Nexweşiya şekir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Blausen_0701_PancreaticTissue_ku.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697072 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 1: Rêz 1:
[[wêne:Blausen_0701_PancreaticTissue_ku.png|thumb|300px|Pankreas rijênek têkel e.]]
'''Nexweşiya şekir''', '''nexweşiya şekirê''' an jî '''diyabet''', nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên genetîk û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe.
'''Nexweşiya şekir''', '''nexweşiya şekirê''' an jî '''diyabet''', nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên genetîk û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe.



Guhartoya 15:56, 18 kanûna paşîn 2018

Pankreas rijênek têkel e.

Nexweşiya şekir, nexweşiya şekirê an jî diyabet, nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên genetîk û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe.

Xaneyên mêjî yên mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Glukoza xwînê wekî “şekira xwînê” jî tê binavkirin. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80-120 mg/dl ye. (Ji boy asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv pîyanek (qedeha avê) xwîn divê bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz li xwe bigire). Eger di nav xwîna mirov de rêjeya şekir her tim bilind bê ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe. Na eger rêjeya şekir (glukoz) her tim kêm be vê gavê ev rewş wekî hîpoglîsemî bi nav dibe. Mirovên bi hîperglîsemî bi nexweşiya şekir dikevin (şekirmîz, diyabet).

Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê rêkxistinê. Ev herdu hormon jî ji rijêna (toşpî) pankreasê tên derdan. Însulîn û glukagon hevdijê yek in. Ango însulîn rêjeya şekira xwînê kêm dike, glukagon jî zêde dike.

Li ser rêkxistina mêjera glukoze de bandora însulînê

Di laşê mirovên tendurist da însulîn bi du awayê bandor li ser kêmkirina şekira xwînê dike;

  • A yekem, gava rêjeya şekira xwînê bilind dibe, însulîn bandor li ser parzûna xaneyên laş dike, bi vî awayê hê pirtir glukoz (şekir) ji xwînê derbasê nav xaneyan dibe û rêjeya şekira xwînê kêm dibe.
  • A duyem, însulîn bandor li ser xaneyên kezebê (ciger) û yên masûlkeyan dike, bi fermana însulînê xaneyên kezeb û yên masûlke, ji xwînê glukoz (şekir) digirin nav xaneyên xwe û ji glukozê glîkojen çê dikin. Glîkojen di nav kezeb û masûlkeyan de embar dibe. Bi vî awayê jî asta şekira xwînê dadikeve.

Hin caran dibe ku ji hin sedeman (birçîbûn, rojî) rêjeya şekira xwînê kêm bibe, îcar glukagon bandor li ser kezebê dike daku glîkojena embarkirî têkbişkê û glukoz çê bibe. Kezeb ev glukoza ji perçebûna glîkojenê çêbûye derdide nav xwînê, bi vî awayê rêjeya şekira xwînê bilind dibe.

Cureyên nexweşiya şekir

Mirovên bi nexweşiya şekir ji ber du sedeman, nikarin rêjeya şekira xwîna xwe rêk bixin. Cureya yekem a bi nexweşiya şekir wekî diyabeta tîpa1 (bi îngilîzî: type 1 diabetes) bi nav dibe. Di vî nexweşiyê de rijêna pankreasê bi tera xwe însulîn dernade, loma şekir di nav xwînê de berhev dibe, nakeve nav xaneyan. Ji boy wan kesan hormona însulînê wekî derman bi derzî didin laş.

Cureya duyemîn a nexweşiya şekir jî wekî diyabeta tîp 2 (bi îngilîzî: type 2 diabetes) bi nav dibe. Mirovên bi vî nexeşiyê ketine, dikarin însulînê çê bikin û dibe ku di nav xwîna wan da asta însulînê bi rêjeya asayî be. Lê parzûna xaneyê li hember însulînê bergirî dike, nahêlê glukoz derbasê nav xaneyê bibe. Bergiriya li dij însulîne dibe sedema bilindbûna rêjeya şekira xwînê.

Xwîna mirovên bi nexweşiya şekir in, ji ber rêjeya şekir tîr dibe. Xwîna tîr, dibe sedema bilindbûna pestana xwînê, gava pestana xwînê bilind dibe hem dil diweste û xwînê bi zehmet pompe dike, hem jî zirar dide mûlûleyên xwînê(damarên herî tenik û ziravok ên xwînê) yên di çav û gurçikanda cih digirin. Ev zirar dibe sedema qulbûna (çirandina) damarên xwînê. Di rewşek wisa de dibe ku çavên mirov kor bibe an jî gurçikên mirov edî kar nekin. Ji boy rohnkirina xwînê mirovên nexweş pir tî dibin. Loma, nîşaneyek nexweşiya şekir tîbûn e. Xaneyên mirovên tendurist ji boy peydakirina ATP (Adenozîna trîfosfat) pêşî glukozê bi kar tînin, eger bi têra xwe glukoz tune be, paşê çewrî(lîpîd) û proteîn bi kar tînin. Mirovên bi nexweşiya şekir, ji boy peydakirina enerjiya ATPyê ne glukozê, lê çewrî û proteînan bi kar tîne. Ji boy bergirî girtina li hember nexweşiyan û başbûna birînan pêwistî bi proteînan heye. Di xaneyên mirov de embara proteînan tune ye, mirovên bi nexweşiya şekir li dewsa glukozê proteînan bi kar tînîn, loma di laşê wan de proteîn kêm dibe, ji ber vî sedemê jî birînên kesên bi nexweşiya şekir zû baş nabin.


Roja diyabetê ya cîhanê

Di sala 1921 de ji Kanadayê zanistekî bi navê Frederick Banting ji bo cara pêşîn ji pankreasa dewar û berazan însulînê derxist û wekî derman bi kar anî. Frederick Banting di roja 14.11.1891 de ji dayik bûye, ji boy bîranîna vî zanyarî, li her derê cîhanê, 14ê mijdarê wekî “Roja Diyabetê ya Cîhanê” tê pîrozkirin.

Çavkanî