Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Herdei (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
PowerBUL (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Bakurê Kurdistanê.png|right|thumb|350px|Bakurê Kurdistanê.]]
[[Wêne:Bakurê Kurdistanê.png|right|thumb|350px|Bakurê Kurdistanê.]]
[[Wêne:Kurdish majority Turkey-es.svg|thumb|350px|Kurdî li Tirkiyê.]]
'''Bakurê Kurdistanê''' ji wê beşa [[Kurdistan]]ê re tê gotin ku dikevê nav sînorên dewleta [[Tirkiyê]]. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya ''Kurdistana Tirkiyê'' jî tê bikar anîn.
'''Bakurê Kurdistanê''' ji wê beşa [[Kurdistan]]ê re tê gotin ku dikevê nav sînorên dewleta [[Tirkiyê]]. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya ''Kurdistana Tirkiyê'' jî tê bikar anîn.


Rêz 70: Rêz 71:


== Girêdanên derve ==
== Girêdanên derve ==
{{commonscat-inline|Turkish Kurdistan}}
* [http://www.travel-images.com/kurdistan.html Galeriya wêneyan]
* [http://www.travel-images.com/kurdistan.html Galeriya wêneyan]



{{Parçeyên Kurdistanê}}
{{Parçeyên Kurdistanê}}
{{Bajarên Kurdistanê}}
{{Bajarên Kurdistanê}}
{{Portal bar|Tirkiye|Kurdistan}}


[[Kategorî:Bakurê Kurdistanê| ]]
[[Kategorî:Bakurê Kurdistanê| ]]

Guhartoya 23:03, 25 îlon 2017

Bakurê Kurdistanê.
Kurdî li Tirkiyê.

Bakurê Kurdistanê ji wê beşa Kurdistanê re tê gotin ku dikevê nav sînorên dewleta Tirkiyê. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn.

Rûerd

Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.

Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.

Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dîlok û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Sêwregê; çiyayê Qerejdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên hêtûnk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cûdî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.

Li Rojava deşta Dîlokê û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerejdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.

Çemê Diclê deşta Amedê dike dû cîh. Beşa navbera Qerejdax û Dijlê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e... Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Dijlê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Dijlê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.

Li herêma Rihayê berrîya Herranê heye. Herran ji alîyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berrîya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev desht û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.

Avhewa

Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin Serhed. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. Erzirom û Qers, bajarên herî bilind û sar yên Kurdistanê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.

Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Erzirom û Qersê berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.

Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.

Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.

Bakurê Torosan

Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên Mereş û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta Qers û Agiriyê tev çiya, zozan banî, gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve paralel in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hêsan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrekê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen Sîpan, Nemrûd û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agiriyên Mezin û Biçûk serîhildane. Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrek volkanên vemirî ne. Agiriyê Mezin çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan jî berf heye.

Ji Bajarê Colemêrgê heta Agirî, Qers, Erzîrom, Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlîgê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Deştên Melediyê, Xarpêt, Mûş, Zêdikan, Ezirgan, Erzîrom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.

Başûrê Torosan

Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastî hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.

Li rojava deşta Dîlokê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.

Çemê Dicleyê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e. Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.

Bajarên Bakurê Kurdistanê

Girêdanên derve