Hêzgeha nukleerî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "'''Hêzgeha nukleerî''', yek ji cûreyên santralên vejen<nowiki/>ê ye ku bi bikaranîna tîn<nowiki/>ê ya ji reaksiyonên nukleerî kareba peyda dik..."
 
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Kerncentrale Doel in werking.jpg|thumb|234x234px|Hêzgeheke nukleerî]]
'''Hêzgeha nukleerî''', yek ji cûreyên santralên [[Wize|vejen]]<nowiki/>ê ye ku bi bikaranîna [[tîn]]<nowiki/>ê ya ji reaksiyonên nukleerî [[Elektrîk|kareba]] peyda dike. Ev [[reaksiyon]] di nav [[Reaktora dendikî|reaktor]]<nowiki/>ekê de çêdibin. Di heman katî de li hêzgehê [[makîne]] hene ku bi wan, tîn ji reaktorê tê girtin û li tûrbîna hilmî tê şandin. Karebayê ku ji hêzgeha nukleerî hatiye peydakirin, wek hêza nukleerî tê binavkirin.

Guhartoya 21:08, 2 kanûna paşîn 2018

Hêzgeheke nukleerî

Hêzgeha nukleerî, yek ji cûreyên santralên vejenê ye ku bi bikaranîna tînê ya ji reaksiyonên nukleerî kareba peyda dike. Ev reaksiyon di nav reaktorekê de çêdibin. Di heman katî de li hêzgehê makîne hene ku bi wan, tîn ji reaktorê tê girtin û li tûrbîna hilmî tê şandin. Karebayê ku ji hêzgeha nukleerî hatiye peydakirin, wek hêza nukleerî tê binavkirin.

Hêzgehên nukleerî bi piranî nêzîkî cihên avî tên sazkirin ku bi vî awayî tîna zêde ya ji reaktorê derketî, ji holê tê rakirin. Hinekî yê wan jî ji bo sarkirinê, barû bikartînin ku ji bo van barûyan "barûya sarkirinê" tê gotin. Hêzgehên nukleerî bo sotemeniuranyûm bikartînin. Wexta ku reaktor vekirî be, gerdîleyên uranyûmê lete dibin û piştî letebûyînê ew li derdora xwe tîneke gelek zêde belav dikin. Ji bo vê bûyera letebûyînê re jî Fîzon(kerîbûn)[1] tê gotin. Ji bo fîzonê gerdîleyên herî baş uranyûm û plutonyûm e. Ev herdu atom piçek tîrêjçalak(radyoaktîf) in. Lê wexta ku ew lete dibin, gerdîleyên nû yên gelek tîrêjçalak peyda dibin. Îro, fîzon bi tenê di nav reaktorên nukleerî de çêdibe.

Li ser cîhanê ji meha avrêla sala 2017'an pê ve, 449 hêzgeha nukleerî hene û 60 hebê nû jî di bin çêkirinê de ne. Piraniya wan li DYA, Fransa û Japonê ye.[2]

Çavkanî

  1. ^ Ferhenga Termên Fenî, "-fission", ISBN 978-605-9073-06-6
  2. ^ https://www.nei.org/Knowledge-Center/Nuclear-Statistics/World-Statistics