Glukoz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Glucose_metabolism_ku.svg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697088 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 1: Rêz 1:
[[wêne:Glucose metabolism ku.svg|thumb|350px|Xurekên bi karbohîdrad di laşê mirov de tê dehandin û monomera glukozê peyda dibe.Glukoz di nav kezeb û xaneyên masûlkeyan de wekî glîkojen tê enbar kirin.Gava pêdivî pê hebe,glîkojen bi şiklê glukoza sebest belavê laş dibe.]]
{| border="2" cellspacing="0" cellpadding="4" rules="all" class="hintergrundfarbe1 rahmenfarbe1" style="width:300px; float:right; clear:right; margin:1em 0 1em 1em; border-style: solid; border-width: 1px; border-collapse:collapse; font-size:95%; empty-cells:show; "
{| border="2" cellspacing="0" cellpadding="4" rules="all" class="hintergrundfarbe1 rahmenfarbe1" style="width:300px; float:right; clear:right; margin:1em 0 1em 1em; border-style: solid; border-width: 1px; border-collapse:collapse; font-size:95%; empty-cells:show; "
|- style="background-color:#ffdead;"
|- style="background-color:#ffdead;"

Guhartoya 22:01, 18 kanûna paşîn 2018

Xurekên bi karbohîdrad di laşê mirov de tê dehandin û monomera glukozê peyda dibe.Glukoz di nav kezeb û xaneyên masûlkeyan de wekî glîkojen tê enbar kirin.Gava pêdivî pê hebe,glîkojen bi şiklê glukoza sebest belavê laş dibe.
Glukoz

D-Glucose (çep), L-Glucose (rast)

Agahiyên gelemper
Nav Glukoz
Navên din Şekirê tirî, tirîşekir?
Direfş C6H12O6
Taybetmendî
Baristeya molekulî 180,16
Tîrbûn 1,562
Rewşa di germiya odê de hişk
Xala helînê 146 °C

Glukoz (ji yewnanî: γλυκύς, glykys, tê wateya "şêrîn") an şekirê tirî (bi inglîzî: grape sugar) monosakkarîdek e. Di siruşte de şekira herî belavbûyî glukoz e.Formula kîmyayî ya glukozê C6H12O6 e. Navê din a glukozê dekstroz e. Her wîsa glukoz wekî şekira xwîne jî tê bi nav kirin. Ji ber ku di nav tirî de gelek glukoza serbest heye,li hin deveran şekira tirî jî ji boy navê glukozê tê bi kar anîn. Hingiv ji %35 ê giraniya xwe ji glukoza serbest distîne. Hemû polîsakkarîd ji molekulên glîkozê pêk tên.

Ji boy piraniya zîndeweran çavkaniya serekî ya enerjiyê glukoz e. Xaneyên mirov ji bo peydakirina enerjiya ATP yê, pêşî molekulên glukoza nav xwînê digrin nav xaneyê. Ku di xaneyê de têra xwe glukoz tune be, vê gavê lîpîd an jî proteîn ji bo çêkirina ATP tên bi kar anîn. Ji xeynî vana, ji boy çêkirina lebatokên xaneyê, hin cureyên asîdên amînî (aa), û hin cureyên vîtamînan jî pêwistî bi glukozê heye. Ku di laşê mirov da asta glukozê zêde bibe, vê gavê hinek ji molekulên glukozê bi navbeynkariya hormonan vediguherin glîkojen an jî lîpîdan. Loma mirov bi xwarinên (xurekên) bi karbohîdrad qelew dibe. Zîndewer piraniya glukozê ji adanên bikarbohîdrad digirin. Wek mînak, dema em nan, savar, maqarne, kartol, gêzer, an jî pîvaz dixwin, em ji van xurekan nîşa digirin û bi enzîmên hilweşîner, nîşayê parçe dikin û dikin glukoz.

Xaneyên mêjî yên mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80-120 mg/dl ye.(Ji boy asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv pîyanek(qedeha avê) xwîn bi qasi 1 desî lîtreye û divê di nava wê da bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz hebe). Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê westar kirin. Însulîn glukozê ji parzûna xaneyê derbasê nav xaneyê dike. Eger xaneyên pankreasê bi têra xwe însulîn çê nekin, nexweşiya şekir (şekirmizî, dîyabet) pêk tê. Mirovên bi nexweşiya şekir in, di nav xwîna wan da asta glukozê pir zêde dibe.

Riwek û hin cureyên bakterî glukozê di nav xaneyên xwe de bi fotosentezê çê dikin. Molekulên glukozê, di xaneyên zîndeweran de bi awayekî kîmyayî bi hev tên girêdanê û molekulên wekî maltoz, glîkojen, nîşa û seluloz çê dibin. Ku di we gotarek de an jî de gotarek zanistî yede Glukoz bê pêş nav hate be nivîsandin, ango D-Glukoz anjî L-Glukoz nê hate be nivîsandin, li vire ji D-Glukkoze te qal kirin. L-Glukoz isomerike ne zêde girînge.

Pircure îzomerê Glukoze

Çavkanî