Xane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 18: Rêz 18:
# Çalakbûna zîndewer,girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne.
# Çalakbûna zîndewer,girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne.
# Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin.
# Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin.
# Di nav [[sîtoplazma]]ya xane, an ji di hundirê [[dendikê xaneyê]] de ADN([[Asîda deksîrîbonukleî]]) heye.
# Di nav [[sîtoplazma]]ya xane, an ji di hundirê [[dendikê xaneyê]] de ADN ([[Asîda deoksirîbonukleîk]]) heye.
# Zanyariya rakendî(genetîk) bi riya [[kromozom]]an(ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe.
# Zanyariya rakendî(genetîk) bi riya [[kromozom]]an(ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe.
# Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî a hemû xaneyan wekhev in
# Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî a hemû xaneyan wekhev in

Guhartoya 15:06, 24 îlon 2017

Lebatokên xaneya eukaryotî:
(1) Dendikok
(2) Dendik
(3) Rîbozom
(4) Vezîkul
(5) Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî
(6) Heybera Golgî
(7) kakûtê xaneyê
(8) Retîkûlûma endoplazmî ya hilû
(9) Mîtokondrî
(10) Vakuol
(11) Sîtoplazma
(12) Lîzozom
(13) Sentrîol

Ev pêkhate li Bakurê Kurdistanê wekî şane bi nav dibe,lê li Başûr terma şane ji bo koma xane(tavînek,tissue) tê bi kar anîn. Ango şane gelek xaneyan li xwe digre.Ji ber ku bi salan e di dibistanên Başûr de ji boy 'cell' terma xane tê bikar anîn û ji boy tavînek jî terma şane tên bikaranîn ,a baş ewe ku Kurdên Bakur jî terma xaneyê bikar bîne. Xane yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan mîkroskob tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.

Dîroka Kifşa Xaneyê

Mîkoskoba Robert Hook

Zanyarê Birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî. Cell bi Îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin mîkroskobê dîtibû wekî xane(cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn,lê çavikên vala bûn. Ji ber ku xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ku ji selulozê çê bûyî dîtibû. Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ku car a yekemîn hebûna bakterî û zîndewerên hûrik û yekxaneyî bi mîkroskobê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb mîkroskob çê kir. Mîkroskobên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka Zîndewerzanî (Biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi navê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin.

Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie van Leeuwenhoek nêzik ê 200 salan paşê, Riweknas (Zanyarê Botanîk)ê Alman, Mathias Jakob Schleiden(1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ku hemû riwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de,sala 1839an de Zanyarê Alman,Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ku hemû ajal ji xaneyan çê bû ne.Her ku zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran Teoriya Xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ku derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn,Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin.

Teoriya Xaneyê

Zanyarê Birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma "cell" bi kar anî
  1. Her zîndewer herî kêm ji xaneyek çi dibe.
  2. Hemû xaneyên nû, ji dabeşbûna xaneyên berê çê dibin.
  3. Xane yekeya binyatî ye zîndewran e ku tê de hemû karên zindewariye tên bi rê ve birin.
  4. Çalakbûna zîndewer,girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne.
  5. Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin.
  6. Di nav sîtoplazmaya xane, an ji di hundirê dendikê xaneyê de ADN (Asîda deoksirîbonukleîk) heye.
  7. Zanyariya rakendî(genetîk) bi riya kromozoman(ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe.
  8. Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî a hemû xaneyan wekhev in

Taybetmendiyên Hevbeş yên Xaneyan

Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ku bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir ,a hêştirme ye. Ev balinde ji hemû balinde yên din girtir e. Hêka wê bi qasî 2 kîlogram e. Ji ber ku hêka hêştirme ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye. Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuye ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in.

  • Hemû xaneyan bi parzûnek dorpêçkiriye.
  • Di hundirê her xaneyek de sîtoplazma heye.
  • Lebatok(organel)a rîbozom di hemû xaneyan de heye.
  • Di nav sîtoplazmayê an ji di hundirê dendikê hemû xaneyan de Asîdên nukleî, ADN(Asîda deoksîrîbonukleî) û ARN(Asîda rîbonukleî) hene

Cureyên Xaneyan

Xaneya Prokaryotî

Li gor hebûn an jî tunebûna dendikê, du birr(cure) xane heye.

  1. Xaneya prokaryotî
  2. Xaneya eukaryotî

Xaneya Prokaryotî

Xaneya Eukaryotî

Hemû bakterî û arkebakteriyan xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji dendik e. Xaneya bê dendik wek prokaryotî tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya prokaryotî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên pirxaneyî, prokaryotî nîn in. Di xaneyên prokaryotî da xeynî rîbozom tu lebatok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ku xaneyên prokaryotî bê dendik in, asîdên nukleî, ADN û ARN li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.

Xaneya Eukaryotî

Zîndeweren ji Cîhana Protîstan,cîhana Fungusan,Cîhana Riwekan û Cîhana Ajalan, hemû eukaryotî ne. Di xaneyên Eukaryotî de dendik heye û lebatok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin.Hemû ajal û riwek pirxaneyî ne û xaneyên wan xaneyên eukaryotî ne. Hin endamên Cîhana Protîstan yekxaneyî ne. Wek mînak amîp, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên Protîstan pirxaneyî ne. Wek mînak kevzên avê û koloniya volvoxê. Hinek cureyên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan pirxaneyî ne. Fungusê kufik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok(qarçik) ên bi kumik pirxaneyî ne.

Xaneya eukaryotî ji derve ber bi hundir,ji sê beşan pêk tê

Ji boy wêneya Xaneya eukaryotî lînkê bitikîne

Çavkanî