Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Enzîm_ku.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697125 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Activation2 updated ku.svg|thumb|350px|right|Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike]]

== Enzîm û Enerjiya Aktîvasyonê ==
== Enzîm û Enerjiya Aktîvasyonê ==
Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksîyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina [[ATP]], duhendebûna [[ADN]], [[dabeşbûna xaneyê]], çêkirina [[lebatok]]an, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd. hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye.
Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksîyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina [[ATP]], duhendebûna [[ADN]], [[dabeşbûna xaneyê]], çêkirina [[lebatok]]an, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd. hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye.

Guhartoya 09:07, 20 kanûna paşîn 2018

Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike

Enzîm û Enerjiya Aktîvasyonê

Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksîyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina ATP, duhendebûna ADN, dabeşbûna xaneyê, çêkirina lebatokan, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd. hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye.

Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak laktoz dîsakkarîd e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera glukoz û galaktozê jî bên qetandin. Laktoz bi serê xwe molekulek xweragir e. Molekulên xweragir tevî reaksiyonan nabin. Eger xweragiriya molekulê bên xerakirin, wê molekul bibe molekula xwenegir , tenê bi vê gavê reaksiyona kîmyayî dest pê dike. Wekî mînak;eger şekir(glukoz) di nav lûleya ezmûnê de bên şewitandin, ango bi oksîjenê têkeve reaksiyonê ,dawiya dawî li gel tînê, karbondîoksîd û av jî çê dibe. Ji ber tînê, germahî jî zêde dibe. Şekir bi tena serê xwe naşewite, divê li gel hebûna oksîjenê germahiya hawirdor jî bi qasê 150°C be, loma ji bo şewitandina şekir, divê pêşî lûleya ezmûnê bên germkirin. Dema germahiya şekir gihîşt 150°C yê şewitandina şekir jî dest pê dike. Ango ji boy şekir bikeve reaksiyonê, pêdivî bi enerjiya tînê heye. Şekir bi vî enerjiyê çalak dibe û dikeve reaksiyonê. Glukoz di nav xaneyên mirov de jî tê şewitandinê (hilmij) bi vî awayê ji enerjiya glukozê ATP tê çêkirin. Lê divê dema şewitandina glukozê germahiya xaneyê jî 37-39 °C yê zêdetir nebe. Na eger germahiya xaneyê zêdetir bibe, vê gavê xane dimire. Gelo molekulên şekir di germahiyekê wisa kêm de çawa çalak dibin û xwenegir dibin? Bê guman tenê bersîvek vê pirsê heye, ew jî bikaranîna enzîm e.

Enerjiya herî kêm a ji bo çalak kirina molekulan wekî enerjiya çalakkirinê an jî Enerjiya Aktîvasyonê (EA) bi nav dibe. Ji ber astengiya enerjiya aktîvasyonê, reakaksiyonên kîmyayî zû bi zû dest pê nakin. Divê di pêşî de enerjiya aktivasyonê bê peydakirin.

Pêkhateya Enzîman

Enzîm makromolekulên taybet in. Enzîm bi piranî ji proteîn pêk tên. Erka enzîmê, katalîze kirina reaksiyonê ye. Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike û reaksiyonê dilezîne. Ji ber vî taybetmendiya enzîmê, dema reaksiyon pêk tê tîna hawirdorê xaneyê zêde nabe û tu xetera germahiyê li xaneyê çê nabe. Enzîm bi xwe tevî reaksiyona kîmyayî nabe, ango di destpêka reaksiyonêde mêjara enzîm çiqas be, di dawiya reaksiyone jî ew qas enzîm bêyî ku kêm be an jî biguhere ji reaksiyonê derdikeve. Reaksiyonên kîmyayî bê enzîm jî çê dibin. Lê bi enzîm reaksiyon bi dehmîlyonan qat leztir dibe. Bi kurtasî em dikarin bibêjin, di laşê mirov de reaksiyonên enzimî bi gelemperî di germahiya 35-39° C yê de bi awayek gelek lezgîn çê dibin.

Her çiqas hin enzîmên ji ARNyê(Asîda rîbonukleî) çêbûyî hebin jî (rîbozîm), enzîm bi gelemperî ji proteîn pêk tên. Proteînên bi şeklê teşaya sêyemî enzîman çê dikin. Proteînê enzîman proteînên gogî ne. Hîn enzîm tenê ji proteîn pêk te, ev enzîm wekî enzîmê sadê bi nav dibe. Hin enzîm jî li gel proteînê, madeyên neproteînî jî li xwe digire, ev enzîman jî wekî enzîmên yekbûyî tên bi nav kirin. Beşa neproteînî ya enzîmê wekî kofaktor bi nav dibe. Dibe ku kofaktor ji madeyên organîk an ji yên înorganîk çêbûyî be. Hesin(Fe2+ ), Sifir(Cu2+ ), Magnezyûm(Mg2+ ), Manganez(Mn2+ ), Nîkel(Ni2+ ), Zink(Tûtya)(Zn2+ ) û hwd. madeyên înorganîk ên kofaktorin. Eger di pêkhateya enzîmê de li gel beşa proteîn, vîtamîn an jî hin molekulên organik cih bigire, ev beşa organîk a enzîmê wekî koenzîm tê bi nav kirin. Pêwist nîn e ku koenzîmek an jî kofaktorek tenê bi yek enzîmek hevgirtî be. Wekî mînak bi sedan enzîmên curbecur koenzîma NADH ê bi kar tînin. Beşa proteînî ya enzîma yekbûyî ya bi kofaktor re negirêdayî, wekê apoenzîm bi nav dibe. Apoenzîm a bi kofaktor re girêdayî wekî holoenzîm tê bi nav kirin.

Taybetmendiya Enzîman

Her enzîmek tenê li ser reaksiyonek an jî madeyek bi bandor e. Ji boy enzîm li ser reaksiyonê bandor bike, divê navbera rûxara enzîmê û a madeyên di reaksiyone de lihevhatîbûn hebe. Madeya(daring) ku di reaksiyonê de di bandora enzîmê de dimîne wekî substrat tê bi nav kirin. Dibe ku substrat yek an jî pirtir cure be .Wekî mînak, nîşa substarda enzîma amîlazê ye. Dema em xwarinan dicûn, amîlaz di nav tûka me de tevlê xûrekê dibe, lê tenê nîşayê diherisîne. Tu bandora amîlazê li ser proteîn û rûnên di nava xwarinê da, tuneye. Beşa rûxara enzîmê ya li ser substrat bandor dike û reaksiyonê lêztir dike wekî rûxara çalak bi nav dibe. Li dawiya reaksiyonê madeyên nû ji substratan çê dibin, van madeyan wekî ber bi nav dibin. Gelemperiya enzîmên herisandinê(dehandinê) bi dualî kar dikin. Wekî mînak hem hîdrolîz hem jî di dehîdrasyona laktozê de heman enzîm, enzîma lakaz kar dike.


Navlêkirina Enzîman

Enzîm navê xwe ji substartê digire. Bi gelemperî navê enzîman bi paşgira -az dawî dibe. Ango terma pêşgir navê substratê ye, terma pêşgir û a paşgir bi hevdu navê enzîmê diyar dikin. Li jêr hîn mînakên van enzîman heye.

Navê Enzîmê Erka Enzîmê
Laktaz laktozê didehîne û jê glukoz û galaktoz çê dike.
Sukraz Bi dehandina sukrozê glukoz û fruktozê çê dike.
Maltaz Dîsakkarîda bi navê maltozê didehîne glukozê.
Proteaz Proteînên di nav goşt, hêk, û penêrê diherisîne.
Lîpaz lîpîdên(rûnên) di nav xûrekan didehîne.
Amîlaz Nîşayê didehîne(nişa ji amiloz û amîlopektînê pêk tê).
Deoksîrîbonukleaz Asîda deoksîrîbonukleî(ADN)yê didehîne.

Navên hin enzîman ne bi paşgira -az , lê bi paşgira -jen an jî -în bi dawî dibe. Enzîmên pasîf bi paşgira -jen ,heman enzîma çalak jî bi paşgira -în bi nav dibe. Wekî mînak;

Navê Enzîma Pasîf Navê Enzîma Çalak Erka Enzîmê
Pepsînojen Pepsîn proteînan didehîne.
Trîpsînojen Trîpsîn proteînan didehîne.
Kîmotrîpsînojen Kîmotrîpsîn proteînan didehîne.

Hin caran enzîm navê xwe ji reaksiyonê jî digirin. Wekî mînak; Enzîmên dehandinê, enzîmên hilmijê, enzîmên fotosentezê û hwd.

Lihevkirina Enzîm û Substratê

Li gor vî teoriyê, enzîm dişibe kocê û substrat ji dişibe kilîdê

Di der barê li hevkirina enzîm û substratê de du teorî heye. Bi Îngîlîzî navê teoriya yekem modela ‘lock and key’,a duyem jî wekî modela ‘induced fit’ tê bi nav kirin.

Modela koc û kilîd (Lock and key)

Ev model ji aliyê zanyarê Alman Emil Fischer(Emîl Fîşer) ve di sala 1894 de hatiye pêşniyarkirin. Li gor vî teoriyê rûxarên enzîm û substartê wekî mîna koc û kîlîd li hev tên. Li gor teoriyê, enzîm dişibe kocê û substrat ji dişibe kilîdê. Mezinahî, firehî, qalindî,dirêjî û rûxarê kilîdê li gor kocê be wê gavê koc vedibe. Ango tenê kilîda(substrata) li gor rûxara kocê(rûxara çalak a eznzîmê) li hev tên.

Modela ‘Induced Fit

Ji aliyê zanyarê Amerîkayî Daniel Koshland (Denyil Koşlind) ve di sala 1958ê hatiye pêşniyarkirinê. Li gor vî teoriyê, rûxara çalak a enzîmê ne req e lê qaîşokî ye. Dema substrat xwe bi rûxara enzîmê ve girê dide şiklê enzîm di serî de tam ne li gor rûxara substratê ye. Rûxara enzîmê xwe li gor substratê diguherîne. Paşê enzîm substartê dorpêç dike digire nav xwe. Bi van gavan şûnde reaksiyon dest pê dike. Zanyrên Bîyolojî û yên Kîmyayê, van salên dawî Modela ‘Induced fit’ê ji modela ‘Lock and key’ê pirtir dipejirînin.

Hin Hokarên Ku Li Ser Xebata Enzîman Bibandor In

Hin hokar(faktor) li ser leza reaksiyonên enzîmî bi bandor in. Van hokarên li jêr,ên sereke ne. Tîriya enzîmê, tîriya substratê, bandora germahiyê, bandora pHê, bandora tîriya berê, bandora aktîvator û înhîbîtoran, bandora xwêy û avê

Tîriya Enzîmê û Leza Reaksiyonê

a) Li gel hemû şert û mercên din ên reaksiyonê, eger di qada reaksiyonê de bi têra xwe substrat hebe û enzîm li reaksiyonê bên zêdekirinê, vê gavê her ku tîriya(konsantrasyona) enzîmê zêde bibe, leza reaksiyonê jî zêde dibe.

b) Di qada reaksiyonê de mêjera substartê sabît e û enzîm li reaksiyonê tên zêdekirinê, pêşî her ku tîriya enzîmê zêde dibe leza reaksiyonê jî zêde dibe,lê paşê lêza reaksîyonê zêde nabe û digihêje asta sabît.Gelo ji ber çi reaksiyon bileztir nabe.? Çi astengî li reaksiyonê dike ? Ma enzîm kar nake?


Di xala e0 de mêjera substrat ji ya enzîman zêdetir e, loma hemû substart bi enzîm re girêdayî nin ne û leza reaksiyonê kêm e. Di navbera e0 -e1 ê de her ku diçe mêjera enzîmê zêde dibe û hin pirtir substrat bi enzîman va tên girêdan û reaksiyon leztir dibe. Di xala e1 de hemû substrat bi enzîman ve girêdayî ne, êdî substratên serbest nema ye. Di vî xalê de leza reaksiyonê digihîje asta herî bilind(Vmax ). Ji xala e1 ê pê ve êdî enzîm bi substrat ve nayê girêdanê, enzîmên zêde di qada reaksiyonê de serbest dimînin.

Tîriya Substratê û Leza Reaksiyonê

a) Di qada reaksiyonê de bi têra xwe enzîm hebe, bi lê zêdekirina substartê leza reaksiyonê jî zêde dibe. Gava mêjara enzîm û a substartê li reaksiyonê tê zêdekirin, şansa li hev qelibîna substrat û enzîmê zêde dibe. Ev rewş bandora erênî li ser çalakiya reaksiyonê dike.

b) Eger li qada reaksiyonê de mêjera enzîmê sabît be û mêjera substartê bên zêdekirin,vê gavê leza reaksîyonê zêde dibe lê pişt re leza reaksiyonê sabît dimîne. Di xala R yê de hemû enzîm bi substratan ve tên girêdanê. Êdî bi têra xwe enzîm tune ye, substrat li qada reaksiyênê bên zêdekirin jî rastê enzîman nayê, loma leza reaksiyonê naguhere.

Germahiya Dorhêlê û Leza Reaksiyonê

Ji boy berdewamiya reaksiyonê, divê enzîm û substrat li hev biqelibin û navbera wan da bendên kîmyayî yên qels ava bibe. Enerjiya tînê bandor li ser enerjiya kînetîk a molekulan dike. Eger tîna dorhêla reaksiyonê bên zêdekirin, germahiya dorhêlê jî zêde dibe. Gava germahiya qada reaksiyonê zêde dibe, îcar enerjiya kînetîk a molekulan jî zêde dibe. Molekul bi saya vî enerjiyê li dorhêla reaksiyonê bi leztir tevdigerin û li hev diqelibin. Di laşê ajalên xwîngerm( balînde û guhandar) de enzîm di germahiya 35-40°C de herî baş bi çalak in. Ev asta germahiyê ji boy enzîman wekî germahiya optîmum tê bi nav kirin. Ji boy hemû zîndeweran germahiya optîmum ne yeksan e. Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê bakteriyên termofîlî di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin. Hemû enzîm ji proteîn pêk tên.Şiklê proteînên enzîman, proteînên bi teşeya sêyemî ne. Zincîrên dirêj ên polîpetîdê li gel bendên peptîdî, bi bendên dîsulfîdî, bendên hîdrojenî û bi bendên îyonî bi hev re girêdayîne. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteînê diguherîne. Proteînên enzîmên mirovan di pileya bilintir ji ya germahiya optîmumê de hin bendên navbera zincîra xwe winda dikin, bi vî awayê şiklê proteînê diguhere. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe.Gava proteîna enzîmê denature dibe, şiklê ruxara enzîmê jî diguhere, enzîm substratê nas nake, bi substratê ve nayê girêdan, loma enzîm reaksiyonê çalak nake. Ji xeynî bakteriyên Arke yên termofîlî, enzîmên zîndeweran bi gelemperî di pileya 50-60 °C yê de denature dibin. Enzîmên carek denature bûyî germahiya dorhêlê bizivire germahiya optîmumê jî êdî çalak nabin. Ango enzîm di germahiya bilind de bi temamî xira dibe.

pH a Dorhêlê û Leza Reaksiyonê

pH yekeya pîvanê ye. Di nav gîrawe yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya asîda amînî ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum. Amîlaz, pepsîn û trîpsîn enzîmên dehandinê (herisandinê) ne. Adanên(xurekên) karbohîdradî bi navbeynkariya amîlazê tê dehandinê. Amîlaz di nav tûka mirov de heye. pH a tûka mirov li derdora 6,5 - 7,5 e. Devê mirov ji boy amîlazê dorhêla bi pH a optîmum e, loma amîlaz çalak e û nîşa yê di devê mirov de didehine nav molekulên hûrtir. pH a aşika (mîde) mîrov 1-2 ye. Amîlaz di vê pH de denature dibe, loma dehandina nîşa di aşikê de radiweste, ta ku adan biçe nav rûviya zirav. Pepsîn enzîma dehandinê ya proteînê ye. Ji boy pepsînê pH a herî baş 1-3 ye, loma proteîn di nav aşikê de bi navbeynkariya pepsînê,bi peşkî(qismî) tê dehandinê. Berevajkî asîdiya hêzdar a aşikê, rûviya mirov alkalî ye. pH a rûvî 7-8 e. Ji ber ku pH a rûvî ji boy pepsînê neoptîmum e, di nav rûvî de amîlaz û trîpsîn çalak in. Pepsîn di rûviyên mirov de neçalak e. pH a nav rûvî ji aliyê xwê yên ziravê yên kezebê û îyonên bîkarbonatî yên pankreasê , tê hevseng kirin.

Bandora Avê Ya Li Ser Çalakiya Enzîman

Hema bigre,hemû enzîm ji bo çalakkirina reaksiyonê pêdivî bi avê dikin. Di reaksiyonên hîdrolîzî de av wekî substrat tê bikaranîn, wekî mînak, sukroz(şekirê çayê) karbohîdrada dîsakkarîdî ye. Sukroz bi çalakiya enzîma sukrazê didehîne, ji sukroza dîsakkarîdê, glukoz û fruktoza monosakkrîd çê dibe. Sukraz benda glîkozîdî ya navbera glukoz û fruktozê diqetîne û hîdrojen û hîdroksîla ji perçebûyina molekûla avê çêbûyî ne, bi herdu monosakkarîdan ve girê dide. Eger di qada vî reaksiyonê de av tune ba, vê gavê sukroz ne dihat dehandinê. Enzîm di nav avê de dibihujin(dihelin) û bi serbestî li der dor digerin, bi vî awayê şansê li hev qelibîna enzîm û substratê zêde dibe.Di pêkhateya enzîm de hin beşên hîdrofobî(dijav) û hîdrofîlî(avxwaz) hene, beşa hîdrofobî ya enzîmê xwe ji avê dûr dixe, beşa hîdrofîlî ya enzîmê jî, xwe nêzî avê dike. Loma enzîm di nav avê de şeklê xwe diguherîne. Tînîgirî(kapasîteya tîn girtinê) ya avê zêde ye, av guherîna germahiya hawirdorê teraz dike û rê dide enzîman da ku di nav germahiya optimum de kar bikin. Bi vî awayê, enzîm li hawirdorek aram, bandor ji guherîna germahiya hawirdorê nagire û çalaktir dibe. Li gelek deverên Kurdistanê,Kurd dema havînê hin xurekan li ber tavê hişk dikin û ji boy rojên zivistanê enbar dikin. Îsot, masî, goşt, firingî(bacanê sor), bacanê reş, bastêq, mewij, tu,hejîr çortan hin ji zadên hişkkirî ne. Ji ber kêmasiya avê, di nav van xurekan da tu bakterî an jî kufik çê nabin. Eger hin bakterî xwe li ser xurekên hişkkirî bigirin jî, enzîmên bakterî ji ber tunebûna (kemasiya) avê çalak nabê, loma bakterî li ser xurek zêde nabin û tehma xurek naguhere û xurek genî nabe.

Li Ser Çalakiya Enzîman Bandora Madeyen Înhîbîtor û Aktîvator

Ji boy kontrolkirina leza metabolîzmaya xwe, divê çalakiya enzîma zîndewerê di bin kontrola zîndewer de be. Zîndewer bi sê awayê çalakiya enzîman dike bin kontrolê;

  • Di nav xaneyê de çêkirina enzîmê kontrol dike û mêjera enzîmî li gor metabolîzmayê durust dike.
  • Di xane û şaneyan de cih û warê enzîman û belavbûna wan organîze dike
  • Hêza katalîzkirinê ya molekulên enzîman eyar dike.

Hin molekul wekî molekulên eyarker(regulator) tên bi nav kirin. Molekulên leza çalakiya enzîmê zêde dikin, wekî aktîvator(çalakker) ,ên leza çalakiya enzîmê kêm dikin jî wekî înhîbîtor(nehêldar) tên bi nav kirin. Leza çalakiya reaksiyonên enzîmî bi çalakiya înhîbîtor û aktîvatoran tên eyar kirin. Guherîna germahiyê û pHê jî wekî înhîbîtor bandor li ser enzîman dike, lê ev guherîna hawirdor ji boy gelemperîya enzîman heman bandorê dike û ji boy cureyek enzîm taybet nîn e. Bi zêdebûna germahiyê an jî pHê ya reaksiyonê, pêşî çalakiya enzîm kêm dibe, paşê enzîm denature dibe loma reaksiyon bê enzîm dimîne.


Piraniya Înhîbîtor û aktîvator xwe bi rûxara enzîmê ve girê didin û bandor li ser çalakiya enzîmê dikin. Eger înhîbîtor an jî aktîvator xwe li ser rûxara çalak a enzîmê girê bide, ev rewş wekî înhîbîtora kompetetîv,an jî aktîvatora kompetetîv tê bi nav kirin. Wateya ‘kompetetîv’ hevrikîdar e. Navbera înhîbîtor û substratê de hevrikî(pêşbazî) heye ku, kî di peşî de xwe li rûxarê enzîmê ve girê bide. Lê eger înhîbîtor an jî aktîvator ne li ser rûxara çalak lê li ser aliyek din a ruxara enzîmê re xwe girê bidin, vê gavê ev molekulan vekî înhîbîtorên allosterî, an jî aktîvatorên allosterî bi nav dibin.‘Allosteric’ ji zimanê Yewnanî ji allos (a din) û stereos (req,cîsm) çê bûye. Ango wateya allosterî aliyê rûxara enzîmê ya ne çalak e.

Aktîvator(çalakker) molekulên taybet in,aktîvator jî wekî înhîbîtoran bandor li ser leza reaksiyonê dikin. Berevaji inhîbîtoran, aktîvatorên enzîman, leza reaksiyonên enzîmî zêdetir dikin. Îyon,molekulên hûrik yên organîk, proteîn û lîpîd hin ji cureyên aktîvatoran in. Îyonên wekî K+, Mg+2, Zn+2, Fe+2, Ca+2 ,Co+2 û Cl-, Br-, F- aktîvatorên gelemperî ne. Aktîvator bi çendek aweyan bandor li ser reaksiyonan dike. Piraniya aktîvator xwe li ruxara allosterî ya enzîmê girê didin û bi vî awayê wekî aktîvatorên allosterî bi nav dibin. Aktîvatorên allosterî rûxara çalak a enzîmê hin çalaktir dikin. Hin aktîvator girêdana substarat û enzîmê hêsantir dike. Hin aktîvator inhîbîtoran ji ruxara çalak a enzîmê dûr dixin.Wekî mînak jehra kêzik, pîrik û maran înhîbîtor e, xwe li ser rûxara enzîmê girê dide rê nade reaksiyonê. Li hember van jehran, dermanên dijî jehr( jehrkuj,dijehr)tên bi kar anîn. Jehrkuj, jehrê ji rûxara çalak a enzîmê dûr dixe, bi vî awayê erka aktîvatoriyê bi cîh tîne.

Di Jîyana Rojene De Bikaranîna Enzîman

Enzîm di nav xaneyên zîndeweran de tê çêkirin, lê li dervayê xaneyê jî reaksiyonan çalak dike. Enzîm ji xaneyên riwek,ajal an jî ji bakterî û qarçik(kuvark) tên tovkirin. Bi taybetî di warê pîşesaziyê de bi meyandina bakterî û qarçik gelek enzîm tên bi dest xistin. Enzîm ji boy karê pîşesaziyê û karê zanistiyê wekî katalîzor tên bi kar anîn. Di pîşesaziyêde bikaranîna enzîman, wekî teknolojiya enzîman bi nav dibe.

  • Enzîmên ADNyê(DNAaz),enzîmên ARNyê(RNAaz),ADN polîmeraz, ARN polîmeraz, ADN lîgaz û enzîma Rîvêrs transkrîptaz ji boy xebatên li ser Bîyolojiya Molekulî tên bi kar anîn.
  • Penêr, bîra, mey, sihik bi meyandinê çê dibin. Enzîmên bakterî û qarçikan şîrê dimeyîne penêr, ava tîriyê dimeyîne meyê û sihikê, ava cehê dimeyîne bîrayê.
  • Hevîrtirş cureyek qarçikên yekxaneyî ye. Gava hevîrtirş li hevîrê nanê tên zêdekirin, enzîmên hevîrtirşê reaksiyona hilmija bêoksîjenê leztir dike û gaza karbondîoksîtê di nav hevîr de tov dibe, hevîr tirş dibe û peqilkên gaza karbondîoksîdê hevîrê hiltîne, bi vî awayê nan dipişpişe.
  • Di pîşesaziya nîşayê de,enzîmên bi navê amîlaz, amîloglukozîdaz û glukoamîlaz nîşayê diguherîne doşava glukozê. Enzîma bi navê glukozîzomeraz, glukozê diguherîne doşava fruktozê. Bi vî awayê ji nîşaya bêtehm, glukoz û fruktoza tehmşîrîn tên bi test xistin. Ev glukoz û fuktoz wekî şekirê învert bi nav dibe. Bi gelemperî ev şekir pîşesaziya xwarinan da tên bi kar anîn.
  • Enzîmên bi navê amîlaz, zaylanaz,selulaz û lîgînînaz di pîşesaziya kaxizê de tên bi kar anîn.

Enzîmên bi navê proteaz û amîlaz di nav deterjanan da tê bi kar anîn. Bi alîkariya vî enzîmê lekeyên ji ber proteîn û nîşayê çê bûyê,ji cilan bi hesanî tên paqij kirin.

  • Di pîşesaziya bîofuelê(sotemeniya raste rast ji zîndewer tê bi dest xistin) de selulaz ji boy parçekirina selulozê tê bi kar anîn. Ji selulozê etanol tên bi dest xistin.

Çavkanî

Girêdanên derve

(Biyolojiya Bi Kurdî 09:03, 8 kewçêr 2017 (UTC))