Lîpîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697081 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
→‎Rûn (trîglîserîd): wêneyek lê zêde kir
Rêz 2: Rêz 2:

== Rûn, fosfolîpîd, steroîd û kolesterol ==
== Rûn, fosfolîpîd, steroîd û kolesterol ==

=== Rûn (trîglîserîd) ===
=== Rûn (trîglîserîd) ===
Rûn makromolekul in lê ne polîmer in. Pêkhateya molekula rûnê ji du cure molekûlan, ji glîserol(glîserîn) û asîdên rûne pêk te. Glîserol alkola sêkarbonî ye, li ser her karbonê koma hîdroksîlê heye.
[[wêne:Glycerin - Glycerol.svg|thumb|200px|Glîserol]]
[[wêne:Glycerin - Glycerol.svg|thumb|200px|Glîserol]]
[[Wêne: Fat_triglyceride_shorthand_formula.svg|thumb|200px|Trîglîserîd(Rûn) ji glîserol û sê asîdên rûnê pêk tê]]

Rûn makromolekul in lê ne polîmer in. Pêkhateya molekula rûnê ji du cure molekûlan, ji glîserol(glîserîn) û asîdên rûne pêk te. Glîserol alkola sêkarbonî ye, li ser her karbonê koma hîdroksîlê heye.

Hejmara karbonên di nav [[asîdên rûnê]] dibe ku ji 4 heta 24 an be. Lê asîdên rûnê bi gelemperî ji zincîra 12 - 22 karbonan pêk tê.
Hejmara karbonên di nav [[asîdên rûnê]] dibe ku ji 4 heta 24 an be. Lê asîdên rûnê bi gelemperî ji zincîra 12 - 22 karbonan pêk tê.
Rêz 11: Rêz 12:
Molekula rûnê ji çar beşan pêk tê. Yek glîserol û sê heb asîdên rûnê molekulek rûnê pêk tîne.
Molekula rûnê ji çar beşan pêk tê. Yek glîserol û sê heb asîdên rûnê molekulek rûnê pêk tîne.
Rûn bi [[dehîdrasyon]]ê çê dibin. Navbera glîserol û asîden rûnê de bendên esterê ava dibe.
Rûn bi [[dehîdrasyon]]ê çê dibin. Navbera glîserol û asîden rûnê de bendên esterê ava dibe.
[[Wêne: Trîglîserîd_ku.png|thumb|200px|Trîglîserîd (Rûn)]]

Rûnê nivişk, rûnê gulberojê, don û bezê goşt hemû rûn in, lê molekulên wan ne wekhev in. Pêkhateya hemû rûnan da glîserol yek cure ye. Lê gelek texlîdên asîdên rûne hene, loma sedema cure bûna rûn ne ji ber glîserolê, lê ji ber cureya asîda rûnê ye. Ne tenê hejmara karbonan, lê hejmara bendên di navbera karbonên asîdê jî cureya asîda rûnê diyar dike.

Rêz 46: Rêz 46:
==== Margarîn ====
==== Margarîn ====
Margarîn ne rûnekî xwezayî ye. Rûne neterbûyî yên riwekan bi hîdrojenê tên têrkirin û bi vî awayê margarîn çê dibe.
Margarîn ne rûnekî xwezayî ye. Rûne neterbûyî yên riwekan bi hîdrojenê tên têrkirin û bi vî awayê margarîn çê dibe.

=== Fosfolîpîd ===
=== Fosfolîpîd ===

Guhartoya 19:19, 23 kanûna paşîn 2018

Terma lîpîd ji zimanê yewnanî ji peyva lipos, bi wateya "rûn", çê bûye. Peyva lîpîd ji bo hemû cure rûnên xane û şaneyan tê bikaranîn. Şima, fosfolîpîd, glîkolîpîd, asîdên rûnê, hin cureyên vîtamîn (A,D,E û K), karetenoîd, steroîd, kolesterol, bez û rûn hemû di koma lîpîdan de tên bi navkirin. Lîpîd molekula dijav e (hîdrofobî).

Rûn, fosfolîpîd, steroîd û kolesterol

Rûn (trîglîserîd)

Glîserol
Trîglîserîd(Rûn) ji glîserol û sê asîdên rûnê pêk tê

Rûn makromolekul in lê ne polîmer in. Pêkhateya molekula rûnê ji du cure molekûlan, ji glîserol(glîserîn) û asîdên rûne pêk te. Glîserol alkola sêkarbonî ye, li ser her karbonê koma hîdroksîlê heye.

Hejmara karbonên di nav asîdên rûnê dibe ku ji 4 heta 24 an be. Lê asîdên rûnê bi gelemperî ji zincîra 12 - 22 karbonan pêk tê.

Molekula rûnê ji çar beşan pêk tê. Yek glîserol û sê heb asîdên rûnê molekulek rûnê pêk tîne. Rûn bi dehîdrasyonê çê dibin. Navbera glîserol û asîden rûnê de bendên esterê ava dibe.

Rûnê nivişk, rûnê gulberojê, don û bezê goşt hemû rûn in, lê molekulên wan ne wekhev in. Pêkhateya hemû rûnan da glîserol yek cure ye. Lê gelek texlîdên asîdên rûne hene, loma sedema cure bûna rûn ne ji ber glîserolê, lê ji ber cureya asîda rûnê ye. Ne tenê hejmara karbonan, lê hejmara bendên di navbera karbonên asîdê jî cureya asîda rûnê diyar dike.

Asîda rûnê ya têrbûyî

Eger di navbera karbonên asîda rûnê de yek bendên kîmyayî hebe, ev asîda rûnê ya yekbendî wekî asîda rûnê têrbûyî tên binavkirin.

Asîda rûnê ya netêrbûyî

Hin asîdên rûnê di navbera hin karbonên xwe de cotbendên kîmyayî li xwe digirin, ev asîdan wekî asîdên rûnê yên netêrbûyî bi nav dibin.

Hejmara cotbendên asîdên rûnê di pêkhateya hemû asîdê rûnan da ne yeksan e. Dibe ku di asîde rûnê de yek cotbend, di yeka din da pirtir(herî zêde heşt) cotbend hebe. Asîdîn rûnê yên ku yek cot bend dihundirîne wekî asîdên rûnê yên yekîtêrnebûyî ,ên pirtir cotbend dihundirînin jî wekî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî tên navkirin.

Asîdên rûnê yên bingehîn

Xaneyên mirov xeynî du asîd, dikare heman asîdên rûnê ji molekulên adanê çê bike, lê du ji wan asîdên rûnê di laşê mirov de çê nabe, divê van asîdan raste rast wekî adan bên girtin. Asîdên rûnê yên ku tenê bi adan tên girtin û di xaneyan da çê nabin wekî asîdên rûnê yên bingehîn bi nav dibin.

Asîdên rûnê yên bi navê asîda linoleî (asîda rûnê ya omega-6) û asîda alfa-linoleî (asîda rûnê ya omega-3) asîdên rûnê yên bingehîn in. Van herdu asîd jî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî ne.

Ji boy berdewamiya kar û barên asayî yên xane û şaneyan, pêdivî bi asîdên rûnê yên bingehîn heye. Rûnên bingehîn wekî beşekî fosfolîpîdan, di pêkhateya parzûna xaneyê de cih digrin. Her wisa bi taybetî parzûna xaneyên çav û mêjî bi asîdên bingehîn dewlemend in.

Goştê masî û rûnên riwekan ji boy asîdên bingehîn çavkaniyên herî baş in. Dendikê kûndir, dendikê gûlberojê, û gûz bi asîdên rûnê yên bingehîn dewlemend in.

Li gor asîdên rûnê du cureyên rûn(trîglîserîd) heye. Ku di pêkhateya rûn de asîdên rûn, ên asîdên têrbûyî be ev rûn wekî rûnê têrbûyî bi nav dibe, na eger ku pêkhateya rûn da asîdên netêrbûyî hebe, vê gavê ev rûn wekî rûnê netêrbûyî tê binavkirin.

Rûnê têrbûyî

Bez, don, rûnê nivişk û margarîn rûnê têrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê bi têra xwe bi hîdojenan ve girêdayî ne. Êdî tu derfet tuneye ku hîdrojenên nû bi karbonên asîdên rûnê ve bi bendên kîmyayî bên girêdanê. Ango asîdên rûnê ji hîdrojenê têr bûne.

Bi gelemperî rûnên têrbûyî di xane û şaneyên ajalan de tê çêkirin. Van rûnan di germahiya odeyê de( 20-25°C) req in. Ango asta xala helîna rûnên têrbûyî li gor rûnên netêrbûyî zêde ye.

Rûnê netêrbûyî

Bi gelemperî rûnê riwekan û ên masiyan rûnên netêrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê hîn bi têra xwe bi hîdojenan ve negirêdayî ne. Rûnên netêrbûyî di germahiya odeyê de( 20-25°C) avî (şilemenî) ne. Asta xala helîna rûnên netêrbûyî li gor rûnên têrbûyî kêm e.

Margarîn

Margarîn ne rûnekî xwezayî ye. Rûne neterbûyî yên riwekan bi hîdrojenê tên têrkirin û bi vî awayê margarîn çê dibe.

Fosfolîpîd

Fosfolîpîd

Beşa sereke ya parzûna xane û lebatokan e. Bi gelemperî molekula fosfolîpîdê ligel glîserolê ji du asîda rûne û ji koma fosfatê pêk tê. Di be ku koma fosfatê bi alkolek nîtrojenî girêdayî be.(alkola ethanolamîn, alkola kolin, hwd).

Steroîd

Steroîd di xane û şaneyên karok, riwek û ajalan da tê çêkirin. Steroîd ji celeba lîpîdan e. Steroîd dijav in û di nav avê de nabihujin Bi binyatî streroîd naşibê lîpîdan. Ji ber ku steroîd ne ji asîdên rûne û glîserolê, lê ji çar xelekê bi hev ve zeliqî pêk tê. Kolesterol steroîda herî navdar e. Vîtamîna D, hormona aldesteronê,hormona testesteronê, hormona estrojenê ,hormona kortîzolê, hormona progesteronê û zefran (zerav) hemû steroîd in.

Piraniya kolesterolê di kezeba mirovan da çê dibe,lê hemû xaneyên ajalan dikare kolesrerolê çê bike. Di pekhateya parzûna xaneyên ajalan ,li gel fosfolîpîdan kolesterol jî cih digire. Her wisa kolesterol pêşengiya hemû steroîdan dike. Herikbariya parzûna xaneyê ji ber kolesterolê ye. Kolesterol parzûnê bi hevre digre û zexm dike.%20 ê lîpîdên parzûne ji kolesterolê pêk tê

Erk û kêrhatiyên lîpîdan

  • Adanên zêde wekî lîpîd tên enbar kirin. Dema pêdiviya xaneyê bi enerjiya ATP çê be, berê pêşîn karbohîdrad, paşê lîpîdên enbarkirî wekî çavkaniya enerji ya demdirêjî tên bi kar anîn. Enerjî herî zêde ji rûn tê bi dest xistin. Enerjiya ji gramek rûn derdikeve, ji ya gramek karbohîdratan du caran zêdetir e.
  • Heman %40ê parzûna xaneyê ji lîpîdan pêk te. Lîpîd delînbariya parzûna xaneyê rast dike.
  • Lîpîd ji boy hin vîtamînan erka enbariyê dike. Ji ber ku vîtamînên A,D,E û K di nav lîpîdan de dibihuje, ev vîtamînan bi hêsanî derbasê nav xane û şaneyan dibe û tê enbarkirin.
  • Hin aksonên damarexane (xaneyên damarî) bi kalana miyelînê hatiye pêçandî, miyelîn gelek lîpîd dihundirîne û elektirîka li ser aksonê îzole dike.
  • Lipîd li bin çermê ajalan de tov dibe û rê nade ku serma têda derbas be, ajalên wek hirç û balinayên okyanusê ,bi saya tebeqaya qalind a donên binçerm, xwe ji serma û seqema zivistanê diparêzin.
  • Hormonên ku ji lîpîd çêbûyî ne, birêvebirina metabolîzmaya xaneyê de kar dikin.
  • Lîpîd wekî mîna balîfek, lebatên laşê dorpêç dike û li hember darbeyên ji havirdorê, re nade ku derb li lebatan bikeve. Lebatên wekî rûvî û gûrçik wisa tên parastin.
  • Mirov ne tenê ji boy enerjiya rûnê, lê ji boy tehma rûnê jî nav xwarinan de lipîd bi kar tîne. Goşt, savar, birinc, maqarne û hwd. bê rûn bêtehm in.
  • Şima cureyek lîpîd e. Mêşhingiv hêk berdidin çavikên şimayê û çêjikên xwe tê da xwedî dikin. Her wisa hingiv jî di nav çavikên şimayê de tê berhevkirin.
  • Balindeyên avê, wekî qaklîbaz û werdek ji toşpiyên rûnê yên binçerm, rûn avzê dikin û pûrtên xwe bi vî rûnê rûn dikin, bi vê awayê di nav avê de zuha dimînin.

Çavkanî

Girêdanên derve