Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697143 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697144 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 46: Rêz 46:
Veguhastina molekulan ji [[qada ron]], ber bi [[qada tîr]] ve bi xerckirina [[ATP]] wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hin molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hin molekul an jî îyonên wekî [[asîda amînî]], [[glukoz]], potasyûm, [[kalsîyum]], fosfat û hwd. heye. [[Tîrî|Tîriya]] wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor [[veguhastina pasîf]] e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, [[veguhastina çalak]] tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe, lewma pêwistî pê ATP heye.

[[Wêne:Sodium-potassium pump-ku.svg|çep|400px|border|]]

Di vî nîgara de mekanîzmaya şixulîna pompeya Na <small>+</small> /K <big>+</big> ê tê nîşandin. Ku xaneyê bi veguhastina çalak, îyonên Na <big>+</big> ê li dorhêla xaneyê,iyonên K <big>+</big> ê jî li nav sîtoplazmayê tov dike,barê elektrîkê li derveyî xaneyê dibe pozîtîf(+) û barê kelekan sîtoplazmayê jî dibe negatîv(-). Ji bilî vê, hebûna Na <big>+</big> ê dorhêlê li gor xaneyê tîrtir dike. Ev rewş dibe sedema çêbûna gradyana elektrokîmyayî (electrochemical gradient), xane bi hêza vî gradyanê hin molekulan(wekî asîda amînî,glukoz) vediguhazine nav xaneyê. Dema îyonên Na <big>+</big> ê dizivire nav sîtoplazmayê, bi hêza herikîna Na <big>+</big> ê hin molekulên din jî dikeve xaneyê. Divê neyê ji bîr kirin ku,li vir enerjiya ATP ji boy çêbûna gradyana elektrokîmyayî tê xerc kirin. Gava li dorhêla parzûnê hêza gradyana îyonên Na <big>+</big> ê gihîşt asta herî bilind, Na <big>+</big> û hin molekulên din bi dîfuzyonê ji parzûnê derbas dibin. Ev molekulên ku bi navbeynkariya gradyana elektrokîmyayî ya Na <big>+</big> tên veguhastin,dij gradyana konsantrasyonê ya xwe tên kişandin,loma ev molekulan bi serê xwe,ango bi veguhastina pasîf naçe nav sîtoplazmayê.]]

Guhartoya 22:31, 20 kanûna paşîn 2018

Pêkhateya Parzûna Xaneyê

Dîrok

Du zanyarên Amerîkayî, Garth L. Nicolson û Seymour Jonathan Singer di sala 1972'yê de xebatên xwe yên li ser Parzûna xaneyê (parzûna plazmayê) di kovara science de weşandin. Li gor vê xebatê Şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîka Herikbar hate eşkere kirin. Li gor vî modelê, parzûn ji du qor fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hin cureyên proteînan heye.Li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cure molekulan çê bûye. Ji xeynî vana, parzûna xaneyên ajalan molekula kolêsterolê jî li xwe digire. Ji ber ku molekulên gir û hûrik bi hev re di pêkhateya parzûnê de cih digrin, parzûn dişibe mozaîkê. Molekulên parzûnê her tim cihên xwe diguherînin lewma parzûn herikbar e. Qalindiya parzûn bi qasî 7-8 nm ye. Parzûna xaneyê, sîtoplazma û lebatokan dorpêç dike bi vî awayê hemû pariyên xaneyê bi hev re dimînin û belav nabin. Ku tiştekî dikeve hundirê xaneyê an ji xaneyê derdikeve divê ji parzûnê derbas bibe. Parzûna xaneyê nîvdelînbar e. Hin tişt ji parzûn derbas dibin lê ne her tişt. Bi kurtasî parzûna xaneyê bijêr e. Ji ber ku parzûn diherike, dilive û rê nade derbasbûna hemû tiştan, parzûn wekî tiştekî zîndewer tê hesibandin.

Karê parzûna plazmayê

  • Xaneyê dorpêç dike û wî ji hawirdorê vediqetîne, bi vê awayê hem plazma û lebatok bi hev re dimînin, hem jî xane xwe ji guhertinên neyîni yên hawirdorê diparêze.
  • Kontrola molekulên wê biçe hundirê xaneyê an ji yên ji xaneyê derdikevin derve dike.
  • Bi xaneyên din re guftûgo (ragihandin) dike.
  • Naskirina molekulên wek hormon û antîjenan dike.

Parzûna plazmayê bi sê awayî, karê veguhastina molekulan dike.

  1. Veguhastina pasîf
  2. Veguhastina çalak
  3. Veguhastina molekul û madeyên gir

Veguhastina pasîf

Bi veguhastina pasîf,xane O2, H2O, CO2, îyonên wekî Na+, Cl-, K-, NO3- û molekulên wekî glukoz, proteîn digire hundirê xaneyê an ji ji xane der dike. Sê cureyên veguhastina pasîf heye:

  1. Dîfuzyona sade
  2. Dîfuzyona hêsankirî
  3. Osmoz

Ji bo hemû cureyên veguhastina pasîf, bê ku tu pêdivî pê enerjiya ATP hebe, molekul ji devera tîr ber bi devera ronkî cih diguherînin

Dîfuzyona sade

Dîfuzyona Hêsankirî
Dîfuzyona Hêsankirî

Molekul ji cihên tîr ber bi cihên ronkî(kêm tîr) cih diguherin. Her wekî di wêneyên jor de tê dîtin, dilopa murekebê di nav avê de bi serê xwe belav dibe. Ev belavbûn dîfuzyon e. Di vî gîraweyê de, madeya tiwawe murekeb e. Av jî madeya tiwêner e. Gava murekeb dikeve nav avê,tîriya şileya murekebê ji ya avê zêdetir e. Loma belavbûna molekulan ji hêla tîr ber bi hêla ronkî dest pê dike ta ku her aliyê gîraweyê bibe xwediyê tîriya hevseng.

Gelek molekul bi dîfuzyona sade ji parzûna plazmayê derbas dibin. Wekî mînak oksîjen û karbon dîoksît bi Dîfuzyona sade di parzûna alveolên pişikê de cih diguherin

Dîfuzyona hêsankirî

Molekulên wek Oksîjen,Karbon dîoksît,etanol dijav in (hîdrofobî ne),loma di nav tebeqeyên lîpîd de belav dibin û ji parzûnê rasterast bi hêsanî derbas dibin. Molekulên avxwaz (hîdrofîlî) di nav molekulên lîpîdan de belav nabin. Av, glukoz, proteîn, hin îyon û molekulên din ên avxwaz ji ber astengiya molekulên lîpîd, nikarin bi serê xwe ji parzûna plazmayê derbas bibin. molekulên avxwaz bi alîkariya proteînên parzûnê cih diguherînin. Ev veguhastin jî dîfuzyon e, lê ji ber ku proteîn navbeynkarî dikin, ev kar wekî dîfuzyona hêsankirî tê bi nav kirin. Di vî cure ya dîfuzyonê de,dîsa molekulên tiwawe ji devera tîr ber bi devera ronkî de belav dibin û pêwistî bi ATP nîn e. Her çiqas gelek cureyên proteînên parzûnê hene jî, ji wan du texlît proteîn di dîfuzyona hêsankirî de kar dikin, proteîna kanalî û proteîna hilgir .Van proteînan wekî enzîm kar dikin û molekulên wê ji parzûnê derbas bin, nas dikin. Piraniya molekulên avê bi navbeynkariya proteînê kanalî ji parzûnê derbas dibin. Proteînê kanalî navbera molekulên avê û lîpîdan dibe çeper û rê nade molekulên lîpîdê ku derbasbûna avê asteng bike. molekulên wek glukoz an jî sukroz bi alîkariya proteînê hilgir ji parzûnê derbas dibin.

Osmoz

Di despêkê de asta gîraweyê li herdu milên lûleyê yeksane. Eger piçek xwêy li lûleya A yê bên zêdekirin, vê gavê di lûleya A yê de mêjera madeya tiwawe (ango xwêy) zêde dibe. Lûleya A, ji lûleya B yê tîrtir dibe. Li gor rêzikên difuzyonê, divê xwêy ji aliyê zêde ber bi aliyê kêm ve cih biguhere. Lê ji ber parzûna nîvdelînbar, xwey nikare derbasê milê B bibe. Li milê A yê de ev rewş dibe sedema çêbûna pestoya osmozî. Lûleya B li gor lûleya A rontir e (ava vî pir e) loma av ji aliyê pir ber bi aliyê hindik(tîr) ve cih diguhere. Ji parzûna nîvdelînbar derbasbûna avê wekî osmoz bi nav dibe. Osmoz wekî mîna dîfuzyona sade ye,lê cudahiya wî ewê ku, molekulên ku di parzûnê de derbas dibin ne hemû molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku parzûna nîvdelînbar rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar madeya tiwêner,ango av, ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di veguhastina avê de bi bandor e.

Veguhastina çalak

Veguhastina molekulan ji qada ron, ber bi qada tîr ve bi xerckirina ATP wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hin molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hin molekul an jî îyonên wekî asîda amînî, glukoz, potasyûm, kalsîyum, fosfat û hwd. heye. Tîriya wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor veguhastina pasîf e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, veguhastina çalak tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe, lewma pêwistî pê ATP heye.

Di vî nîgara de mekanîzmaya şixulîna pompeya Na + /K + ê tê nîşandin. Ku xaneyê bi veguhastina çalak, îyonên Na + ê li dorhêla xaneyê,iyonên K + ê jî li nav sîtoplazmayê tov dike,barê elektrîkê li derveyî xaneyê dibe pozîtîf(+) û barê kelekan sîtoplazmayê jî dibe negatîv(-). Ji bilî vê, hebûna Na + ê dorhêlê li gor xaneyê tîrtir dike. Ev rewş dibe sedema çêbûna gradyana elektrokîmyayî (electrochemical gradient), xane bi hêza vî gradyanê hin molekulan(wekî asîda amînî,glukoz) vediguhazine nav xaneyê. Dema îyonên Na + ê dizivire nav sîtoplazmayê, bi hêza herikîna Na + ê hin molekulên din jî dikeve xaneyê. Divê neyê ji bîr kirin ku,li vir enerjiya ATP ji boy çêbûna gradyana elektrokîmyayî tê xerc kirin. Gava li dorhêla parzûnê hêza gradyana îyonên Na + ê gihîşt asta herî bilind, Na + û hin molekulên din bi dîfuzyonê ji parzûnê derbas dibin. Ev molekulên ku bi navbeynkariya gradyana elektrokîmyayî ya Na + tên veguhastin,dij gradyana konsantrasyonê ya xwe tên kişandin,loma ev molekulan bi serê xwe,ango bi veguhastina pasîf naçe nav sîtoplazmayê.]]

Veguhastina molekulên gir

Molekulên hûrik bi veguhastina pasîf an jî çalak bi hêsanî ji parzûne derbas dibin. Lê pêdiviya xaneyê pê molekul an jî madeyên gir jî heye. Ev madeyan wisa gir in ku ne rasterast ji nav molekulên lîpîd ên parzûnê, ne jî di nav proteînên hilgir û kanalî de vediguhazin. Di nav xaneyê de ji molekulên hûrik, molekulên gir ên wekî, [proteîn],enzîm,hormon,şîr û hwd. tên çê kirin. Her ku van madeyan di nav xaneyê de çê dibin jî ,ew li derveyî xane tên bi kar anîn. Loma divê van madeyan ji xaneyê derkeve derve. Xane molekulên gir ji parzûnê vedirişîne. Veguhastina molekul an jî madeyên gir ji sîtoplazmayê ber bi dorhêlê xaneyê, wekî egzosîtoz tê bi navkirin. Tûk a devê însan, enzîmê bi navê amîlaz e. Amîlaz di xaneyên rijênên tûkê de çê dibe, bi egzosîtozê ji xaneyê derdikeve û di co(kanal) û kisikên tûkê de berhev dibe. Her wekî hormonê însulîn jî di xaneyên pankreasê de çê dibin û bi egzosîtozê ji xaneyên pankrease vediguhazin nav Xwînê. Hin caran xane ji derdora xwe molekulên gir digre nav sîtoplazmayê. Zîndewerên yekxaneyî adanên neherisî(nedehandî) di nav xaneyê de diherisînin. Adanên nedehandî gelek gir in loma ji parzûnê derbas nabin. Lekosît (xaneyên xwînê yên spî) ji bo parastina laşê mirov bakteriyên di nav xwînê de rasterast dadigurtînê û digre nav sîtoplazmayê û li vir diherisîne. Daqurtandina molekulên gir wekî endosîtoz tê bi nav kirin. Ku molekulên gir ên ku xane digire nav sîtoplazmayê şile be, ev cureya endosîtozê wekî pînosîtoz bi nav dibe. Endosîtoza molekulên hişk jî wekî fagosîtoz tê bi nav kirin. Xane dema dilopa rûn vedixwe ev pînosîtoz e, lê gava bakterîyek dadiqurtîne ev kar fagosîtoz e.

Girêdanên derve