Retîkûlûma endoplazmî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Retîkûlûma_Endoplazmî.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697147 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 1: Rêz 1:

[[Wêne:Nucleus ER golgi ex.jpg|Nucleus ER golgi ex.jpg|thumb|280px|
[[Wêne:Nucleus ER golgi ex.jpg|Nucleus ER golgi ex.jpg|thumb|280px|
'''1''' [[Parzûna dendikê]]{{nbsp|2}}
'''1''' [[Parzûna dendikê]]{{nbsp|2}}
Rêz 17: Rêz 18:
'''16''' Dorhêla derveyî xaneyê{{nbsp|2}}
'''16''' Dorhêla derveyî xaneyê{{nbsp|2}}
]]
]]
[[Wêne:Retîkûlûma Endoplazmî.png|thumb|280px|Retîkûlûma endoplazmî]]

'''Retîkûlûma endoplazmî (RE)''' toreke labîrentî û kîsikî ye. Di zimanê latînî de wateya retîkûlûm "tora piçûk" e.
'''Retîkûlûma endoplazmî (RE)''' toreke labîrentî û kîsikî ye. Di zimanê latînî de wateya retîkûlûm "tora piçûk" e.



Guhartoya 21:50, 20 kanûna paşîn 2018

1 Parzûna dendikê   2 Çavika dendikê (por)   3 Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî (REG)   4 Retîkûlûma endoplazmî ya hilû (REH)   5 Rîbozoma li ser REG ê   6 Makromolekulan   7 Kîsikên hilgir   8 Heybera Golgî   9 Rûyê Cis a heybera Golgî   10 Rûyê trans a heybera Golgî   11 Cisternae ya heybera Golgî   12 Kîsikên avzêyê   13 Parzûna xaneyê   14 kîsikên avzêyê rijena xwe vala dike   15 Sîtoplazma ya xaneyê   16 Dorhêla derveyî xaneyê  
Retîkûlûma endoplazmî

Retîkûlûma endoplazmî (RE) toreke labîrentî û kîsikî ye. Di zimanê latînî de wateya retîkûlûm "tora piçûk" e.

Wateya endoplazmî jî "di nav sîtoplazmayê" e. Retîkûlûma endoplazmî (RE) torek labîrentî û kîsikî ye. Ji cot parzûnên dendikê, ji ya derve dest pê dike ber bi parzûna xaneyê di nav sîtoplazmayê de cih digire. RE bi şileya herikbar tijî ye. Li gor dirf (teşe) û erkê wî, du beşên endoplazmiya retîkûlûm heye. Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskopa elektronê de girûzî dixuye, loma ev beş wekî Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî tê binavkirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya hilû bi nav dibe. Cudahiya van her du aliyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê yê, lê erkê van beşan ji ne wek hev in. Retîkûlûma endoplazmî ya hilû (REH), lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çê dike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. Xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkûlûma endoplazmî ye, lê navê wî Retîkûlûma Sarkoplazmî ye (RS). Retîkûlûma sarkoplazmî îyonên kalsiyûmê embar dike, dema Kalsîyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan, qerastina masûlke dest pê dike. Xaneyên kezeba sor, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya REH karê detoksîfîkasyonê jî dike. Ji ber ku li ser retîkûlûma endoplazmiya girûzî (REG) rîbozom hene, REG di çêkirin, guhertin û veguhastina proteînan de erk digire ser xwe. Di çêkirina parzûna xane û parzûna lebatokan jî REG cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman va tê çêkirin jî, a rast ev proteînên çalak nîn in, tenê zencîra asîdên amînî(a.a) ne. Gava zencîra asîda amînî ji plazmayê dikeve nav REG yê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hîn ji proteînên di nav REG'e de di nav kîsikên hilgir ve ber bi heybera Golgî tê şandin. Hinek ji proteînên nav REG rasterast bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin Ji xeynî xaneya sor a xwînê, hemû xaneyên eukaryotî xwediyê retîkûlûma endoplazmî ne. Retîkûlûma endoplazmî bi rîbozom, bi heybera Golgî, bi dendik û RNA têkildar e.


Girêdanên derve

[[1]]Endoplasmic reticulum

[2]] xane