi taybetî li van bajaran: Sindur, Riwandiz, Til-Kabar, Zaxo, Barazan (Barzan), Dihok, Akrê, Şanduxa, Bitanura, Elbak, Koye, Mirawa, Karada, Girzengal û li gelekî cihên din.

Cihûyên Kurdistanê yên îroyîn

Îro li Îsraelê, qederê 100.000-150.000 cihû hene, yên ku bi eslê xwe kurd in.

Cihû li cîhanê

Li cîhanê di sala 1939-an de hijmara cihûyan li derûdora 17 milyon bû; di 1951-ê de piştî kuştara bi destê rejîma Hitler, 10 milyon cihû diman. Di sala 2007-an de hijmara cihûyan 13,2 milyon e, ji wan 41% li dewleta Îsraelê dijîn.

Çavkanî

  1. ^ Nivîsa stûr

Girêdanên derve