Proteîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
rv commonsdelinker
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697093 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 36: Rêz 36:
=== Teşeya sereta ===
=== Teşeya sereta ===
Însulîn minaka teşeya serata ya Protein e. Du zincîrên asîdên amînî bi xêzeke rêz dibin. Zincîr bi du serî ne, serê yek bi koma karboksîlê bi dawî dibe, ew ser wekê serê-C bi nav dibe. Serê din a zincîrê bi koma amîn dawî dibe, ew ser wekî serê-N bi nav dibe.
Însulîn minaka teşeya serata ya Protein e. Du zincîrên asîdên amînî bi xêzeke rêz dibin. Zincîr bi du serî ne, serê yek bi koma karboksîlê bi dawî dibe, ew ser wekê serê-C bi nav dibe. Serê din a zincîrê bi koma amîn dawî dibe, ew ser wekî serê-N bi nav dibe.
[[Wêne:225 Peptide Bond-01 ku.jpg|thumb|250px| Li gor şiklê wan,çar cureyên proteînan heye.]]



=== Teşeya duyemî ===
=== Teşeya duyemî ===

Guhartoya 23:44, 19 kanûna paşîn 2018

Hemoglobîn ji proteînan pêk tê

Protein makromolekulek polîmer e. Di zimanê Yewnanî de proteios e. Wateya wî a rêza yekemîn e. Proteîn ji zincîra asîdên amînî pêk tên û li gor hejmar,cure û rêza asîdên amîni proteîn cure bi cure ne.

ADN ji boy çêbûna proteînan,ARNyan bi kar tîne
Asîdên amînî bi bendên kîmyayî yên peptîdê li hev tên girêdan û polîpeptîd(proteîn) çê dikin

Zanyariyên genetîk ên li ser ADNyê, cureya proteînan dîyar dike Proteînên her cureya zîndewer ji boy wî taybet e. Tenê cêwiyên yekhêkê bi hemû cureyên proteînên xwe hevyek in.

Di her xaneyek mirov de proteîn heye. Lê cureya proteînên di nav şane û endamên(lebatên) mirov jî ne wekhev in. Wekî mînak proteînên xaneyên masûlkeyan ji yên kezeb û mejû cuda ye. Proteîn di nav rîbozoman de li gor fermana ADNyê tê çêkirin Xaneya hişk(zuha) bi %50yê giraniya xwe ji proteînan pêk te. Di laşê mirov de bi dehhezaran proteinên cur bi cur heye. Ne tenê xaneyên mirov lê di xaneyên hemû zîndeweran de proteîn heye. Bi gelemperî, proteînên xaneyên riwekan ji yên ajal û karokan kêmtir e. Asîdên amînî bi benda peptîdê bi hevre girê dibin. Benda peptîdê di navbera koma karboksîlî ya asîda amînî ya pêş û koma amînî ya asîda amînî ya paş ve tê avakirin. Du heb asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi hev bên girêdanê molekulek dîpeptîdê çê dibe. Sê hev asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi hev bên girêdanê molekulek trîpeptîdê çê dibe. Gelek molekulên asîdên amînî bi dehîdrasyonê bi bendên peptîdê bên girêdan, wekî polîpeptîd tên bi nav kirin.


Cureya Proteînan. Erka Proteînan Mînak
Proteînên enzîmî Lezandina reaksiyonên kîmyayî Pepsîn, amîlaz enzîmên ji proteîn çêbûyî ne. Ji boy dehandina adanên polîmer kar dike.
Proteînên binyatî Destek Aktîn û tubulîn proteînên kakûtê xaneyê ne. Di nav hestî û kirkirokê de proteîna kolojenê heye. Proteîna keratînê por û neynokan çê dike.
Proteînên enbarî Enbarkirina asîdên amînî Spika hêkê ji proteîna bi navê albûmîn çê bûyî ye. Embrîyo di hundirê hêkê de bi asîdên amînî yên albûmînê xwedî dibe. Kazeîn proteîna şîr e û ji bo dergûşan çavkaniya asîdên amînî ye.
Proteînên hilgir Guhestina madeyan Proteînên hilgir ên li ser parzûna xaneyê, navbeynkariya veguhastina madeyan dike ku wê bikevin xaneyê an jî ji xaneyê derkevin. Di xaneyên sor yên xwînê(erîtrosît) de proteîna hemoglobînê oksîjenê ji pişik dikşîne xane û şaneyan.
Proteinên sehker Li hember hişyarkerên kîmyayî bertek nîşan dayin. Proteînên li ser parzûnê li hember hormonan hişyarî didin xane û lebatokan.
Proteînên hormonî Rêkirina çalakiyên xane û şaneyan Însulîn hormonek proteînî ye, ji xaneyên pankreasê avzê dibe û çavdariya asta şekira xwînê dike.
Proteînên girjbûnî û motorî Livîn Aktîn û mîyozîn proteînên xaneyên masûlkeyan e. Rîşik(cilium) û dûçik(flagellum) ên xaneyê bi alîkariya mîkrotubulan dilivin. Mîkrotubul proteîn e.
Proteînên berewaniyî Li hem ber nexweşiyan, parastina zîndeweran Antîkor ji proteîn çêbûyî ye, xwe li rûyê bakterî û vîrusan digirin û mîkroban tune dikin.

Şiklê proteînan

Zincîra dirêj a asîdên amînî, molekula polîpeptîdê pêk tîne. Polîpeptîd tenê ji zincîrek asîdên amînî pêk tê, lê pêkhateya proteînê de li gel zîncîrek an jî zêdetir zîncîrên asîdên amînî, dibe ku hin molekulên din jî hebin. Wekî mînak, hemoglobîn proteîn e. Di pêkhateya hemoglobînê de li gel çar zincîrên polîpeptîdan, çar atomên hesinê (Fê+2 ) jî heye.

Teşeya sereta

Însulîn minaka teşeya serata ya Protein e. Du zincîrên asîdên amînî bi xêzeke rêz dibin. Zincîr bi du serî ne, serê yek bi koma karboksîlê bi dawî dibe, ew ser wekê serê-C bi nav dibe. Serê din a zincîrê bi koma amîn dawî dibe, ew ser wekî serê-N bi nav dibe.

Li gor şiklê wan,çar cureyên proteînan heye.

Teşeya duyemî

Teşeya duyemî ya proteîn bi avakirina bendên hîdrojenî çê dibe. Di navbera koma N-H a komek peptîdî û koma C=O ya komek peptîdi ya din ve bendê hîdrojenê ava dibe .Bi gelemperî du cureyên teşeya duyemî ya proteînan heye, lûlpêça alfa û pela badayî ya beta. Keratîn û kolojen proteînên bi teşeya duyemî ne.Por û neynokên mirov,hirî û qiloçên ajal ji proteîna keratînê çêbuyî ne. Proteîna kolojenê di nav hestî, kirkirik û masûlkeyên ajalan da gelek pir e.

Teşeya sêyemî

Zincira polîpeptîd xwe li dora xwe ba dide, ditewe û teşeya sêyemî ya proteînê çê dibe. Ev teşeya sêdîmenî bi alikariya çar cure bend şeklê xwe diparêze. Hêza navbera bendan proteîna tewînî bi hevre digire û nahêle teşeya wî xera bibe. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteîn diguherîne. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe. Hemû enzîm ji proteîna bi teşaya seyemî çêbûyî ne. Dema proteîna enzîmê denatûre bibe,enzîm karê xwe nake.

Teşeya çaremî

Ev teşeya proteînê ji kombûna çend polîpeptîdan pêk te. Dibe ku li gel polîpeptîdan hin madeyen din jî,di nav polîpeptîdan cih bigre. Bendên di pêkhateya proteîna teşeya sêyemî de çalak in, di pekhateya teşeya çaremiyê de jî çalak in. Hemoglobîn proteîna bi teşeya çaremî ye. Di pêkhateya hemoglobînê de çar polîpeptîd û çar atomê hesin heye.

Kêrhatî û çavkaniyên proteînan

Goşt,hêk,şîr,nok,nîsk,kakil gelek proteîn li xwe digirin

Ji boy dabeşbûna xaneyan ,mezinbûn û bejndirêjiyê pêdiviya laşê mirov bi proteînan heye. Birîn bê proteîn sax nabin. Ji bo reaksiyonên kîmyayî,divê bi têra xwe enzîm hebe. Hemû enzîm proteîn li xwe digirin loma pêwîstiya laş bi proteînan heye. Piraniya hormonan ji proteînan çê dibin. Ji boy metabolîzmaya laş divê bi têra xwe proteîn hebe. Xaneyên masûlkeyên hestiyê proteînên aktîn û mîyozînê li xwe digire. Li ser parzûna xaneyan gelek cureyên proteînan heye. Hemoglobîn pîgmenta ji boy veguhestina oksîjenê ye û ji proteînan çê dibe. Bi gelemperî xurekên wekî mînak,goşt,hêk,şîr,nok,nîsk, gelek proteîn li xwe digirin.

Girêdanên derve