Asîda deoksîrîbonukleyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Wêneyê bi navê DNA_structure_and_bases_color_ku.svg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Rêz 1: Rêz 1:

[[Wêne:DNA structure and bases color ku.svg|thumb|ADN]]
[[Wêne:ADN animation.gif|thumb|ADN li gorî wêneyekî zindîkirî (anîmasyon)]]
[[Wêne:ADN animation.gif|thumb|ADN li gorî wêneyekî zindîkirî (anîmasyon)]]
'''Asîda deoksirîbonukleî''', bi kurtasî: '''ADN''' (bi [[înglîzî]]: ''deoxyribonucleic acid'', ''DNA'') modela bingehîn a genetîka jiyandaran e.
'''Asîda deoksirîbonukleî''', bi kurtasî: '''ADN''' (bi [[înglîzî]]: ''deoxyribonucleic acid'', ''DNA'') modela bingehîn a genetîka jiyandaran e.

Guhartoya 17:48, 15 kanûna paşîn 2018

ADN li gorî wêneyekî zindîkirî (anîmasyon)

Asîda deoksirîbonukleî, bi kurtasî: ADN (bi înglîzî: deoxyribonucleic acid, DNA) modela bingehîn a genetîka jiyandaran e.

Dîroka kifşkirina asîda deoksirîbonukleî

Phoebus Levene (1863-1940) (wekî Fîbus Lîvin tê xwendin) zanyarekî amerîkî bû. Di sala 1905an de li Enstîtuya Rockefellerê de dest bi xebata li ser pêkhatina asîdên nukleî kir. Levene bi xebatên xwe yên navbera 1909-1929an de cara pêşîn yekeya ADNyê wekî nukleotîd bi nav kir. Her wîsa yekeyên nukleotîdê jî wêk komeleya fosfatî, şekir û baza nîtrojenî daxuyandin. Li gel wan xebatên wî, Levene şekirê rîboz û ê deoksîrîbozê jî kifş kir. Levene der barê pekhatina ADNyê de hîpoteza “tetranukleotid”ê pêşvazî kir. Li gor vî hîpotezê, ADN ji Adenîn, Guanîn, Tîmîn û Sîtozînê pêk dihat û di ADNyê de hejmara hemû bazên nîtrojenî wekhev bû. (A=G=T=C) Lê mixabin Levene erkê ADNyê bi awayekî rast fam nekirî bû. Li gor dîtina wî, ADN molekulek hêsan bû, loma nedibû ku zanyariyên genetîkî li ser ev molekulê ba. Hîpoteza Levene bi du ezmûnan hat pûçkirin. Ezmûna yekem di sala 1928an de ji aliyê Frederick Griffit (1879–1941) a duyemîn ku berdewamiya a yekemînê ye, di sala 1944an de ji aliyê Oswald Avery û karhevalên wî ve hat kirin. Di van herdu ezmûnan da êdî bê şik derket holê ku zanyariyên genetîkî li ser molekula ADN ye. Di sala 1953yan de ji zanîngeha Cambridge du zanyar, Francis Crick û James Watson pekhatina ADNyê wekî lûlpêçê hewcot (double helix) diyar kirin. Her wisa bi xebatên xwe, duhendîbûna ADNyê jî aşkere kirin. Zanyarekî amerîkî, Erwin Chargaf (1905-2002) di sala 1950î de pêşniyar kir ku di molekula ADNyê de hêjmara adenîn û tîmîn heman wekhev e. Her wisa hejmara guanîn û a sîtozîne jî wekhev e. Chargaf di xebata xwe de eşkere kir ku, ji ber ku hejmara A-T û G-C ji bo her cureyên zîndewer taybet e, têdahiya ADNyê jî din nav her cureyên zîndeweran da cur be cur e. Van her du xebatên Chargaf wekî “Zagonên Chargaf“ tên bi navkirin. Ev Xebata Chargaf ji bo famkirina erkê ADNyê bû destekek giranbuha. ADN ji bo her cureyên zîndewer taybet e û zanyariyên genetîkî bi navbeynkariya ADNyê ji dê û bavan derbasî nifşên (dol) nû dibe.

Pêkhateya ADNyê

ADN ji du bendik (zincîr) an pêk tê. Her du şerîd li ba hev lûl bûyî ne. Loma modela ADNyê wekî lûlpêçê hevcot(double helix) tê bi navkirin. Her zincîr ji gelek hejmarên nukleotîdan pêk tê.Nukleotîd li gor zagona Chargaf rêz dibin. Ango, baza Guanînê bi baza Sîtozînê re, baza Adenînê jî bi baza Tîmînê re dibe hevbeş. Di navbera bazên hevbeş da bendê hîdrojênî çê dibe. Di navbera baza Adenîn û Tîmînê de du bendên hîdrojenî, navbera Guanîn û Sîtozînê de sê bendên hîdrojenî çê dibe.Di modela ADNyê de Komeleya fosfatî û şekirê deoksîriboz herdu zincîran pêk tînin. Bazên nîtrojenî jî di navbera zincîran rêz dibin.Her du şerîdên(bendikên) lûlpêç,bi bazên hevbeş bi hev re girêdayî ne. Lê ji ber ku hîn bazên nîtrojenî (Purîn) cot xelekî ne, hînekî jî yek xelekî ne(Pîrîmîdîn), purîn bi prîmîdan re hevbeşî dikin. Bi vî awayê firehiya navbera herdu şerîdan hertim sabit dimîne. Ji ber vî sedemê di hemû molkulên ADNyê de hejmara bazên nîtrojenî yên purînan bi qasî hejmara bazên prîmîdînan e.(hejmara Purîn = hejmara pîrîmîdîn.Hemû zîndever(bakterî, arkeabakterî, protîst, karok, riwek û ajal) di nav xaneyên xwe de ADN dihundirînin.Şiklê ADNyê di hemû xaneyan de wekhev e. Taybetmendiya herî girîng a ADNyê ev e ku, ADN berê dabeşbûna xaneyê, bi duhendebûnê xwe zêde dike. ADN molekulek pir dirêj e, xwe li ser proteîna hîston ve ba dide û kin dibe. ADN û Proteîna hîston bi hev re wekî kromatîn tê bi nav kirin. Dema dabeş bûna xaneyê, kromotîn hê pirtir, kin û qalind dibe û wek kromozom bi nav dibe. Li ser ADN’ê beşên zanyariyên genetîkî, wekî gen tê bi nav kirin. Gen, parek ADNyê ye ku zanyariya çêkirina proteînek li ser e. Di xaneyêk mirovan de bi qasî 25000 gen heye. Dibe ku gen ji 1500 - 2000 cotên nukleotîdan çêbûyî be, lê hin genên ji 2 mîlyon cotan pirtir nukleotîdan çêbûyî jî heye. Di destpêka jiyanê de laşê mirov ji yek xaneyê,ango ji zîgotê pêk tê. Zîgot, bi dabeşbûnê zêde dibe û hejmara xaneyên mirov digihîje mîlyaran. Ne tenê hejmara xaneyan lê erk û şiklê xaneyan jî diguhere. Şane û lebat(organ) li gor erkê xwe dibin çerm, xwîn, gurçik, hestî hwd. Di laşê mirov de li gor erk û şikl û şemal, ji 200î zêdetir cureyên xane heye, lê, rêz, hejmar û mêjera nukleotîdên ADNyê hemû xaneyên mirovek wekhev in. Kromozomên hemû xaneyan kopîyên hev in. Ev kopîyên kromozoman bi kopîbûna ADNyê (DNA replication), ango bi duhendebûna ADNyê çê dibin.

ADN çawa duhende dibe?

Wêne:ADN çawa duhende dibe.png
Duhendebûna ADN di qonaxa înterfazê de pêk tê.

Du zincîrên ADN’ê tewawkerên hev in. Herdu zincîr bi bendên hîdrojenî bi awayekî antîparalel bi hev re girêdayî ne. Ji bo duhendebûna ADNyê gava yekem hilweşandina bendên hîdrojenî ye.Bendên hîdrojenî di navbera bazên nukleotîdên hevbeş de cih digirin. Bendên hîdrojenî, bi enzîmê helîkaz tên hilweşandin. Bi vî awayê lûlpêçên hevcot ji hev diqetin. Proteînên li ser her zincîrek girêdayî, rê nade ku zinzîr carêk din li hev bipêçin. Van herdu zincîr ji bo çêkirina zîncîrên nu,wekî zincîrên bineretî kar dikin. Dema bendên hîdrojenî hildiweşin, herdu zincîrên ADNye wekî mîna tîpa Y vedibe. Ev cihê vekiriyê ADNyê wekî duriyanê duhendebûn bi nav dibe. Ji ber ku herdu zincîrên ADNyê bi awayê antîparalel bi hev re girêdayine, zincîra yek bi serê 3’-5’, be, a din bi serê 5’-3’ li hemberî wî dirêj dibe. Nukleotîdek nû bi serê 3’ (ango bi karbona sêyemîn) bi komeleya fosfatî ya nûkleotîda pêş ve tê girêdanê. Di zîncîra bineretî ya bi serê 3’-5’, karê duhendebûnê ber bi duriyanê duhendebûnê bi rê ve diçe. Zincîra nû ya ku li hember ev zincîrê tê çêkirin, wekî zincîra bênavber (leading strand) bi nav dibe. Zincîra bineratiya din jî bi serê 5’-3’ e. Di vî zincîrê de kare duhendebûnê,bi arasteyê dûr li duriyanê duhendebûne ve bi rê ve diçe. Zincîra tewawkera wê ya nû wekî zincîra binavber (lagging strand) tê bi nav kirinê.

Çavkanî

Girêdanên derve